ŞIRNEX - Diyar bû ku qeyûma Şaredariya Cizîrê li pey xwe 772 milyon û 414 hezar TL deyn hiştiye.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê bi rêjeyeke ji sedî 72 bi dest xist. Hevşaredarên Cizîrê Guler Yerbasan Tunç û Abdurrahîm Durmuş mazbatayên xwe girtin. Hat zanîn ku qeymeqama navçeyê Nazli Demîr ku weke qeyûm li şaredariyê hatibû tayînkirin, li pey xwe 772 milyon û 414 hezar û 347 TL deyn hiştiye.
DEYN
Deynên qeyûmê li pey xwe hiştî:
* Banka Îllerê: 147 milyon û 269 hezar TL.
* Banka Denîzê: 106 milyon û 347 hezar TL.
* Banka Vakifê: 371 milyon û 639 hezar TL.
* Standinên Mal û Xizmetê: 106 milyon û 505 hezar TL.
* Lêçûnên Xebatkaran: 2 milyon û 590 hezar TL.
* Temînat: 14 milyon û 108 hezar TL.
* Deynên SGK’ê: 4 milyon û 882 hezar TL.
* Deynên Bacê: 8 milyon û 349 hezar TL.
* Deynên din: 835 hezar TL.
* Sendîka: 342 hezar TL.
* Dîcle Elektrîk: 3 milyon û 548 hezar TL.
* Deynên li yekîneya kirînê li benda dayînê ne: 5 milyon û 994 hezar TL.
MA / Omer Akin