ENQERE – Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li ber Wezareta Dadê di roja 68'an de ye.
Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 68’an de berdewam kir. Emîne Şenyaşar a bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re hat ber Wezareta Dadê, îro jî daxwaza edaletê kir.
Partiya Lîberal, Weqfa Wijdanê, Bav-Der, Platforma KHK'ê ya Enqereyê û Komeleya Înîstaya Mafan serdana Nobeda Edaletê kirin.
Serokê Giştî yê Partiya Lîberal Zubeyir Gulabî destnîşan kir ku dê tim li cem têkoşîna Emîne Şenyaşarê bin.
Emîne Şenyaşar piştî fitariyê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re derbasî meclisê bû.