NAVENDA NÛÇEYAN - YSK'ê di sedema biryara xwe ya der barê Abdûllah Zeydan de ku mafên wî yên memnû îadeyî wî kiribûn, diyar kir ku biryara dadgehê "li derî hiqûqê ye û tu hukmeke wê tune ye."
Lijneya Hilbijartê ya Bilind (YSK), piştî mafên memnû yên Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan îadeyî wî kir, sedema biryara xwe eşkere kir.
YSK'ê wiha hat gotin: "Çendî biryara bi dîroka 29/03/2024 a Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bêhukm be jî, bi vî awayî xwe tam teqez nebûye. Dayîn mafên qedexekirî yên Abdullah Zeydan bi şiklî be jî, li gor salnameya hilbijartinê hatine îbrazkirin û qebûlkirin û ji 31'ê Adara 2024'an ve di warê bijartinê de tu astengî tune ne."
YSK'ê diyar kir ku biryara dadgehê "li derî hiqûqê ye û tu hukmeke wê tune ye."