ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga ku rewşa wî roj bi roj girantir dibe û di çûyîna destavê de zehmetiyan dikişîne, nayê emeliyatkirin. Dayika Tanboga, Kumriye Tanboga banga hestiyariyê li raya giştî kir.
Girtiyê bi navê Îsmaîl Tanboga di sala 2015'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê di dema berxwedanên xwerêveberiyê de hate girtin. Di dozê de 4 caran cezayê muebbeta giran lê hate birîn. Demekî kin piştî girtina xwe jî ji bo Tanboga teşhîsa penceşêra mîdeyê hatibû kirin. Lê piştre gotin di mîdeya wî de ulser û gastrîta giran heye. Nexweşiya Tanboga heta niha bi temamî nehatiye teşhîskirin. Her wiha gelek nexweşiyên Tanboga yên weke kêmxwîniya giran, birînên dev, qirik û piştê, nexweşiya gurçikan, ketina diranan û vereşîna dijwar hene. Tanboga, ev sê sal in bi xwarina pitikan dijî. Tanboga niha li Girtîgeha Tîpa T a Amedê tê ragirtin. Ji ber giranbûna rewşa wî, 2 meh beriya niha rakiribûn nexweşxaneyê û nêzî mehekê li nexweşxaneyê di bin çavderiya bijîşkan de ma. Cihê îdrara Tanboga xitimî bû û nedikariya biçe destavê. Bijîikan jî got ku divê were emeliyatkirin. Ev nêzî meheke Tanboga bi rêya boruya ku pê ve hatibû girêdayî diçû destşoyê. Tanboga ev 2 meh in li benda emeliyatkirinê ye û rewşa wî her ku diçe giran dibe.
'DIVÊ BÊ EMELIYATKIRIN'
Dayika Tanboga, Kumriye Tanboga têkildarî rewşa kurê xwe bi ajansa me re axivî. Tanboga, diyar kir ku tedawiya tê kirin kêm dimîne û wiha got: “Kurê min her carê radikin nexweşxaneyê. Carna mehekî û carna jî du hefteyan di nexweşxaneyê de tedawiyê dibîne. Di rûviyên wî û îdrara wî de pirsgirêk hene. Bi alîkariya boruya pê ve girêdane dikare biçe destşoyê. Di serê wî de demarek sekinî ye û her demareke di laşê wî de req bûye. Tê tedawîkirin lêbelê ji ber ku nexweşxaneyên dewletê ne, pêvajoyeke bi tendûrist derbas nake. Divê bê emeliyatkirin lê ev 3 meh in tenê bi birina nexweşxaneyê bisînor dimînin. Kurê min ev 9 sal in girtî ye û nexweşiya wî giran dibe. Roj bi roj zeîf dibe. Heke ku kurê min bidin min ez ê lê binêrim û tedawî jî bikim.”
'KURÊ MIN BERDIN'
Dayik Tanboga bi lêv kir ku kurê wê ji şertên nebaş ên girtîgehî neyînî bandor dibe û axaftina xwe wiha qedand: “Em daxwaza mafên zarokên xwe dikin. Êdî bes e ma em ê heta kengî vê zilm û zordestiyê bibînin? Derûniya zarokên me di girtîgehan de xerab bû. Heke ku kurê min jî weke hevalên xwe bikariya sexbêra xwe bikira û xwarin xwaribûya, pirsgirêk nedibû. Lê kurê min ji pêvajoyeke giran re derbas dibe. Kurê min min zehmetiyê dikêşe. Bi alîkariya hevalên xwe dikare serê xwe bişo û kincan li xwe bike. Heke ku hevalên wî xwarinê nedinê, nikare bi tena serê xwe bixwe. Ji ber ku di vî temenê xwe de di vê rewşê de ye gelek neyînî bandor dibe. Dibêje, ‘Ji ber ku mirovên temen mezin ji min re xizmetê dikin ez aciz dibim.’ Em daxwaza heq û hiqûqê dikin. Em dibêjin êdî bes e. Bila kurê min berdin û bila emeliyat bibe.”
MA / Zeynep Durgut