Tîryakî: Qeyûman bi hezaran kes ne li gorî ûsûlê girtine kar

  • rojane
  • 11:24 10 Gulan 2024
  • |
img
ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ruştu Tîryakî têkildarî îdiayên “karker ji kar tên avêtin” wiha got: “Qeyûm tu kes ji wan li gorî pêdiviyê negirtine kar. Bi hezaran kes ne li gorî ûsûlê li gorî têkiliyên siyasî girtine kar.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) gelek kesên ku di serdema qeyûman de di mehên dawî de li şaredariyên ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi dest xistin, ne li gorî ûsûlê girtine kar, ji kar derxistin.
 
Rêveberiyên DEM Partiyê tespîtkirin ku kesên dawî li karê wan anîne bêyî ku bên kar mûçe wergirtine û gelek ji wan ji rêveberên AKP’ê û MHP’ê pêk dihatin. Piştî vê rewşê komên alîgirên desthilatê û medyaya alîgir bi nûçeyên serenavê “DEM Partî karkeran ji kar derdixe” û “Şaredarî bi terorîstan tên tejîkirin” şaredarî hedef girtin. 
 
TIRYAKÎ: YEK JI WAN JÎ DI ÇARÇOVEYA PÊDIVIYÊ DE NEHATIYE WERGIRTIN 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Ruştu Tiryakî têkildarî derxistina kar û vê yekê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Tiryakî, bal kişand ku wergirtina kar a ji aliyê qeyûman ve li gorî pîvanên objektif nehatiye kirin û wiha got: “Di nava karkerên ji kar hatine derxistin de kesekî bi tenê nîne ku karibe bêje, ‘Em bi ezmûnekê ketin wê derê, bi nirxandinên objektîf em ketin wê derê’. Yek ji wan di çarçoveya pêdiviyê de nehatiye wergirtin, ez dizanim ku mulakat jî nehatiye kirin. Ji ber vê yekê tu rewabûneke civakî ya vê daxwazê nîne. Gelê me jî di ferqa vê yekê de ye.”
 
‘EM BI RÊBAZÊN OBJEKTÎF PERSONELAN DIGIRIN’ 
 
Tiryakî, da zanîn ku biryara yekîneya rêveberiya herêmî ya partiyê ye ku demeke kurt beriya hilbijartinê kesên ji aliyê qeyûman ve ne li gorî ûsûlê hatine wezîfedarkirin ji kar werin derxistin. Tiryakî, anî ziman ku partiya wan ji “kevneşopiyeke ku ji derxistina kar hez dike” nayê û bi lêv kir ku kesên ji kar hatine derxistin ne li gorî pêdiviyê li gorî têkiliyên siyasal hatine wergirtin. Tîryakî, îşaret bi polîtîkayên wergirtina karkeran a partiya xwe kir û wiha berdewam kir: “Em serlêdanên kesên ku şert û mercên pêwîst ên kar bi cih tînin digirin û bi pergala peşkê re bi rêbazên herî objektîk personelan digirin. Ji berê ve wiha bûye. Lê xespkirina şaredariyan û rêveberina bi pergala qeyûman têra AKP’ê nekiriye, li cihên ku zaniye dê hilbijartinê winda bike bi hezaran karker ne li gorî ûsûlê li gorî têkiliyên xwe yên siyasal ên derdorê wergirtine kar.”
 
‘DI DEMEKÎ KURT BERIYA HILBIJARTINÊ KARKER GIRTINE’ 
 
Tîryakî, bi bîr xist ku demekî kurt beriya hilbijartinê karker wergirtine kar û wiha lê zêde kir: “Tevî vê  yekê ji şaredariyan were xwestin ku bi van kesan berdewam bikin ji gel re bêrêziyeke mezin e. Ev polîtîkayên plankirî yên ji aliyê AKP’ê û qeyûman ve ji bo me û gelê me bînin hemberî hev tên meşandinin. Lê ne li Wanê ne jî li cihekî din kesên demekî dirêj in li ser karê xwe ne nehatine derxistin, tenê kesên ku bêyî pêdivî hebe di nava çend mehan de hatine wergirtin ji kar hatine derxistin. Her wiha şaredariyên me ji wan kesan û malbatan re ragihandiye ku dema hewcehî bi wergirtina karkeran çêbibe dê van kesan binirxînin.”
 
‘NAVNÎŞANA ŞAREDARIYÊ JÎ NIZANIN’ 
 
Tiryakî, diyar kir ku kesên beriya hilbijartinê demekî kurt wergirtine kar, li şaredariyê nexebitîne û anî ziman ku hin ji van kesan navnîşana şaredariyê jî nizanin. Tiryakî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibe ku di nava wan de kesên pêdiviya wan bi vî karî hebe jî hebin. Lê yên ku ev neheqiye li wan kirine ne em in. Qeyûmên ku AKP’ê peywîrdarkirine û vîna gel tune hesibandine ne. Heke kesekî ku bertekê nîşan bidin hebe ew jî qeyûm in.”
 
KESÊN BI KHK’Ê JI KAR DERXISTIN BI BÎR XIST
 
Tiryakî, destnîşan kir ku heke AKP’ê hilbijartin qezenc kiribûya jî qeyûman bi kesên ji kar hatine derxistin re berdewam nedikirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke AKP û medyaya nêzî wê difikire ku divê bi nanê kedkaran neyê lîstin bila li sed hezaran mirovên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar derxistine, ji akademîsyenên bêpirs û pirsyar bigirin heta bijîjk û mamosteyên ji kar derxistine binêre. Belê li vî welatî yek dijminê karkeran hebe ew jî desthilata siyasî bi xwe ye. Dijminên karker û kedkaran ên esas ew bi xwe ne. Yên ku mirov bê pêşeroj û bêewlehî hiştin ew in.”
 
MA / Firat Can Arslan 
 
 

Sernavên din

31/05/2024
09:06 Girtiyê ku krîzê li dilê wî xist nikare bi tena serê xwe bijî
09:05 Banga ji bo Periyê: Em li dor DEM Partiyê bibin xelek
09:03 Komxebatên TJA’yê: Pêdivî bi hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye
09:02 Gundiyên 40 roj in li ber xwe didin li benda piştevaniyê ne
09:01 Qeyûma Cizîrê ji bo ‘pakbûnê’ 4 milyon lîre daye Dosso Dossî
09:01 Înce: Tecrîd û meseleya kurd pirsgirêka hemû welat e
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2024'AN
07:52 Li Qoserê jinek ku hewl dabû xwe bikuje mir
30/05/2024
20:14 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 117'an de ye
20:10 Bakirhan li Curnê Reş e: Em ê di sindoqê de bersiva hîlekaran bidin
16:41 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 3 jê hatin berdan
16:19 Cerdevanê êrişa zayendî kirî hate tehliyekirin: Vê biryarê wijdana civakê êşand
16:17 Ji bo astengdaran sinyalizasyona du zimanî
15:30 Çalakiyên xwendinê yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didomin
15:19 Dadgeha Îstînafê 339 sal cezayê hepsê yê li siyasetmedaran hatiye birîn erê kir
14:14 Basin Îş banga tev li bûna bernameya Yenî Yaşamê kir
14:10 Li Îranê girtiyê kurd ê nexweşê penceşêrê li nexweşxaneyê bi kelemçe tê ragirtin
13:44 Li gorî Kurtulmuş gotina ‘Kurdî li Meclisê weke X tê nivîsandin’ nêrîneke şexsî ye!
13:08 Balafirên dewleta tirk gundê Amediyeyê bombebaran kirin
12:24 Li Qilebanê mirina biguman a zarokekî
12:06 Cenazeyê zarokê winda di kanala avdaniyê de hate dîtin
11:59 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Di doza amûrsaz Akin de piştî 13 salan bêyî parêzer keşf hate kirin
11:42 Jinek û sê zarok hatin qetilkirin
11:24 DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:45 Ecevît Pîroglû 109 roj in di greva birçîbûnê de ye: Daket 48 kîloyan
10:36 Di lêpirsîna mirina li nexweşxaneyê de xemsarî: Li benda mirina wî sekinîne!
10:24 11 mamosteyên binçavkirî hatin berdan
10:14 Zarokê di qezaya Tarsûsê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
10:06 Doza jinên 11 mehan girtî mabûn hate redkirin
10:03 Rojnameger Aktan: Dixwaze bi pêşnûmeya ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ bêdeng bikin
10:02 Îzmîrî: Aborî dikare bi guhertineke bingehîn baş bibe
09:32 Ji Meteorolojiyê hişyarî
09:26 Têkildarî navenda asîmlasyonê YÎBO'yan xebateke nû
09:22 Li Tarsusê 5 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
09:08 Ji ber bibîranîna Roboskiyê doz li midûrê dibistanê hat vekirin
09:06 Jiyana li Gabarê di xetereyê de ye
09:04 Girtiyên siyasî 186 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine
09:02 Xwişka Veysî Aktaş: Îmrali cihekî pir zehmet e
09:01 Tecrîda girankirî ket meha 39’emîn: Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn
09:00 DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN
08:22 Li Kenyayê karesata lehiyê: 52 kes winda ne
29/05/2024
20:38 Çelenga reş danîn ber NY'yê: Hûn nikarin tecrîdê ji nedîtî ve bên
20:34 Ji bo girtiyên 1’ê Gulanê 567 sal ceza hat xwestin
20:30 Li gelek bajaran şermezarkirina êrişên Îsraîlê
17:44 Ji dayikên ku xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin çalakiya 'laçikên spî'
16:25 TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist
16:07 Eleqeyeka zêde ya ji bo pêşangeha ‘Dest bi dest berxwedana me’
15:41 Ji hilbijartinê re 4 roj man: Em ê li Hîlwanê dîsa bi ser bikevin
15:26 Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin
14:46 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin serî li OHD’ê û ÎHD’ê da
14:18 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:35 Li Xîzanê operasyona leşkerî
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin
20:00 Li Periyê xebatên hilbijartinê didomin: Em xwedî li vîna xwe derkevin
19:52 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 115’emîn de ye
17:14 Ji şaredariya DEM Partiyê projeya ‘mala bêhnvedanê ya jinan’
17:08 Ji qatilê stranbêjê kurd re cezayê muebedê hat xwestin
16:51 Îdianameya duyemîn a Kobanê: ‘Sûcê kuştinan’ ku hat beraetkirin dîsa di dosyeyê de ye
16:50 Li Curnê Reş serdana ciwanan û kedkaran hate kirin
16:34 DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweşê giran Kûday serlêdan kir
16:22 Erîş û ciwanên li gel wê hatin berdan
16:09 ‘Komkujiyên Roboskê û Refahê berhema heman siyasetê ye’
15:47 6’emîn Rojên Ma Mûsîcê dest pê dikin
15:22 Li Silopiyayê 200 donimên zeviyên genim şewitîn
14:53 Ata: Divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin
14:42 Li Sêwregê birîna ceyranê hat protestokirin
14:22 Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê peyam ji Yenî Yaşamê re şand
14:16 Jinan li Silopiyayê çalakiya xwendinê li dar xist
14:11 Wêneyên ku jinên girtî xêz kirine dê bên pêşandan
13:58 Saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî mufredata nû biryara 'têkoşîna hevpar' girtin
13:55 OHD’ê li dijî tecrîdê carek din serî li Baroya Amedê da
12:55 Komên paramîlîter ên dewleta tirk li Efrînê 2 kes revandin
12:44 Bakirhan: Tifaqa xwe ya bi JÎTEM’ê re bi dawî bikin