Pêşengtiya xebatên hilbijartinê yên Curnê Reş jinan kirin

  • rojane
  • 15:13 27 Gulan 2024
  • |
RIHA - DEM Partiyê ji bo hilbijartina li Curnê Reş dê were dubarekirin lez da xebatên xwe û jinan pêşengtiya bernameya îro kirin. DEM Partiyiyan li daxwaz û bendewariyên jinan guhdarî kirin û soz dan ku dê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin. 
 
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên ji bo hilbijartina dê li navçeya Curnê Reş a Rihayê were dubarekirin didomin. 
 
Pêşengtiya xebatên îro jî jinan kirin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Parlamenterên DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, Oznûr Bartin, Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram, parlamentera berê Ayşe Surucu, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Partiyê (PM) û gelek jinên din tev li xebatan bûn. Şandeya jinan ji ewil çû serdana jinên di nava zeviyên nêzî navendê dixebitin. 
 
Namzetê Hevşaredariya Curnê Reş Garîp Yeşîl di serdanê de li pirsgirêkên jinan guhdarî kir û wiha got: “Em ê ji bo jinan qadên îstîhdamê ava bikin. Em ê civakê bînin ba hev û Curnê Reş veguherînin navenda aramiyê. Em ê biryarên xwe bi hev re bidin û bi hev re birêve bibin. Em bi xwe û gelê xwe bibawerin. Em carekê bi ser ketin û dê careke din bi ser kevin.” Jinên kedkar jî diyar kirin ku DEM Partî mafên jinan diparêze û soza piştgiriyê dan. 
 
HEVDÎTINA BI JINAN RE
 
Şande piştre jî li gundê Xûşxûşika Jor bi jinan re hate gel hev. Gelek jin tev li hevdîtinê bûn. Turkoglû di hevdîtinê de bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û têkildarî pergala hevserokatiyê agahî da. Turkoglû, anî ziman ku bi rêveberiya DEM Partiyê re dê jin biçin şaredariyê û wiha domand: “Heke em birêve bibin em ê pêdiviyên xwe bixin meriyetê. Em ji bo ku Şaredariya Curnê Reş bikin şaredariya gel tên. Haya me ji pirsgirêkan heye lê em bi çareseriyan jî dizanin. Daxwaz û pêşniyarên we ji bo me girîng in.” 
 
Hevşaredar Garîp Yeşîl jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û projeyên dema DEM Partî hate hilbijartin vegot. Yeşîl, da zanîn ku dê şaredariyê tevî jinan birêve bibin. 
 
Piştre jî jinên tev li hevdîtinê bûbûn daxwaz û pêşniyarên xwe kirin. Jinan, anîn ziman ku ew li dijî gotina “Erdnîgarî qeder e” ne û navçeya wan ev 45 sal in bi zanebûn “paşve” hatiye hiştin. Hevdîtin bi gotina stranên kurdî, gerandina govendê, berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û avêtina tililiyan bi dawî bû. 
 
Şandeya jinan piştre jî li gundê Xûşxûşika Jêr bi jinan re civiya. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Sema Aîşeoglû di hevdîtinê de mînakên şaredariyên ji kevneşopiya DEM Partiyê da û got ku dê jin bi heman awayî tev li rêveberiya şaredariyê bibin. 
 
Şandeya ku Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin û Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram di nav de jî li gundên Mîlîser û Garozê bi jinan re hatin gel hev û li daxwazên wan guhdarî kirin.
 
 

Sernavên din

23/06/2024
10:20 Pêşrapora têkildarî şewatê: Li Mêrdînê beşa tedawiya şewitînê nîne
09:34 Hejmara 69’an a Kovara Jînê derket
09:23 Li Îzmîrê du xwişkan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:14 Gundiyên bertek nîşanî walî dan hatin derbkirin: Walî neçar ma ji gund derkeve
09:05 Li Mêrsînê cînayet: Pergal kuştina jinan teşwîq dike
09:02 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 210 roj li pey xwe hişt
09:01 Li Rihayê 57 donim zevî ji ber stûnên ceryanê bûye arî!
09:00 ROJEVA 23’YÊ HEZÎRANA 2024’AN
22/06/2024
23:28 Nobeda li Stenbolê di roja 15'emîn de ye
23:17 Di çalakiyên nobetê de banga ‘vîna gel nas bikin’
22:45 Li 8 gundên Hezexê şewat çêbû
21:01 Ji ber bombebaranê li Mawayê şewat
19:29 Li gelek deverên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
16:44 Li Dêrikê ji bo şerê malbatan mezin nebe bang li siyasetmedaran hat kirin
16:20 DEDAŞ’ê giliyê wî welatiyê ku wê berpirsiyar nîşan dabû kir
16:05 Jinan li Baselê 1300 name ji CPT’ê re şandin
16:02 Li dijî cezayê darvekirina lawê xwe banga xwedî derketinê kir
15:30 Cezayê darvekirinê yê repbêj Tumac Salihî hat betalkirin
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Ozbay û Taşar bên berdan
15:08 Şewata ku li Bismilê derket hat kontrolkirin
14:49 Ji 3 bajaran bang kirin: Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin
13:54 Hevşaredarê Şemrexê ku 10 xizmên wî di şewatê de mirin: DEDAŞ li vir pirsgirêkek mezin e
13:18 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Zekî Dogan pirsîn
13:13 DBP û DEM Parti li herêma şewatê ye: Berpirsiyar DEDAŞ e, bila ev der wek ‘herêma afetê’ bê ragihandin
13:11 Dîrekên ku DEDAŞ’ê digot ‘tune’ ne hemû li cihê şewatê ne
12:24 Şahidê ku meta wî şewitî ye: Bila derewan nekin sedema şewatê ceyran e
12:13 Hêzên Îranê kolberek kurd qetil kirin
11:40 Baroya Amedê giliyê parvekirinên nijadperest kir
11:16 Wezareta Karên Navxweyî: Me sedema şewatê tespît nekir
11:10 Li Hîlwanê du malbatan li hev xist: 3 mirî 4 birîndar
10:47 Hejmara miriyên şewatê gihîşt 14 kesan
10:36 Cenazeyê Erdemcî di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:32 Guneş: Leşkeran rêya diçû herêma şewatê girtibûn hawar negihîşt wir
09:18 Ji CHP'ê banga mitînga 'em ê rê nedin qeyûm': Em dikarin bi têkoşîna hevpar ji heq wê derên
09:05 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:04 'Heya tecrîd ranebe em ê têbikoşin'
09:02 Li nexweşxaneya bajêr îdiaya 'destavêtinê'
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Zeynep Ozkan a li Mawayê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
08:16 Şewata li herêma Omeriyan hat vemirandin
08:03 Hejmara miriyên şewata Çinarê û Şemrexê gihîşt 13 kesan
21/06/2024
23:59 Navê kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
23:59 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 12
23:11 Nobetên li ber şaredariyan didomin
20:24 Cenazeyên kesên ku li Mawayê jiyana xwe ji dest dan ji nexweşxaneyê hatin girtin
20:15 4 welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
20:06 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Heya tecrîd ranebe wê têkoşîn bidome
18:22 Rêveberê DEM Partiyê yê Gimgimê jiyana xwe ji dest da
18:17 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
16:09 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 11 kes
15:50 Hasan Demîr ê di şewatê de birîndar bûbû wefat kir
15:47 Şewata li Artûklû û Şemrexê hat kontrolkirin
15:39 Berdana girtiyê 30 salî 9 meh hat taloqkirin
15:18 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 6 kes hatin berdan
14:34 Şeniyên gundê Tobiniya şewitî: Sedema şewatê DEDAŞ û qereqol in
14:29 Têkildarî şewatê lêpirsîn hat destpêkirin
14:23 Li Erxeniyê zeviyên çandiniyê şewitîn
13:53 Ji bo tedawiya sewalên birîndar bang li beytaran hat kirin
13:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û şer berdewam dike
13:19 Şewat li qada 66 kîlometre belav bûye
13:18 Şahidê şewatê: Heke zû mudaxile bihata kirin wê ewqas mirov nemirina
12:29 DEM Partî: Carek din desthilatdarî û dewlet ne li cem gel bû
11:48 Baroya Amedê têkildarî şewatê gilî kir
11:29 Girtiyê ku zor lê hat kirin qenata xwe ya der barê Ocalan de eşkere bike berdana wî hat taloqkirin
10:53 Rewşa dawî: Şewat vemirî, xebatên sarkirinê didomin
10:15 Bîlançoya şewatê: 5 mirî, 10 jê giran 44 kes birîndar bûne
09:41 'Heta azadiya Ocalan em li qadan in'
09:40 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:03 2 welatiyên di şewatê de mirin hatin veşartin
09:02 Li Cizîrê di nava 4 mehan de 6 jin hatin qetilkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:45 Şewatê heta serê sibehê berdewam kir: Rayedar şeveqê hatin cihê bûyerê
07:58 Li Çinarê û Şemrexê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
02:32 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêveberiya krîzê ava kir
00:42 Şewata ku li Şemrexê çêbû gihaşt jîngehan: Mirî û birîndar hene
20/06/2024
22:32 Berxwedan didome: Em ê rê nedin xespê
21:22 Li Wanê çalakiya nobedê hat destpêkirin
20:59 Înîsyatîfa Malbatên Pirûsê: Em dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin
20:24 Wê ji bo Pîroglû şandeyek biçe Sirbistanê
17:22 6 roj in tu agahî ji Emînî nayê girtin
16:31 Li Peravên Kanaryayê cenazeyê 5 koçberan hat dîtin
16:21 Operasyona li Çiyayê Agiriyê didome
16:13 Bi girseyî serdana Ozhanê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket hat kirin
15:57 Îşkence li 4 ciwanên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hat kirin
15:53 Çiyayê Mensûrê hat bombebarankirin
15:50 Li Geverê jinek hat kuştin
14:11 Dola Qeşûrayê hat qedexekirin
13:51 'Nayê qebûlkirin ku li ser jiyana penaberan bazarî bê kirin'
13:15 Li Amedê trên li wesayîtekê qelibî: 2 kes birîndar bûn
13:10 Li Qabilcewazê mirineke biguman
13:05 Banga ji bo 'Em rê nadin qeyûm': Roj roja bilindkirina têkoşîna yekbûyî ye
12:02 Karkerê sondajê di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da
11:55 Bîlançoya 5 rojên betlaneya cejnê: 36 mirî, 6 hezar birîndar
11:27 'Wezîrê Dadê ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan tu dîrok neda’
09:25 Li dijî qeyûm nobedê digirin: Em ê bêdeng nemînin
09:09 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:06 Xizaniya jinan a li Sûrê wekî pirtûk hat çapkirin
09:03 Girtiyê nexweş Han jiyana xwe ji dest da
09:00 Rojnameger Zagros:PDK'ê ji Şemzînanê heta Avaşînê leşkerên tirk bicihkirine
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2024'AN