Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Darbeya siyasî ye

  • rojane
  • 16:14 3 Hezîran 2024
  • |
img
RIHA - Hiqûqnas û siyasetmedaran bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan û weke “darbeya siyasî” nirxandin. 
 
Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê didomin. Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke got ku tu bingeheke hiqûqî ya girtina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywirê û tayînkirina qeyûm nîne. Oyke, got ku di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir de têkildarî çarçoveya lêpirsînê tu agahî tune ne. Oyke, diyar kir ku derheqê dosyayê de biryara bisînorkirinê û ya bisînorkirina parêzeran heye. Oyke, wiha domand: “Xisûseke wiha heye; kirariyeke îdarî tê kirin, bi vê kirariyê hevşaredar ji peywirê tê dûrxistin lê belê hinceta wê tune ye. Jixwe ev yek li dijî rêgeza eşkeretiya kirariya îdarî ye ku rêgeza sereke ya hiqûqa îdarî ye. Lewma mecbûr in sedem û hinceta vê kirariyê eşkere bikin.” 
 
Îbrahîm Halîl Oyke
 
'ISRARA DI DOMANDINA POLÎTÎKAYÊN ŞER DE’ 
 
Oyke, di berdewamê de got ku îktîdar li bajarên kurdan polîtîkaya qeyûman didomîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku lêpirsînek hatiye destpêkirin û ev nayê wateya dûrxistina ji peywirê. Xisûseke wiha heye; dibe ku lêpirsîn veneguhere teqîbatê. Heke veguhere teqîbatê jî dikare biryara beraetê were dayîn an jî biryara girtinê neyê dayîn. Lewma heke li holê biryareke girtinê tune be, biryara nepeniyê ya ji bo dosyayeke wiha xerabeteke hiqûqê ye. Li hêla din îktîdar asiyasî rêzê ji bo îradeya gelê kurd nagire. Nahêle gelê kurd bi îradeya xwe ya azad xwe birêve bibe. Dixwaze tehekûma xwe bidomîne. Ev ne tenê dikare bi xespkirina îradeyê were pênasekirin. Li hêla din îktîdara siyasî ji bo polîtîkayên şer bidomîne, dîsa serî li vê rêbazê da.” 
 
'QEYÛM ÊRIŞA LI DIJÎ ÎRADEYA JINÊ YE’
 
Ayşe Surucu
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Ayşe Surucu jî diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê bi israr vîna gelê kurd nas nake. Surucu, wiha domand: “Bi taybet jî piştî tayînkirina qeyûman êrişî destkeftiyên jinan kirin. Bi taybet jî pergala hevserokatiyê hedef digirin. Ev bi awayekî eşkere tê wateya ‘ez îradeya jinan nas nakim.’ Her cara diçin şaredariyên DEM Partiyê ji hêla jinan ve tên pêşwazîkirin. Tehemûla vê nakin. Ji ber ku dizanin dê bi hebûna jinan hebûna gelê kurd jî pêş bikeve, tehemûla vê nakin.” 
 
'DARBEYEKE SIYASÎ YE’
 
Bekir Benek
 
Rêveberê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Benek jî anî ziman ku piştî xelkê Curnê Rêş îradeya xwe nîşan dayî qeyûm hatiye tayînkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Duh li Curnê Reş hilbijartin hate dubarekirin. Xelkê Curnê Reş rê neda xespkirina vîna xwe û bi sekna xwe ev yek nîşan da. Tam em jî wiha nêz dibûn ku îcar di saetên serê sibehê de bi awayekî derhiqûqî qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê kirin. Ev tê wateya tunehesibandina îradeya gel û darbeyeke siyasî ye. Weke xelkê Rihayê em li gel îradeya xelkê Colemêrgê ne. Ji bo îradeya xelkê me dîsa were îadekirin, em ê tişta ji dest tê bikin û li ber xwe bidin.” 
 

Sernavên din

04/06/2024
10:17 Di nameya xwe de vegot ku çima di çalakiya ‘azadiyê’ de ye
10:16 Li dijî qeyûm nobeda bênavber: Wê berxwedana me qeyûm têk bibe
09:44 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
09:40 Cenazeyê zaroka dihat îdiakirin ketiye Çemê Dîcleyê hate dîtin
09:32 TBB: Divê wezaret dest ji biryara xwe berde û hevşaredar vegere ser wezîfeya xwe
09:22 Turkoğlu: Pêvajoyeke ku statuya civakî ya jinan paş ve dibe hat destpêkirin
09:09 Li Almanyayê çêbû û mezin bû, ji bo xurtkirina kurdiya xwe hat Amedê
09:06 Parêzer Avçîl: Divê baro li dijî tecrîdê serlêdanê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Jinên siyasetmedar ên Botanê: Ji xeynî berxwedanê tu çare nîne
09:00 ROJEVA 4’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:31 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin: Malbatek hate derbkirin
07:59 Li Colemêrgê li dijî desteserkirina şaredariyê heta şeveqê nobet hate girtin
07:51 Li Koln û Winterthûrê xespkirina vîna gel hat protestokirin
07:45 Danişîna Ehmed ê PDK’ê ew revandiye di 30’ê hezîranê de ye
03/06/2024
23:23 Protestoyên li dijî xespkirina vînê didomin
23:08 Colemêrgî li dijî qeyûm li ser pêyan e
22:59 Li hemû navçeyên Amedê tayinkirina qeyûm tê şermezarkirin
20:54 Wê sibê biçin Colemêrgê
20:04 Li Colemêrgê li dijî xespkirina vînê meş
19:48 Ji 28 baroyan daxuyaniya ji bo Colemêrgê: Xwedîderketina li vîna hilbijêran peywira her kesî ye
19:45 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza lê hatiye vekirin da
16:57 Ji hevşaredarên Curnê Reş serdana sipasiyê
16:14 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Darbeya siyasî ye
16:12 Li Pirsûsê kesek hate girtin
16:04 Heta ku tecrîd bi dawî bibe dê li kolanan bin
15:23 ‘Tayînkirina qeyûm tunekirina demokrasiyê ye’
15:12 Li gelek bajaran tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Em rê nadin faşîzmê
15:08 Colemêrgî: Em ê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nemînin
14:53 Ozgur Ozel: Em biryara tayînkirina qeyûm red dikin
14:34 Li Îranê di 5 mehan de herî kêm 68 girtî hatin bidarvekirin
14:21 Pisporên NY’yê banga naskirina dewleta Filîstînê kirin
14:18 Koperatîfa Çandiniyê xwest kargehên biçûk û koperatîf bên destekkirin
13:47 DÎB’ê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist
13:37 Rapora DFG’ê ya meha gulanê: Bi xala ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ dixwazin rojnamegeriyê dorpêç bikin
13:10 Buldan, Karay û Yildirim hatin bibîranîn: Li şûna Torosên spî îro rejîma qeyûm girtiye
12:19 CHP’iyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan: Biryarekî siyasî ye
12:14 Li Mêrsînê serdagirtina malan
12:13 95 kesan ji CPT’yê re name şand: Demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê
12:11 Ji DEM Partiyê li dijî xespa vînê biryara çalakiyên bênavber
11:37 Di dîroka Meksîkayê de cara ewil jinek bû seroka welêt
11:29 TUÎK: Enflasyona salane bû ji sedî 75,45
11:27 Xespkirina vîna xelkê Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin
11:18 DÎB’ê bang li muxalefetê kir: Em li dijî şer helweseteke zelal nîşan bidin
11:09 DEM Partî bi awayekî awarte dicive
10:32 Li Colemêrgê vîna gel hate xespkirin: Qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin
10:30 Parêzerê Hevşaredar Akiş ê di bin çavan de: Lêpirsîneke veşartî heye
10:16 Bertek nîşanî dorpêça li ser Şaredariya Colemêrgê dan
09:54 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê serî li ber zîhniyeta qeyûm netewînin
09:05 Girtiyên siyasî 190 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:04 Herî dawî li qereqolê tê dîtin: Lê belê leşker înkar dikin
09:03 Welatiyên ku nikarin debara xwe bikin, eşyayên xwe difiroşin
09:01 ‘Xweşî û aramî bi şer nabe, daxwazên girtiyan qebûl bikin’
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Ji DEM Partiyê daxuyaniya Colemêrgê: Em herkesê vedixwînin ku li dijî feraseta darbekar helwestê bigirin
08:14 Polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girtin, hevşaredar Akiş hate binçavkirin
07:52 Xwebûn bi manşeta ‘Dewleta şerî’ derket
02/06/2024
21:53 Rojnameya Yenî Yaşamê 6 saliya xwe pîroz kir
21:19 Di tûrnûvaya Gulistan Dokû de tîma Generalên Biçûk bi ser ket
20:52 DEM Partî li Hîlwanê bi ser ket
20:03 DEM Partî li Hîlwanê li pêş e
19:22 Encama hilbijartina li Bajaroka Perî diyar bû
18:27 Hevserokên GABB’ê hatin diyarkirin
17:01 Ji Yenîkapiyê bang kirin: Qetilkirin ne çareserî ye
17:00 Hilbijartin bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:31 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 120’an de ye: Faîl diyar in
16:09 Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo aktîvîteya dawiya salê
15:48 Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin
15:43 Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
15:36 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’
15:21 Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî
15:19 DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir
14:57 Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!
13:51 Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:28 ÇUKAY-DER’ê yekemîn kongreya xwe li dar xist
13:02 Hevşaredarên DEM Partiyî civiyan: Xizmetên şaredariyê tên astengkirin
12:44 Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ji Meclisê daxwaza şandeyekê kirin
12:43 Li Curnê Reş û Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye
12:02 Melîk û Ayyildiz li ser gora xwe hatin bibîranîn
11:22 Li quntarên Herekolê cerdevan daran dibirin
11:08 Îranê kolberekî din qetil kir
10:36 Ji ber protestokirina Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin
10:04 Li Kuçukçekmeceyê avahî hilweşiya: Kesên di bin kavil de mane hene
09:44 Perwerdekar Zorlu: Mufredateke yekperest û zayenperest amade kirine
09:26 Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyonê’ derket
09:15 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:05 Şerê taybet berê xwe daye zarokan
09:04 Endamên Grûp Yorûmê di greva birçîbûnê de ne
09:01 Der barê jinên ku di 8'ê Adarê de stran gotin de doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:01 Li 7 navendan dengdayîn dest pê kir
01/06/2024
22:08 Li Amsterdam û Hambûrgê çalakiyên li dijî tecrîdê
20:03 Li qursa Quranê tundî li zarokan hat kirin
17:17 Nobeta mexdûra erdhejê Done Kaya ket hefteya 5’emîn
16:56 DEM Partî li Periyê amadehiyên hilbijartinê temem kirin
16:50 Nobeda Edaletê di roja 119’an de ye: Dayika Emîne bûye hêviya gelê me
16:22 Ji Hîlwanê banga dawî: Werin em sibê xwedî li îradeya xwe derbikevin
16:00 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehan: Di salekê de 24 hezar binpêkirin
15:36 GOÇ-ÎZDER’ê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:29 Li Wanê cerdevanek bi awayek guman mir