Rojnamevan Silêman Ehmed 232 roj in girtî ye

  • rojane
  • 09:58 12 Hezîran 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê Roj Newsê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin, piştî 211 rojan agahî jê hat girtin. Parêzeran di 22’yê gulanê de karibûn hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin. Silêman Ehmed 232 roj in di Girtîgeha Dihokê de tê girtin.

Edîtorê beşa erebî ya Roj Newsê Silêman Ehmed roja 1’ê cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karibûn hevdîtinê li gel wî bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 232 roj in di Girtîgeha Dihokê de tê girtin.
 
Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek tejî berovajîkirî de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed "ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê" ye û bi eşkere gefa cezakirinê li Silêman hat xwarin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya ajansê de wek edîtor dixebite.
 
Herî dawî ji ber zextên sivîl yên rojnameger, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navnetewî, roja 22’yê gulanê destûr hat dayîn ku parêzerên wî li Girtîgeha Dihokê hevdîtinê pê re bikin.
 
'HETA NIHA TU TOMET NEHATINE TESBÎTKIRIN' 
 
Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Beşdar Hesen der barê hevdîtina li gel Silêman de agahî da Roj Newsê û got: “Em bi Silêman Ehmed re li odeyekê rûniştin. Di hevdîtinê de Silêman Ehmed spasiya hemû kesên ku ji bo wî hewl dane kir û silavek taybet ji hemû xebatkarên Ajansa Rojnewsê re şand. Her wiha Silêman Ehmed spasiya hemû rêxistin, sendîka, rojnamevan û welatparêzan kir ku hewl dane wî azad bikin. Em gelek keyfxweşin ku me rewşa tenduristiya wî baş dît, tenê daxwaza wî ew bû ku heta serbest bê berdan zextên heyî berdewam bike.”
 
Parêzer Beşdar Hesen diyar kir ku niha li gor madeya 1'ê ya yasaya jimare 21'ê ya sala 2003'yan a Parlamentoya Kurdistanê, ku girêdayî "têkdana ewlekariya netewî" ye, zêdetir ji 7 mehane ji aliyê dadweriyê ve tê ragirtin û got: “Lê belê heta niha tu tomet li ser wî nehatine tesbîtkirin. Me parêznameya wî wergirt û piştre serdana dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Dihokê kir û got deriyê me ji we re wek parêzer vekirî ye.”
 
Beşdar Hesen got: “Emê di demên pêş de ji bo ku doza wî bibin dadgehê xebatên xwe zêdetir bikin û ji xelkê re ragihînin ku çi rojek Silêman Ehmed bê dadgehkirin wê bê berdan. Em geşbînîn ku bi kêfxweşî mizgîniya berdana wî didin. Bi gotina wî, heta niha bi tiştên tê tometbarkirin nehatiye ispatkirin û di dema lêpirsînê de derketiye holê ku bi awayekî fermî çûye rojavayê Kurdistanê û vegeriyaye û xwediyê destûra rûniştinê ye.”
 
ROJA DANIŞÎNÊ DIYAR BÛ 
 
Herî dawî 3’yê hezîranê 1'emîn Dadgeha Sûc a Dihokê roja danişîn dozê ango dadgehkirina Ehmed 30’yê hezîranê diyar kir. 
 
Parêzer Beşdar Hesen der barê doza muwekîlê xwe Ehmed de axivî û wiha got: “Piştî ku destûra hevdîtina bi Silêman Ehmed re hate dayîn, hate erêkirin ku em parêzertiya wî bikin. Dadgeha Sûc ya Duhokê roja 30’yê hezîranê weke roja yekem a rûniştina dadgehê ya doza Silêman Ehmed diyar kir.”
 
Der barê madeya ku Silêman Ehmed pê tê darizandin, parêzerê wî Beşdar Hesen wiha got: “Ew madeya ku muwekîlê me Silêman Ehmed pê tê darizandin, madeya yekê ya yasaya hejmar 21'ê ya sala 2003’yê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye ku taybete bi têkdana ewlekariya Herêma Kurdistanê tê tawanbarkirin.”

Sernavên din

12/06/2024
16:02 Alimên olî: Ji bo ku dengê me bilindtir bibe em ê li Colemêrgê bin
15:51 Dîmenên lêdanê yên melayê ‘sîxûr’ derketin holê
15:28 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:08 ÎHD: Divê qanûnên ku xebitandina zarokan qedexe dikin bên çêkirin
15:07 Faîlê tundiyê Sînan Akay hate girtin
13:40 Di kongreya MEBYA-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan
13:27 Têkildarî giliya rojnamevan a derbarê lêgerîna tazî de biryara neşopandinê
13:03 Dozger ji bo Samast daxwaza demboriyê kir!
12:17 Ji ber berteka nîşanî tecawizkar dabû ceza dan lîstikvan Ezgî Molayê
12:16 AYM’ê têkildarî şopandina hevdîtina parêzer û muwekîl biryara binpêkirinê da
12:12 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
11:55 Gerok Ma li Şemrexê şahiya zarokan li dar xist
11:54 Li Stenbolê li dijî nexweşxaneyeke taybet êrişeke çekdarî
11:41 Ji bo ji qeyûm re bêjin ‘raweste’ bi rê ketin
11:25 Danişîna teqîna li Pasûrê hat taloqkirin
11:23 Zarokê wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
11:12 Pisporan ji bo Meclisa Alman pêşniyar kirin: Tirkiyeyê ji konseyê derxînin
11:06 'Li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê weke karker tê xebitandin’
11:03 'Dixwazin ser cînayeta zarokê karker Haskîro binuximînin’
10:42 Parêzer Nîkbakht: Cezayê li Ozdemîr hatiye birîn cezayekî keyfî ye
10:30 Parêzeran di Doza Tahîr Elçî de eywana dadgehê terikand
09:58 Rojnamevan Silêman Ehmed 232 roj in girtî ye
09:02 Malbata Denîz Poyraz: Keça me di dilê gelê kurd de dijî
09:02 Mitînga Colemêrgê li Qada Otogarê ye: Li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin
09:01 Wê sibê biçin mitînga Colemêrgê: Divê gel xwedî li vîna xwe derkeve
09:01 Çalakiya 'Azadkirina Ocalan' ya girtiyan didome
09:01 Hejmara 'karkeriya zarokan'' her sal zêdetir dibe
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:48 Li Amedê 6 siyasetmedar hatin girtin
11/06/2024
22:45 Berxwedana li dijî desteserkirina vînê didome
20:59 Li Cizîrê mirineke biguman
20:53 Li Colemêrgê kolan bi kolan gel vexwendin mitîngê
20:07 Piştî hevdîtina Ozel-Erdogan MYK'ya CHP'ê civiya
20:00 Di hevdîtina DEM Partî û KE'yê de tecrîd hat gengeşekirin
19:43 Hevdîtina Ozel û Erdogan saet û nîvekê dewam kir
16:23 Bertek nîşanî derbkirina parêzer Kaya dan: Êrişeke li dijî parastinê hatiye kirine
16:22 Nerazîbûn nîşanî êrişa li ser SwingAmedê hat dayîn
16:08 ‘Divê nexweşên Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê neyên mexdûrkirin’
15:39 DBB’ê bertek nîşanî medyaya alîgir da: Em tenê dikarin li pêşberî gel çok deynin
15:31 Sonuk: Qeyûm xizmeta gel nekiriye, ji bo saziyên dewletê xebitî ye
14:09 Danişîna kameraman Akkaya hat taloqkirin
14:08 Ji bo polîsên ku lêgerîna tazî ferzkiribûn daxwaza cezakirinê
14:06 Ji bo mitînga Colemêrgê bang hate kirin
13:11 Zarokê di atolyeya tekstîlê de dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
12:55 Bahçelî dîsa gelê kurd hedef girt
12:46 Bertek nîşanî serokê ku got ‘Em hewl didin şerh deynin ser kurdî’ dan
12:45 Hatîmogûllari ji Erdogan re got: Ma gel tenê dema te hildibijêre dibe gel?
12:28 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza beraeta polîsan hate kirin
12:27 Ji siyasetmedarên binçavkirî pirsa ‘Kurdistan ku dere’ hate kirin
12:09 Di 10 salan de 695 zarok di cînayetên kar de mirin e
12:00 Doza rojnamevan Gok: Şahidekî ‘nepen’ ê nû li dosyayê hate zêdekirin
11:47 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re dîsa serlêdan kirin
11:11 ‘Meşa Demokrasiyê’ li Geverê ye: Dê îradeya gel bi ser bikeve
10:34 Ketina 2 gundên Geverê hate qedexekirin
10:28 Meşvanên demokrasiyê: Heta ku qeyûm biçe em ê têbikoşin
10:25 Qedexeya derketina derveyî welat a Alagaş nehat rakirin
10:14 Li du bajaran êrişî jinan hate kirin
10:13 Di cînayeta Elçî de roja biryarê sibê ye: Hêj guman hene û delîl nehatine komkirin
09:55 Tanrikûlû: Heke îktidar bi xwe bawer e bila sindoqan deyne
09:49 Li dijî xespkirina îradeyê dê di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê bin
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:29 Ji sala 2021'ê ve tu kes di wextê xwe de ji Girtîgeha Sîncanê nehatiye berdan
09:27 Hefteyeke di nobetê de ne: Qeyûm talan û xespkirine
09:09 Siyasetmedar Lezgîn Botan: Tecrîd dibe sedema krîzên piralî
09:07 Li Stenbolê nobeda li dijî tayinkirina qeyûm: Mecbûr in vîna me esas bigirin
09:04 Feminîst li dijî qeyûm in: Em ê dev ji gotina ‘na’ bernedin
09:01 Du birayên girtî bi salane li ber xwe didin û nexweş in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:10 Bi sûrên Stenbolê ve pankarta 'bicehime qeyûm' hat daliqandin
10/06/2024
23:59 Li Stenbolê Nobeta Edaletê: Divê têkoşîna rêya sêyem bê xurtkirin
23:09 Çalakî di roja 7'an de ne: Dest ji tayinkirina qeyûman berdin
22:27 Roja ewil a 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû
20:37 Berdevkê CHP'ê: Qeyûm, qanûna darbeyê ye
19:27 DEM Partiyê li ser meseleya tayinkirina qeyûman serdana 3 partiyan kir
17:40 Colemêrgiyan vexwendin mîtîngê
16:55 Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
16:44 Şofêrê ji Silopiya li Zaxoyê hat kuştin
16:09 Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
15:45 Hevserok Erol îfade da: Wek qanûnî wêneya Erdogan ne ferz e
15:35 Li Cadeya Îstîklalê protestokirina qeyûm
14:52 Li dijî qanûna ‘kuştinê’ derketin: Bela xwe ji heywanan vekin
14:35 Doza tecawizê ya cemaetê taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin
14:12 Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin
14:08 Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir
13:39 Koçyîgît: Heta ku biryara qeyûm tê betalkirin dê têkoşîna me bidome
12:34 Di hilbijartina PE’yê de partiyên rastgir-nijadperest bi ser ketin
12:30 Berteka bihayê dexl û dan: Cotkar nikarin çandiniyê bikin
12:29 Li Wanê lehî rabû gelek ajal mirin
11:32 Namzetên serokkomariya Îranê diyar bûn
11:02 Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 27,2’yê
10:35 TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye
10:07 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir
09:30 Li Rezanê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet tên dayîn
09:14 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
09:01 Meleyên li Amedê: Tayînkirina qeyûmê ser îradeya gel ne caîz e
09:01 Li dora şaredariyên xwe nobedê digirin: Em bên kuştin jî îradeya xwe radestî wan nakin
09:00 Ocalan jê pirsîn û bi hinceta 'li gorî qeydên ewlehiyê tevnegeriyaye' tehliyeya wê taloq kirin
09:00 ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket
09/06/2024
23:45 Ciwanan ji bo şaredariya xwe çalakî li dar xistin