Parêzeran di Doza Tahîr Elçî de eywana dadgehê terikand

  • rojane
  • 10:30 12 Hezîran 2024
  • |
img

AMED -Di danişîna 11'emîn a Doza Tahîr Elçî de dozger der barê polîsên bersûc de daxwaza biryara beraetê bê dayîn dubare kir. Parêzeran xwest delîl bên behevkirin. Piştî parastin û axaftinan parêzeran eywana danişînê terk kirin. 

 
Danişîna 11’emîn a doza derbarê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di 28’ê mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling a navçeya Sûr a Amedê hate qetilkirin de hatiye vekirin li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Di danişîna ku tê payîn dê biryar derkeve de parêzerên dosyayê amade bûn. Hevjîna Elçî Turkan Elçî, Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, gelek serokên baroyan, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan û gelek kes danişînê dişopînin.
 
Polîs Sînan Tabûr, Fûat Tan û Mesût Sevgî ji ber sûcê “biqisûra qestî bûye sedemê mirinê” tên darizandin. Her wiha di dosyayê de tê xwestin ku bersûcê fîrarî Ûgûr Yakişir bi îdiaya “du polîs kuştine û xerakirina yekitiya dewletê” were cezakirin.
 
Polîsên bersûc ku dozger di mutalaya xwe de daxwaza beraeta wan kir, bi ser SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. 
 
Danişîn bi tespîta nasnameyê dest pê kir. 
 
Dozger ango meqamê îdiayê, nêrîna xwe ya der barê esasê de ku pêşkêşî dadgehê kiribû dubare kir. Dozger îdia kir ku Tahîr Elçî bi guleyek nayê zanîn ku ji ku ve hatiye canê xwe ji dest daye û diyar kir ku ne sabît e ku sûc ji aliyê bersûcan ve hatiye kirin. Dozger bi hincetên navborî der barê polîsan de biryara beraetê xwest. 
 
 
 
'DÎMENÊ JI 13 SANIYEYAN PÊK TÊ WINDA YE’ 
 
Birayê Elçî, Mehmet Elçi jî wiha axivî: “Piştî ku Tahîr Elçî got, ‘Ez li vir pevçûn û şer naxwazim’ bi 5 deqîqeyan pevçûn derket. 13 saniyeyê kameraya ku kêliya gule li Tahîr Elçî dikeve hatiye windakirin. Ev dîmen nehatin xwestin. Dozgeran gefê li çend şahidan xwarin û şantajê kirin. Zorê dan şahidan ku dijî Elçî îfade bidin. Ji bo şandeya dadgeha we bûyerê ronî neke çi ji destê wê hat kir. We di danişîna ewil de gefa ku Turkan Elçî ji danişînê derxin xwar. Hûn biryara beraetê dixwazin, lê ev biryara we ne rast e.” 
 
 EREN: EM HEMÛ ŞAHIDÊN CÎNAYETÊ NE 
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî destnîşan kir ku ew 4 sal li benda destpêkirina darizandinê sekinîne û wiha got: “Piştî ku darizandin hat destpêkirin, ji bo bûyer were ronîkirin me gelek daxwazan kir. We hemûyan red kir. Dosyeya Tahîr Elçî çima ewqa girîng e? Çimkî cînayet bi xwe gelek tiştan bi me dida îfadekirin. Cînayetek xeternak e. Li pêşberî bi dehan kamerayan, ro li nîvro serokê baroyekê hat kuştin. Em hemû şahidên vê cînayetê ne. Her kes dizane ku vê cînayetê kiriye. Lê hêzên ku vê cînayetê vedişêrin hene.” 
 
‘TAHÎR ELÇÎ DI ENCAMA SÛÎKASTEK SIYASÎ DE HAT KUŞTIN’ 
 
Eren axaftina xwe wiha domand: “Serokwezîrê dema ku cînayet qewimî got, ‘Nabe ku ser vê bûyerê were girtin, nixumandin’. Çima serokwezîrek vê rewşê rave dike. Çimkî li vî welatî tiştên wiha hene. Ewilî li dijî Tahîr Elçî kampanyaya lînckirinê dest pê kir û paşê daraz jî daxilî vê kampanyayê bû. Em wek parêzerên vê dozê dibêjin; ev dozek sûîkasta siyasî ye. Yê ku pênasekirina sûîkasta siyasî dike ne ez im. Serokwezîrê vî welatî viya got. Serokwezîrê wê çaxê got ev doza qetlîamek sûîkasta siyasî ye. We daxwaza guhdariya li serokwezîrek ku vê pênaseyê dike, red kir. We dest ji kifşa li cihê bûyerê berda. Em ne bawerin ku ji vê dadgehê biryarek adil derkeve. Ji bo ev doz were ronîkirin tu tiştek adilane nehat kirin.” 
 
NERAZÎBÛN NÎŞANÎ MUTALAYÊ DA 
 
Eren nerazîbûn nîşanî mutalaya dozger da û got: “Em ê di encama vê darizandinê de mêzina we ya edaletê bibînin. Rêbaza darizandinê ya doza ceza de di vê dozê de nehat dîtin. Ev mutala ne mutalaya ku pêşkêşî dosyeya Tahîr Elçî bê kirinê ye. Ne meseleya darizandina 3 polîsan e jî. Em dixwazin h^n hemû daxwazan bi cih bînin û li gorî vê yekê em dixwazin hûn biryarê bidin.” 
 
CENGÎZ: 20 SAL JÎ BIDOME EM Ê VÊ DOZÊ BIŞOPÎNIN 
 
Ji parêzerên malbata Elçî, Orhan Kemal Cengîz jî wiha axivî: “Dadgeha ku li vê dozê dinêhire û dozgerên ku lêpirsîna vê cînayetê bi rê ve birin, bi teref in û girêdayî ne. Şahidên ku ji aliyê dozgeriyê ve anîne bi xwe gotin; ya îşkence li wan hatiye kirin an jî di bin zextan de îfade dane. Ji bo ser vê cînayetê binuxmînin çi ji destê wan hat kirin. Ji bo cînayeta Tahîr Elçî neyê ronîkirin ji destê kê çi hat kirin. Hemû daxwazên ku wê bandorê li ser dozê bikin, hatin redkirin. Gelek delîl di vê dozê de hatin tunekirin. Baro, rêxistinên sivîl bi israr vê dozê dişopînin. Ev doz 20 sal jî berdewam bike em ê bişopînin. Wê hemû berpirsiyar hesab bidin.” 
 
YALÇIN: LÊKOLÎNA PÊWÎST NEHAT KIRIN 
 
Parêzer Gamze Yalçin jî destnîşan kir ku di Doza Tahîr Elçî de polîtîkaya “bêcezhiştinê” berdewam dike û got: “Dozger di mutalayê de dibêje, ‘tevî hemû lêkolînan jî delîl nehatine bidestxistin’. Em jî dibêjin li gorî vê îfadeya di mutalayê de, ji bo cînayet were ronîkirin tu lêkolîn nehat kirin. Piştî Tahîr Elçî hat kuştin tu meqamê lêpirsîn û lêkolînek pêwîst nekiriye. Heke li cihê bûyerê delîl bihatana nimrekirin, wê guleya li serê Tahîr Elçî ketiye bihata dîtin û faîl bihatana dîtin. Ji ber ku lêkolîna cihê bûyerê nehatiye kirin û delîl nehatin berhevkirin, delîl hemû hatin windakirin. Piştî cînayetê 4 meh şûnve lêkolîn hat kirin. Heke ne ji rapora Zanîngeha Londrayê bûya, wê dosyeya Tahîr Elçî bi dembihûrînê re rû bi rû mabûya û wê dosye faîl nediyar bihata hiştin. Helwesta meqamên lêpirsînê, bandorê li ser meqamê darizandinê kir. Di qonaxa şopandinê, lêpirsînê de daxwazên me yên bandorê li ser esasê bikirina nehat nixandin û delîl nehatin berhevkirin. We hemû daxwazên me red kirin.” 
 
MOLU: LÊPIRSÎNA BI BANDOR NEHAT BIRÊVEBIRIN 
 
Parêzer Benan Molu jî anî ziman ku Tahîr Elçî heta roja hat kuştin jî tevahiya jiyana wî bi têkoşîna li dijî bêcezahiştinê re derbas bû û got: “Dosye binpêkirina hukmê ‘lêpirsîna bibandor’ hat birêvebirin. Mixabin heta niha jî lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin û encam jê nehatiye girtin. Ev dosye tu zemanî wek dosyeya serokê baroyekî ku destnîşanî azadiya derbirînê dikir nehatiye dîtin. Darizandin li gorî vê yekê nehat kirin.”
 
KOKSAL: BÊYÎ NÎQAŞKIRINA DELÎLAN NABE KU MUTALA BÊ DAYÎN 
 
Parêzer Tugçe Duygu Koksal jî li ber mutalaya dozger rabû û got: “Em vê mutalayê qebûl nakin. Dema meriv li mtualayê dinêre qey meriv dibêje mirovek ji rêzê hatiye kuştin û wisa hatiye pênasekirin. Ev dosye ne dosyeya mirovek kuştî ya ji rêzê ye. Heke dadgehê li cihê bûyerê kifşê bikira wê îro bersûcên cuda jî hebûna. Ne diyar e ku kê Tahîr Elçî kuştiye. Gule jî li holê tune ye. Ser hemû delîlan hat girtin. Ji ber vê yekê nabe ku mutala bê ka ev operasyon çawa hatiye kirin, gule kuştinê kî berdaye û delîl neyên nîqaşkirin, were dayîn. Lê belê dozger mutalaya xwe ya beraetê da. Divê dîmen dîsa bihatana temaşekirin. Divê bûyer dîsa bihata zindîkirin. Ev nehatin kirin. Nehat dîtin ku kê Tahîr Elçî kuştiye. Gule hat dîtin, yanî delîl hatin berhevkirin lê delîl hatin veşartin. Bi vê yekê nahêlin ku ceza were sepandin.” 
 
YAZGAN: ZIMANÊ ÎDIANAMEYÊ ŞERMA VÎ WELATÎ YE 
 
Parêzer Aynûr Tuncer Yazgan jî wiha got: “Di vê dozê de maktulek û ji kesekî zêdetir bersûc hene. Polîsên bersûc çi hewldanê nîşan dane ku bi muhtemeliya qestî tên darizandin. Zimanê îdianameya vê dozê şerma vî welatî ye.” 
 
SAGKAN: TU DAXWAZIYEK MIN JI WE TUNE YE 
 
Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan jî wiha axivî: “Cara ewil e ku em dibînin dozgerek bêyî ku der barê bersûcê bûyerê de lêkolîn bike û ji bo bûyer ronî bibe ketiye nava biryarek leha bersûc. Em çûn û hatin em dîsa hatin serê meseleyê. Kesên ku sifata bersûc li ser wan, a rast wek şahid hatin guhdarîkirin. Parêzerên dosyeyê bi salan têkoşiyan ku ji bo polîs sifata bersûciyê bigirin. Ev 11 celse ne em hemû li vir in. Lê tenê bersûc ne li vir in. Di dosyeyek ewqas krîtîk de, ewqas parêzerên ku pirr micid amadekarî kirine hene, we mafê me yê ku ew bersûc bên darizandin û jêpirsîn ji destê me girt. Em dizanin biryara we pirr zelal e. Jixwe biryar belî ye. Heke we hemû lêkolîn kiribin û ev li gorî wîjdana we be, tiştekî em ê bêjin tune ye. Tu daxwaziyek min ji we tune ye. Nexwê em ê vê dosyeyê bibin dadgehên bilindtir.” 
 
AKTAR: JI BO KU TAHÎR ELÇÎ KURD E BERSÛC NAYÊN CEZAKIRIN 
 
Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî da zanîn ku wî şahidiya roja bûyerê kiriye û wiha got: “Dosyeya Tahîr Elçî ji roja ewil ve nehat ronîkirin. Roja ewil a bûyerê kes neket nava hewldana berhevkirina delîlan. Dozger radibe dibêje, ‘wê bersûc ji gumanê sûdê bigir’. Ev çawa çêdibe.” 
 
Aktar hin wêneyên aydî kêliya bûyerê nîşanî şandeya dadgehê da. Aktar destnîşan kir ku cînayeta Tahîr Elçî ne bûyerek wisa ye ku serê were girtin û delîlên wê bên veşartin û got: “Ji ber vê yekê neçar man dosyeyê vekin. Mantalîteya bingehîn ku bersûc neyên cezakirin ev e; ji berk u Tahîr Elçî kurd e.” 
 
BIRAZIYA TAHÎR ELÇÎ: EM Ê SEKNA WÎ YA BERXWEDÊR BIDOMÎNIN 
 
Biraziya Elçî, parêzer Berfîn Elçî jî got: “Ji ber ku darizandinek adilane nehat kirin, em tiştek ji we naxwazin. Em ê sekn û berxwedana serbilind a Tahîr Elçî bidomînin.” 
 
GUVEN: BAWERIYA EDALETÊ NEMAYE 
 
Parêzer Yakûp Guven jî got: “Li şûna ku emniyet ewlehiyê pêk bîne lê me dît ku emniyet ketiye bin gefan. Edliye cih û meqamên heq û edaletê ne, lê me îro û gelek carên din jî dît ku dadgeh bûne mekanîzmayên sergirtina bûyeran. Ji ber van sedeman êdî baweriya mirovan bi darazê û pêkanîna edaletê nemaye.” 
 
AYDIN: KUJER Û DARAZ HEMÛ YEK IN 
 
Parêzer Cîhan Aydin jî got: “Ji bo me ferqa kesên ku cînayeta Tahîr Elçî pêk anîne û yên ku kujeran diparêzin nîne, ji bo me hemû yek in. Em dixwazin kujerê Tahîr Elçî were dîtin.” 
 
TOKAY: TAHÎR ELÇÎ NEHAT PARASTIN 
 
Parêzer Azîz Tokay jî bal kişand ser pêvajoya gefên li dijî Tahîr Elçî û pêvajoya wî darizandinê û got: “Tahîr Elçî nehat parastinê. Wê aştiya vî welatî parast, lê ew bi xwe nehat parastin. Roja ku hat kuştin, aştî, edalet û hiqûq hat kuştin. Em hemû daxwazên xwe dîsa dubare dikin. Ji bo ku cînayeta Tahîr Elçî jî tev li karwanê cînayetên faîl nediyar nebe, me sond xwariye ku em ê heta dawiyê têbikoşin.” 
 
YETER: DIXWAZIN BI POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ BIQEDE 
 
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter: “Dixwazin bi polîtîkaya bêcezahiştinê vê dosyeyê bigirin. Mafê jiyankirinê yê Tahîr Elçî hebû lê vî mafî ji destê wî girtin. Dibû ku wê rojê her yek ji me jî li wir bûya. Em dixwazin kuştina Tahîr Elçî were ronîkirin. Em tev dizanin mesele çi ye, bila kes kesî nexapîne.” 
 
BEŞTAŞ: DOZ BI DARÊ ZORÊ HAT VEKIRIN 
 
Parêzer Mesût Beştaş: Doza Tahîr Elçî dozek bi darê zorê hat vekirinê ye. Rewşa dozger li ber çavan e. Ev darizandin bi zexta raya giştî tê kirin. Derkevin van kolanan û bipirsin, ‘Kî vê cînayetê kir, çima kir?’ Wê her kes bêje Tahîr Elçî ji ber gotinên anîn ziman, hatiye kuştin. Tu armancek cînayetên siyasî nabe.  
 
Şandeya dadgehê navber da danişînê. 
 
SEROKÊN BAROYAN AXIVÎN 
 
Piştî navbera hat dayîn serokên baroyan axivîn. Seroka Baroya Stenbolê Fîlîz Saraç, Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, Serokê Baroya Enqereyê Mustafa Koroglû, Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, Serokê Baroya Agiriyê Serdar Gunakin jî di danişînê de axivîn û nerazîbûn nîşanî daxwaza ku bersûc bên beraetkirin dan û destnîşan kirin ku ev doz li vê dadgehê naqede û xwestin delîl bên berhevkirin. 
 
XWESTIN HIQÛQ PÊK WERE 
 
Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, Serokê Baroya Gîresûnê Soner Karademîr, Serokê Baroya Bûrsayê Metîn Oztosûn, Seroka Baroya Dêrsimê Fatma Kalsen, Serokê Baroya Qersê Fettah Çapkurt, Serokê Baroya Edeneyê Semîh Gokayas, Serokê Baroya Antalyayê Huseyîn Geçilmez, Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn jî axivîn û xwestin hiqûq bi cih were û bê sepandin û li gorî nirxên gerdûnî biryar bê dayîn. 
 
‘WÊ DI DÎROKA DARAZÊ DE BIBE DOZA HERÎ ŞERM’ 
 
Seroka Baroya Bedlîsê Gulhan Bayram Sekmen, Serokê Baroya Ispartayê Unsal Çankaya, Serokê Baroya Zonguldakê Turker Kapkaç, Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, Serokê Baroya Semsûrê Bîlal Dogan, Serokê Baroya Batman Erkan Şenses jî diyar kirin ku delîlên bûyerê nehatine berhevkirin û heke ev doz bêceza were hiştin dê rê li ber cînayetên nû veke. Serokê baroyan destnîşan kirin ku Tahîr Elçî bi awayek nemerdî, bêbext û xayîn hatiye kuştin û wê ev doz di dîroka darazê de bi awayek xerab cihê xwe bigire. Serokê baroyan xwestin ku biryarek bêteref bê dayîn û ew ne li bendê ne ku dadgeh biryarek adilane bide û lê ew ê ji bo kujerên Elçî bên cezakirin dê bi her awayî têbikoşin. 
 
'39 DAXWAZ HATIN REDKIRIN’ 
 
Parêzer Mahsûnî Karamn jî da zanîn ku bêyî dosye bê lêpirsînkirin, di bin “siya dewletê” de hat birêvebirin û destnîşan kir ku divê lêpirsÎn ji nû ve bê birêvebirin. Karaman anî ziman ku di danişînê de heta îro 39 daxwazên wan hatine redkirin û bi tevî îro ve jî dê bibin 40 daxwaz. Karaman got bêhiqûqiya ku di danişînê de diqewime ew ê qebûl nekin. 
 
Parêzer Mahsûn Bati jî diyar kir ku ew bêhiqûqiyê qebûl nakin û ji ber vê bêhiqûqiyê dadgehê protesto dikin. 
 
Parêzer û beşdarên li eywana danişînê li çepikan dan û eywanê terikandin. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

24/06/2024
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2024'AN
07:48 Xwebûn bi manşeta ‘Rêgeha me azadî ye’ derket
23/06/2024
23:59 Şandeya CHP’ê dê li herêma şewat lê derketî lêkolînan bike
23:59 Şandeya ku ketina wan a Mawayê hate astengkirin banga hestiyariyê kir
22:59 Li Dêrikê şewata li baxçe derket belavî zeviya genim bû
22:52 Aydenîz ji walî û AKP’iyan re got: Em li vir in bila ew bi koma parazvanên xwe re bigerin
20:45 Meteorolojiyê ji bo 6 bajaran hişyariya ‘şewatê’ kir
20:37 Li Qerejdaxê şewat derket
20:32 ÎKK ya TMMOB’ê: Hewldanên DEDAŞ’ê yên tamîrkirinê ji holêrakirina delîlan e
20:03 Li Rihayê barîna barana zêde
19:51 Li Colemêrgê jî şewat derket
19:31 Pêşrapora dozgeriyê: Şewata Amed û Mêrdînê ji ber ceyranê derketiye
19:13 Xebatên lêgerîna ciwanên di Gola Wanê de winda bûye didomin
19:02 Şewata li Bismilê derketibû hate kontrolkirin
18:54 Li Silopiya û Hezexê şewat derket
18:45 Li herêma operasyonê mudaxileya li şewatê tê astengkirin
17:56 SGDF’ê 11’emîn Lijneya xwe ya Giştî pêkanî: Tecrîd bandorê li her qadê dike
17:26 Li Amedê jinek di nava kolanê de hate qetilkirin
16:52 Kaydu piştî 15 salan hate berdan
16:30 Baroya Amedê bang li rayedaran kir: Peywira xwe pêk bînin
15:43 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de peyama israra têkoşîna li dijî tecrîdê
15:06 Rejîma Îranê ciwanekî kurd binçav kir
14:52 Waliyê Mêrdînê û wekîlê AKP’î ji mala şînê hatin derxistin
14:44 TJA çû serdana gundên şewat lê derketî: Encama polîtîkayên şerê taybet e
14:43 Par jî li heman herêmê şewat derket: DEDAŞ biqisûr hat dîtin û tazmînat da
14:29 Li Şemrexê ji ber birûskê şewat derket
13:24 Ji bo kesên di erdhej û şewatan de jiyana xwe ji dest dayîn edalet xwestin
12:56 ‘Bila cihê şewatê weke Herêma Karesatê bê ragihandin’
12:51 Li gundên Xîzanê operasyona leşkerî hate destpêkirin
12:45 Şewata li Hezexê hat kontrolkirin
12:42 Operasyona leşkerî ya li Mawayê hate berfirehkirin
12:37 Odeya Endezyarên Ceyranê: Xozan tune ye, tevdîr nehatine girtin
12:11 Rastî û hûrguliyên piştî şewatê
12:09 Li Şirnexê wesayîta cerdevanan qeza kir: Cerdevanek mir
11:32 Bîlançoya cejnê: Di 8 rojan de 68 kes mirin
11:25 Li xaka kurdan nêzikatiya cotstandartî
10:56 Li dijî Starbucks û Burger Kingê êriş hate kirin
10:52 Di berxwedana li dijî qeyûm de qonaxeke nû: Ji Stenbolê heta Colemêrgê Meşa Rêzgirtina ji bo Îradeyê
10:20 Pêşrapora têkildarî şewatê: Li Mêrdînê beşa tedawiya şewitînê nîne
09:34 Hejmara 69’an a Kovara Jînê derket
09:23 Li Îzmîrê du xwişkan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:14 Gundiyên bertek nîşanî walî dan hatin derbkirin: Walî neçar ma ji gund derkeve
09:05 Li Mêrsînê cînayet: Pergal kuştina jinan teşwîq dike
09:02 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 210 roj li pey xwe hişt
09:01 Li Rihayê 57 donim zevî ji ber stûnên ceryanê bûye arî!
09:00 ROJEVA 23’YÊ HEZÎRANA 2024’AN
22/06/2024
23:28 Nobeda li Stenbolê di roja 15'emîn de ye
23:17 Di çalakiyên nobetê de banga ‘vîna gel nas bikin’
22:45 Li 8 gundên Hezexê şewat çêbû
21:01 Ji ber bombebaranê li Mawayê şewat
19:29 Li gelek deverên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
16:44 Li Dêrikê ji bo şerê malbatan mezin nebe bang li siyasetmedaran hat kirin
16:20 DEDAŞ’ê giliyê wî welatiyê ku wê berpirsiyar nîşan dabû kir
16:05 Jinan li Baselê 1300 name ji CPT’ê re şandin
16:02 Li dijî cezayê darvekirina lawê xwe banga xwedî derketinê kir
15:30 Cezayê darvekirinê yê repbêj Tumac Salihî hat betalkirin
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Ozbay û Taşar bên berdan
15:08 Şewata ku li Bismilê derket hat kontrolkirin
14:49 Ji 3 bajaran bang kirin: Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin
13:54 Hevşaredarê Şemrexê ku 10 xizmên wî di şewatê de mirin: DEDAŞ li vir pirsgirêkek mezin e
13:18 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Zekî Dogan pirsîn
13:13 DBP û DEM Parti li herêma şewatê ye: Berpirsiyar DEDAŞ e, bila ev der wek ‘herêma afetê’ bê ragihandin
13:11 Dîrekên ku DEDAŞ’ê digot ‘tune’ ne hemû li cihê şewatê ne
12:24 Şahidê ku meta wî şewitî ye: Bila derewan nekin sedema şewatê ceyran e
12:13 Hêzên Îranê kolberek kurd qetil kirin
11:40 Baroya Amedê giliyê parvekirinên nijadperest kir
11:16 Wezareta Karên Navxweyî: Me sedema şewatê tespît nekir
11:10 Li Hîlwanê du malbatan li hev xist: 3 mirî 4 birîndar
10:47 Hejmara miriyên şewatê gihîşt 14 kesan
10:36 Cenazeyê Erdemcî di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:32 Guneş: Leşkeran rêya diçû herêma şewatê girtibûn hawar negihîşt wir
09:18 Ji CHP'ê banga mitînga 'em ê rê nedin qeyûm': Em dikarin bi têkoşîna hevpar ji heq wê derên
09:05 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:04 'Heya tecrîd ranebe em ê têbikoşin'
09:02 Li nexweşxaneya bajêr îdiaya 'destavêtinê'
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Zeynep Ozkan a li Mawayê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
08:16 Şewata li herêma Omeriyan hat vemirandin
08:03 Hejmara miriyên şewata Çinarê û Şemrexê gihîşt 13 kesan
21/06/2024
23:59 Navê kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
23:59 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 12
23:11 Nobetên li ber şaredariyan didomin
20:24 Cenazeyên kesên ku li Mawayê jiyana xwe ji dest dan ji nexweşxaneyê hatin girtin
20:15 4 welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
20:06 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Heya tecrîd ranebe wê têkoşîn bidome
18:22 Rêveberê DEM Partiyê yê Gimgimê jiyana xwe ji dest da
18:17 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
16:09 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 11 kes
15:50 Hasan Demîr ê di şewatê de birîndar bûbû wefat kir
15:47 Şewata li Artûklû û Şemrexê hat kontrolkirin
15:39 Berdana girtiyê 30 salî 9 meh hat taloqkirin
15:18 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 6 kes hatin berdan
14:34 Şeniyên gundê Tobiniya şewitî: Sedema şewatê DEDAŞ û qereqol in
14:29 Têkildarî şewatê lêpirsîn hat destpêkirin
14:23 Li Erxeniyê zeviyên çandiniyê şewitîn
13:53 Ji bo tedawiya sewalên birîndar bang li beytaran hat kirin
13:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û şer berdewam dike
13:19 Şewat li qada 66 kîlometre belav bûye
13:18 Şahidê şewatê: Heke zû mudaxile bihata kirin wê ewqas mirov nemirina
12:29 DEM Partî: Carek din desthilatdarî û dewlet ne li cem gel bû