Wê li ber CPT'yê daxwaza 'azadî ji Ocalan re' biqîrin

  • rojane
  • 09:05 14 Hezîran 2024
  • |
img

AMED - Hevserokê KON-MED Almanyayê Kerem Gok diyar kir ku wê di 25'ê hezîranê de li ber CPT'yê bi daxwaza "Azadî ji Abdullah Ocalan re" daxuyaniyeke girseyî bidin û got: "Divê em li her qadê li dijî tecrîdê bitêkoşin." 

Tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, di meha 39'an de ye. Kampanyaya gerdûnî ya ku di 10’ê cotmeha 2023’yan de bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Ocalan, misogerkirina azadiya wî ya fizîkî û çareseriya pirsgirêka kurd hatibû destpêkirin, bi çalakiyên cur bi cur didome. Yek ji cihên çalakiyan welatên Ewropayê ye. Di vê çarçoveyê de wê di 25'ê hezîranê de, di 12'emîn salvegera nobeda "Azadî ji Ocalan re" ku li ber Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hatibû destpêkirin, çalakiyeke girseyî bê lidarxistin. Dê bang li CPT'yê bê kirin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne.
 
Hevserokê Konfederasyona Civakên Kurdistanê (KON-MED) a Almanyayê Kerem Gok li ser çalakiyên ku dê li dar bixin axivî.
 
ARMANCA TECRÎDÊ
 
Gok anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê ne li derî polîtîkayên êrişê yên li ser kurdan e û got: "Polîtîkaya tecrîdê ya Tirkiyeyê ya li dijî birêz Ocalan ne ji rêzê ye. Dewleta Tirkiyeyê got, dibêje 'me kurd qir kirin, asîmle kir. Lê tu feraseta neteweyî li wan peyda kir û tu careke din hatî cezakirin. Me li Tirkiyeyê got yek welat, yek ala, yek netewe. Me yek netewe ava kir. Te pergala me tune kir.' Ev polîtîkaya tecrîdê ya Tirkiyeyê tolhilanîn e. Fikr û paradîgmaya birêz Ocalan wekî tehdîdekê dibînin. Bi tecrîdê dixwazin fikrên birêz Ocalan negihên civakê." 
 
ÇALAKIYA 25'Ê HEZÎRANÊ
 
Gok destnîşan kir ku kurd û dostên wan di vê demê de tecrîdê qebûl nakin û got: "Em dixwazin bi ravekirina fikra Ocalan tecrîd rabe. Me di 12'ê Hezîranê de çalakiyên bêîteatiya sivîl pêk anîn. Di 25'ê Hezîranê de çalakiya azadiya Ocalan ku ketiye sala xwe ya 12'an li ber CPT'yê bi awayekî girseyî bidomînin. Em panel, semîner û xebatêb civakî yên li Ewropayê li da dixin, pêwendiya wan bi tecrîdê re datînin. Me bi kesên ku li seranserê cîhanê tên naskirin kampanyaya îmzeyê da destpêkirin. Me kampanyaya 100 hezar kartpostal ku wê ji Îmraliyê re bên şandin didomînin. Heya tecrîd bi dawî nebe wê çalakiyên me bidomin." 
 
BANGA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Gok diyar kir ku divê kurd û dostên wan ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê mezin bikin û got: "Eger em erk û berpirsyariyên xwe bi cih neynin, em ê berpirsyariya xwe li ser milê birêz Ocalan bihêlin. Banga me ya ji bo gelê me û dostên me ev e; di sedsala 21' de statu û mafên zêdetirî 60 mîlyon kurdî nehatiye naskirin. Ev şerm e. Yê ku vê statuyê pêk bîne jî, birêz Ocalan e ku di bin tecrîdeke giran d eye. Ji bo şikandina tecrîdê divê em li her qadê têbikoşin."
 
MA / Delal Akyuz

Sernavên din

26/06/2024
08:59 Li Kanîreşê erdhej çêbû
25/06/2024
21:42 Rapor berpêşî Tûnçê ku tecrîdê red kir kirin
21:38 Huda Kaya hat tahliyekirin
19:39 Li Xarpêtê jinek hat qetilkirin
18:12 Li Colemêrgê nobeta li dijî desteserkirina vîna gel
17:31 Ekolojîst li herêma şewatê ne: Têkoşîna ekolojiyê bivênevê ye
17:17 Doza êrişa zayendî: Dozgerê nû ceza xwest
17:05 Kazim Koyûncû hate bîranîn: Xwest em xwedî li jiyana xwişk û biratiyê derkevin
16:54 Di salvegera 'Nobeda Azadiyê' de ji bo Îmraliyê banga navneteweyî hat kirin
16:16 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Şewat ji têlên ceyranê derket!
16:14 Şêniyên Kelekê bertaka ‘dewlet tunebû’ nîşanî şandeya AKP’ê dan
16:09 Li Wanê keviyên berfê yên li ser rêyan hatin paqijkirin
15:59 Li Xezeyê zêdetirî 200 xebatkarên alîkariya mirovî hatine kuştin
15:47 DEM Partiyê belavokên mitînga ‘li dijî qeyûm’ belav kirin
15:42 Ozel: Rapor nîşan didin ku şewat ji ber xemsariya DEDAŞ’ê derketiye
15:36 Jinan bertek nîşanî komkujiyan dan: Berpirsyar îktîdara AKP-MHP’ê ye
15:28 Wesayîta karkeran qeza kir: 3 jê bi giranî 8 kes birîndar bûn
15:21 Daxwaza girtina keyayê bi îstîsmarkirina zarokê tê sûcdarkirin hat redkirin
15:20 ÎHD’ê ji bo mafên penaberan pêşniyarên çareseriyê yên lezgîn pêşkeş kirin
15:17 Cenazeyê Dag a li Kercewsê jiyana xwe ji dest dabû li nexweşxaneyê tê sekinandin
14:29 Rojnamevan Sezgîn Kartal beraet kir
14:17 Li Girtîgehên Sûlûca û Alanyayê binpêkirinên mafan
14:05 Di agirkujiya DBB’ê de rewşa seferberiyê: Destûr hatin betalkirin
13:26 Serokê CPT’ê yê berê Palma: Divê ji bo Ocalan bikevin nava hewldanan
13:18 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:52 Bahçelî li Meclisê aciz bû
12:43 Bakirhan: Berpirsiyarê sereke yê felaketa şewatê DEDAŞ e
12:30 Dermankirina sewalên birîndar didome
12:26 Bahçeliyê nedikariya xwe li ser pêyan bigire êrişî Baroya Amedê kir
12:26 Danişîna rojnamevan Kaya hat taloqkirin
12:16 Duyemîn Doza Kobanê dest pê kir: Em bi tenê jî bimînin dê derewan nekin
12:04 DTSO’yê ji waliyê Amedê re got: Em heqê xwe li te helal nakin
12:00 Hevşaredar Bucak: Qeyûm ji bûdçeya agirkujiyê 8 milyon TL şandiye
11:31 Delalê pîrik û dayika xwe: Şêxmûsê mino
10:47 Pankarta ‘qeyûm bicehime’ bi Kuleya Galatayê ve kirin
10:42 Li ‘Biaxive, tu ji ku yî’ doz hate vekirin: Bikaranîna deng hatiya astengkirin!
10:39 Rojnamevan Oremar: Li Îranê kurd dê neçin ser sindoqan
10:12 Hatîmogûllari: AKP’ê ji bo ku nekarî bi kurdan serî bide tewandin ev doz vekir
09:55 Serokê DTSO’yê Kaya: Em ê nehêlin ku aramiya bajarê me were xerakirin
09:35 Limîta kişandina pereyan a ji ATM'ê hate zêdekirin
09:31 Hinceta cezayê ku li rojnamevanan hat birîn: Bi nûçeyan moral geş kirine!
09:25 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:12 Ji nûnerên sendîkayan banga mitînga Kartalê
09:11 Rewşenbîrên kurd: Armanca qeyûman nenaskirina hebûna kurdan e
09:05 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê di meha 40'emîn de ye
09:02 ‘Vîna gelê Colemêrgê em in û em li vir in’
09:01 Li Gabarê hewşa malê veguherandin qereqolê!
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:53 Tirkiye leşkeran sewqî Amediyeyê dike
08:52 Li Manîsayê bi pileya 5.0’ê erdhej çêbû
24/06/2024
23:43 Di nobeta Stenbolê de bal kişandin ser şewatên li Amed û Mêrdînê
22:15 'Wê qeyûm û desthilat tev de biçin'
20:11 Şandeya CHP’ê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir
16:42 Li ber girtîgehan bang kirin: Tecrîd yekane astengiya li pêşiya aştiyê ye
16:41 DEM Partiyê ji bo şewata Amed-Mêrdînê pêşniyaza ‘herêma karesatê’ kir
16:32 397 êzidî vegeriyan Şengalê
16:25 Seroka daîreyê ya qeyûm tayînî Midûriyeta Bajar a ÎŞKUR’ê hat kirin
16:12 Di doza êrişa zayendî de tê payîn ku sibê biryar were dayîn
16:09 31’emîn salvegera Komkujiya Madimakê: Me ji bîr nekir dê nedin jibîrkirin
15:29 Li Edeneyê 12 girtî sewqî Girtîgeha Tîpa Y a Sulucayê hatin kirin
14:42 16 kesên êrişî Starbucks û Burger Kingê kiribûn hatin binçavkirin
14:39 Derheqê 3 kesên biryara ‘Operasyona Vegera li Jiyanê’ dabûn serlêdana sûc hat kirin
14:25 Bêyî ku biryara dadgehê hebe ji bo hevşaredaran biryara qedexeya derve
13:55 Cenazeyên HPG’iyan bi roja ye li morgê tên sekinandin
13:53 Şandeya CHP’ê li herêma şewatê ye: Dozger vexwendin peywîrê
13:50 Ji herêma operasyonê 2 cenaze anîn nexweşxaneya Êlihê
13:46 Li Slovenyayê ‘Rojên Diyaloga bi Abdullah Ocalan re’ hat lidarxistin
13:44 Koçyîgîtê ji desthilatê pirsî: Bi DEDAŞ’ê re têkiliyeke we ya çawa heye
13:36 Platforma Bajêr: Bila têkildarî êrişan lêpirsîn bê destpêkirin
13:28 Li Girtîgeha Amedê 32 girtî ji xwarinê jehrî bûne!
13:18 Ciwanê di Gola Wanê de winda bûye hêj nehate dîtin
13:08 Encumenên DEM Partiyê çûn şaredariyê: Me muxatab nedîtin
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan dê li ber CPT’yê bi girseyî daxuyanî bê dayîn
13:05 Duyemîn Doza Kobanê sibe dest pê dike
12:27 Bîlançoya tundiya zilam a 3 rojan: 9 jin hatin qetilkirin
11:21 Li Bedlîs û Sêrtê operasyon: Daristan tên bombebarankirin
11:20 Li Elkê pêvçûnên dijwar diqewimin
11:18 Di êrîşa li Dagistanê de 4 sivîl û 15 polîs mirin
11:07 Tîryakî: Wezaretê ji bo gelek hevşaredaran biryara qedexeya derketina derve da
11:05 Dema du bira û pismamê wan xwest şewatê vemirînin jiyana xwe ji dest dan
10:41 Ji Weşanên Aryen û Sînê 4 pirtûkên nû derçûn
10:37 Kêliya êrişê vegot: Xwestin midûrê kargehê lînç bikin
10:09 Banga beşdariya mitînga li dijî qeyûm: Em peyamek xurt bidin zîhniyeta mêtinger
09:58 Cenazeyê jina winda di Çemê Zapê de hate dîtin
09:57 HUDA PAR’î êriş dikin, polîs temaşe dikin!
09:56 Dîmenên şewata ji ber têlên ceyranê derketî derketin holê
09:24 Bîlançoya şewatê: 924 heywan mirin e, qada ji 14 hezar 900 dekar pêk tê şewitî ye
09:04 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 211’an
09:03 Doç. Dr. Yilmaz: Heke em welatekî azad bixwazin divê em pirsgirêka kurd çareser bikin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2024'AN
07:48 Xwebûn bi manşeta ‘Rêgeha me azadî ye’ derket
23/06/2024
23:59 Şandeya CHP’ê dê li herêma şewat lê derketî lêkolînan bike
23:59 Şandeya ku ketina wan a Mawayê hate astengkirin banga hestiyariyê kir
22:59 Li Dêrikê şewata li baxçe derket belavî zeviya genim bû
22:52 Aydenîz ji walî û AKP’iyan re got: Em li vir in bila ew bi koma parazvanên xwe re bigerin
20:45 Meteorolojiyê ji bo 6 bajaran hişyariya ‘şewatê’ kir
20:37 Li Qerejdaxê şewat derket
20:32 ÎKK ya TMMOB’ê: Hewldanên DEDAŞ’ê yên tamîrkirinê ji holêrakirina delîlan e
20:03 Li Rihayê barîna barana zêde
19:51 Li Colemêrgê jî şewat derket