NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li gelek bajar û navçeyan şîn danî. Serdanên ji bo şînê didomin. Di serdanan de hate gotin ku dê têkoşîna Onder bê mezinkirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, li gelek bajar û navçeyan şîn danîbû. Serdanên ji bo şîna Onder ên li gelek bajaran didomin.
ŞIRNEX
Ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder li Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Hezexê, Silopiya, Qileban û Elkê şîn hatibû danîn û serdanên girseyî yên ji bo şînê îro jî berdewam kirin.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li Hezexê wêneyê Onder ê bi nivîsa “Em te ji bîr nakin” ber bi avahiya DEM Partiyê ve meşiyan û çûn serdana şînê. Dayikan, dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. Li cihê şînê deqeyek rêz hate girtin û dayikan sersaxî xwestin. Şînên li Cizîr û Silopiyayê jî bi girseyî hatin ziyaretkirin.
AMED
Şîna li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê hatiye danîn di roja 3’yan de didome. Îro jî gelek nûnerên saziyan û welatî çûn serdana şînê. Rêveberiyên AKP, Partiya Saadetê û KDP’ê yên Amedê jî hatin serdanê. Di serdanê de sersaxî ji bo malbata Onder û hezkiriyên wî hate xwestin. Şîn, piştî dayina mewlûdê hate bidawîkirin.
RIHA
Li Rihayê jî şîna Onder di roja duyemîn de berdewam kir. Li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê wêneyê Onder hate daliqandin û ziyaretvanan jî çîçek danîn ser maseya wêneyê Onder li ser bû. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û welatî hatin serdana şînê. Di dema serdanê de welatiyan hestên xwe li lênûska ji bo bîranîna Onder danîbûn wir, nivîsandin. Şîn, dê sibe were bidawîkirin.
Li rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Serêkaniyê, Wêranşar, Sêwreg, Hewag, Xelfetî, Pirsûs û Bêrecûkê jî şîn hatin danîn.
MELETÎ
Rêxistina DEM Partiyê ya Meletiyê jî li qada konteynira ku weke avahiya rêxistinê ya bajar tê bikaranîn, konê şînê vegirt. Saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî hatin serdanê. Kesên hatin serdana şînê têkildarî aştî û demokrasiyê axivîn.
EDENE
Şîna li avahiyên rêxistinên DEM Partiyê yên Edene û navçeyên wê Ceyhan, Yuregîr û Çukurovayê hatibûn danîn îro jî domiya. Li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê posterê Onder hate daliqandin. Li ser posterê Onder nivîsa “Qasidê aştiyê Sirri Sureyya Onder. Em ê te ji bîr nekin.” hatibû nivîsanidn.
Nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî hatin serdana şînan.
MÊRSÎN
Li Mêrsînê jî li avahiya DEM Partiyê ya bajar û navçeyên wê şîn hate danîn. Bi sedan welatî, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî hatin serdana şînê.
ANTALYA
Rêxistina DEM Partiyê ya Antalyayê jî li avahiya xwe şîn danî û bi dehan welatî hatin serdanê. Li avahiya partiyê, pankarteke ku wêneyê Onder li ser hebû û maseyeke qurnefîl li ser hatibûn bicihkirin hate amadekirin. Li gel welatiyan, partî û rêxistinên çep sosyalîst jî hatin serdanê.
ÎZMÎR
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê jî di roja duyemîn de ji bo Onder şîn danî. Rêveberên DÎAYDER’ê, Şaxa DAD’ê, Platforma Demokrasiya Sosyalîst, rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Balçova, Karşiyaka û Narliderereyê û gelek welatî hatin serdanê. Di şînê de ziyaretvanan bal kişandin ser têkoşîna aştiyê ya Onder.
Endamê DÎAYDER’ê Cuneyt Laloglû di şînê de got ku Onder li rex gelê Kurd cih girt lewma gelek zehmetî kişandine. Laloglû, got: “Mîna hunermendên din dikariya jiyanake luks bijiya. Lê wî li cem gelekî dihat înkarkirin cih girt û bedela wê da. Lewma gelê Kurd zarokekî xwe winda kir.”
Berdevkê DÎAYDER’ê Ferzende Denîz jî got ku Onder tevahiya emrê xwe fedayî têkoşîna aştiyê kiriye.