ENQERE - Siyasetmedarê dîl girtî Alp Altinors diyar kir ku di navbera Dozên Gezî û Kobanê de tu ferq nîne û wiha got: “Komara Demokratîk fikra hevpar a çîna karkeran û gelê kurd ê bindest e. Duh HDP û îro jî DEM Partî, partiyên vê fikrê ne.”
Di Doza Kobanê de ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş jî di nav de 108 tê de hatin darizandin, di 18’ê gulanê de biryar hat dayîn. Di dozê de derbarê siyasetmedarên dihatin darizandin de ji 10 salan heta 42 salan cezayên hefsê hatin dayîn. Bi ser biryara hate dayîn re mehek derbas bû. Gelek beşên civakê bertek nîşanî biryarên hatin dayîn dan. Parastinên endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîstên jin ji destpêka pêvajoya darizandinê heta dawiyê li eywanên dadgehê mohra xwe li darizandinê dan. Her wiha piştî cezayên giran ên dadgehê dane mijara herî zêde hate rojevê bû girîngiya xeta “têkoşîna hevpar” ku yek ji esasên siyaseta HDP’ê ye.
Yek ji siyasetmedarên girtî Bulent Parmaksiz di pirtûka xwe ya bi navê “Di bin heman asîmanî de Gezî û Kobanê” ku di pêvajoya dozê de nivîsî de îşaret bi vê mijarê dike. Parmaksiz, derbarê têkiliya dîrokî ya di navbera her du xet û pêvajoyan de vê nirxandinê dike: “Berxwedanên Gezî û Kobanê weke du rûyên madalyonekê ne. Ev têkilî nikarin ji hev bên qetandin. Nexasim li ser bingeheke çînî were avakirin. Gezî û Kobanê di esasê xwe de xwişk û biratiya çînî ye.”
“Têkiliya” ku Parmaksiz îşaret lê dike çima ji aliyê desthilatê ve hedef hate girtin. Yek ji siyasetmedarê dîl girtî Alp Altinors ku di dozê de ceza lê hate birîn tiştên qewimîn ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
TOVÊN NEFRETÊ HATIN ÇANDIN
Altinors diyar kir ku bi Doza Komployê ya Kobanê ji destpêkê ve girtina HDP’ê, belavkirina tifaqa mûxalefetê ya di hilbijartinên 2023’yan de û dizaynkirina siyaseta Tirkiyeyê hate hedef girtin û got: “Hedefa din jî ew bû ku Selahattîn Demîrtaş ê divê bi biryara DMME’yê were berdan li hundir bigirin. Ev doz dozeke siyasî ye, tevgereke tepisandinê bû. Siyaseta legal, demokratîk hate tepisandin, mafê azadiya ramanê û mafê protestoya demokratîk hate binpêkirin. Ji xwe biryar jî bi wê naverokê derketin. Hate xwestin ku pêşveçûna HDP’ê ya di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de benda hilbijartinê ya ji sedî 10 derbas kir, bi vê dozê were astengkirin. Doza girtinê jî lê zêde kirin û HDP hate krîmînalîzekirin. Her wiha bi lînca medyayê ya didome, ev tirs li civakê belav bû. Tovên nefretê hatin çandin. Wan tovên nefretê encamên jehrî yên weke êrişa çekdarî ya li dijî avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê û qetilkirina malbateke kurd a li Konyayê derxistin holê. Di doza komployê ya Kobanê de ji civakê re derew tên gotin. Ev doz bi tu cînayet û çalakiyeke tundiyê re ne eleqedar e. Ev doz têkildarî yek twîteke ku naveroka wê banga li dijî DAIŞ’ê ye. Di encamê de ji twîtekê re 22 sal û nîv cezayê hefsê hate dayîn.”
MHP DI NAVA DEWLET Û DARAZÊ DE SERWER E
Altinors bal kişand bandora MHP’ê ya li ser Erdogan û axaftina xwe wiha domand: “Çawa ku Cemaeta Fethûllah Gulen, di pêvajoyên doza KCK’ê, Ergenekonê û Balyozê di nava dewletê û darazê de serwer bû qadroyên MHP’ê û ulkucu jî di pêvajoya Doza Komployê ya Kobanê de di nava dewletê û darazê de serwer bûn. Niha jî naxwazin dev ji vê serweriya xwe berdin. Dayîna cezayên giran ên di doza komployê ya Kobanê, pişt re bikaranîna van cezayan a weke bingeheke ji bo doza girtinê, dema HDP hate girtin vê carê bi hinceta ku berdewama HDP’ê ye li DEM’ê bê vekirin yekane siyaseta Bahçelî ye. Heke di pirsgirêka kurd de tengezarî kêm bibe serdestiya MHP’ê û ulkucuyan a di nava dewletê de nikare were domandin. Li Enqereyê komediyeke trajîk tê pêşkeşkirin. Bahçelî di dozên ku MHP di nav de ye banga dewleta hiqûqê dike. Ji bêhiqûqiya şahidê nepen gazinan dike. Di cînayeta Sînan Ateş de sûcê organîze tê veşartin. Tê xwestin ku çeteya Ayhan Bora Kaplan were xelaskirin lê dema mijar dibe HDP îfadeyên şahidên nepen dibin rastî. Faşîzm nerm nabe, asayî nabe. Ew encax bi têkoşîna gel dikare were têkbirin. Me di 1’ê Gulanê de, di Doza Can Atalay de, zemnekirina mûçeyê kêmtirîn de di bihayên çayê yên kargehan de, di sefaleta li teqawîdan rewa tê dîtin de, di vê dozê de û hwd. dibînin ku desthilat dixwaze çi asayî bike.”
DI SERDEMA NÛ DE KARÊ DESTHILATÊ HÊJ ZORTIR E
Altinors wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girîng bû ku Serokê CHP’ê Ozgur Ozel got ku Doza Komployê ya Kobanê dozeke siyasî ye. Helwesta wî ya li Wanê û Colemêrgê li dijî qeyûm bi naverokeke demokratîk bû. Rê li ber piştevaniyê vedike. Ev hemû nîşan didin ku di serdema nû de karê desthilatê hêj zortir e. Ez hêvî dikim ku CHP vê xeta xwe ji piştevaniyê wêdetir bibe û veguherîna polîtîkaya çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk.”
HATE ARMANCKIRIN KU YEKITIYA DI NAVBERA SOSYALÎSTAN Û KURDAN WERE BELAVKIRIN
Altinors, diyar kir ku bi Doza Komployê ya Kobanê bi taybetî hate armanckrin ku yekitiya di navbera sosyalîstan û tevgera siyasî ya kurd were belavkirin û ev tişt gotin: “Di encamê de sosyalîstên HDP’î ji gotinên xwe venegeriyan. Bangên xwe înkar nekirin û ev yekîtî di nava 4 salên ku me di zindanê de di bin gefa cezayê giran de derbas kir hîn zêdetir xurt bû. Dibe ku HDP were girtin jî lê fikriyata HDP’ê ji vê dozê bi xurtbûnê derketiye. Tenêtî pirsgirêka me ya sereke bû ku di nava 4 salan de tu carî dest ji me berneda. Em her tim bi tenê bûn. Me heqîqet bi tena serê xwe li eyanan qêriya. Bi lînckirina medyayê û gotinên ‘Kujerên Yasîn Boru’ dîwarên ji qeşayê li dora vê dozê hatin lêkirin. Wan dîwarên ji qeşayê dostên me dûr xistin. Tevî ku me hewl da em wan dîwarên qeşayê bi hêlmê bihelînin jî, zêde sûd neda. Niha biryar hatine dayîn û em ê bi îhtîmaleke mezin vegerin rewşa berê. Herkes dê her tim behsa Doza Geziyê bike lê behskirina ji Doza Komployê ya Kobanê dê dîsa ji çend mirovên wêrek re bimîne. Lê belê di nava van her du bûyeran de cudahiyeke herî biçûk jî nîne.”
DUH HDP ÎRO JÎ DEM PARTÎ PARTIYÊN VÊ FIKRÊ NE
Altinors, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Efrîkaya Başûr ji serokê gelê reşik Nelson Mandela re pirsî ne ‘Hûn çima bi komunîstan re ne?’ Mandela jî ev bersiv daye ‘Ez ne komunîst im lê tenê komunîstan em fêm kirin’. Îro jî yên li rojavayê Tirkiyeyê bêyî berjewendî û bi têkiliya rêhevaltiyê bi gelê kurd re mil bi mil dimeşin sosyalîst û komunîst in. (Ji bilî şovenên civakî yên ketine pey dewletê). Berovajiyê wê çîna karkeran a Tirkiyeyê jî di têkoşîna xwe ya li dijî çînên serwer ên mêtînger de dikare baweriya xwe bi piştgiriya gelê kurd bîne. Komara demokratîk, polîtîk û azad fikra hevpar a çîna karkeran û gelê kurd ê bindest e. Duh HDP û îro jî DEM Partî, partiyên vê fikrê ne.”
MA / Firat Can Arslan