STENBOL - Di nobetali Stenbolê de ku di roja 17’an de berdewam dike, şewatên ku li Amed û Mêrdînê derketine hatin bibîrxistin û hat destnîşankirin ku ew ê li dijî her cure polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin têbikoşin.
Çalakiya nobetê ya Hêzên Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê dabû destpêkirin di roja 17’an de berdewam kir.
Di çalakiya nobetê de tîşortên bi nivîsa “Qeyûm biciheme” li xwe kirin û pankarta "Taksîm, Colemêrg ya me ye, qeyûm biciheme” hatin vekirin. Di nobetê de dirûşmên “Bijî berxwedana Colêmergê" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.
Di çalakiyê de Hevserokê Meclîsa Ekolojiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Îbrahîm Akin axivî û bal kişand ser berpirsyariya saziyên dewletê yên di şewatên li herêma navbera Amed û Mêrdînê de derketiye û diyar kir ku ev yek qirkirina ekolojiyê ye. Akîn got, “Encamên nêzîkatiya dewleta xemsar li holê ne. Di encamê de qadeke 66 kîlometre şewitî û bi hezaran mirovên me li wir birîndar bûn. Em dagirkeriya fermî ya li ser sewal, erd û ava gelê xwe şermezar dikin.
POLÎTÎKAYÊN QEYÛMAN JI ÊRÎŞÊN EKOLOJIYÊ NE CUDA NE
Hevseroka DEM Partiyê ya Gazîosmanpaşayê Rukiye Adiguzel diyar kir ku 17 roj in nobetê bi coş didomînin û got, “Wek ku em biçin cejnê em tên vir. Taybetmendiya herî girîng a mirovbûnê ew e ku difikire, tiştên difikire tîne ziman û xwedî keda xwe, paşeroj û vîna xwe derdikeve. Heta em aştî, wekhevî û demokrasiyê bînin vê erdnîgariyê wê têkoşîna me li her qadê bidome.”
Hevberdevka Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol jî diyar kir ku divê li Tirkiye û Kurdistanê têkoşîneke ekolojîk a rêxistinkirî û hevpar bê meşandin. Derya Akyol anî ziman ku li Kurdistanê bi gelek êrîşên weke şewitandina daristanan û rûxandina ekolojîk re rû bi rû ne û got, “Polîtîkayên qeyûman ji êrîşên ekolojîk ne cuda ne. Em ê her tim li dijî van polîtîkayên şerê taybet têbikoşin.”
Di çalakiyê de endamê Partiya Çep a Keskan MYK'ê Nacî Sonmez gotina dawî kir. Sonmez da zanîn ku polîtîkayên qeyûman ne pratîkeke nû ye û got, "Şaredarê di sala 1979'an de li Êlihê hat hilbijartin 30 roj şûnde hat qetilkirin, Terzî Fîkrî jî li Fatsayê bi dengê gel hat hilbijartin û li girtîgehê hat qetilkirin. Wê têkoşîna me li dijî vê yekê bidome.”
Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.