MÊRDÎN - Di Şewata li Çinarê û Şemrexê de xortê herî ciwan ku bedena wî şewitî Şêxmûs Demîr ê 18 salî ye. Lorandin û dengê êşa li ser gora wî olan dide, digihîje erşê esman. Êş û xembariya malbatê dilê merivan dihelîne.
Şeva 20’ê hezîranê şewatê li gundê Tobiniyê yê bi ser navçeya Çinara Amedê ve dest pê kir û paşê agir belavî gundê Herberê yê Çinarê û gundên Kelekê û Dirînê yên bi ser navçeya Şemrexa Mêrdînê ve bû. Di şewatê de 15 şêniyên van gundan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan gundî birîndar bûn. Qada ji deh hezaran hektar pêk tê şewitî û bi sedan heywan mirin û bi sedan heywan birîndar bûn. Şewat ji ber li hevketina têlên ceyranê yên aîdî DEDAŞ’ê rû da. Şewatê li pey xwe êş û xemek mezin hişt.
Ji şêniyên gundê Kelekê tenê 10 kes di agir de şewitîn û canê xwe ji dest dan. Şêniyên gundê Kelekê dema dixwazin li hawara gundê Tobiniyê diçin, di nava çembera agir de dimînin. Gelek ji van qurbaniyan ciwan in. Di nav de yê herî ciwan Şêxmûs Demîr ê 18 salî ye.
LI HAWARA ŞIVANAN ÇÛ LÊ VENEGERIYA
Şêxmûs Demîr û bavê xwe li traktora xwe siwar dibin û li hawara şivan û gundiyên cîranê xwe Tobiniyê diçin. Lê Şêxmûsê delalîkê ber dilê dayika xwe carek din venagere. Ewilî cenazeyê Şêxmûs tê dîtin û cenazeyê wî li goristana gund ku kîlometreyek dûrî gund e hat veşartin.
LI GORISTANÊ DENGÊ LORANDINÊ OLAN DIDE
Li ser mezel ango gorên qurbaniyên şewatê dengê lorandin û zêmaran olan dide û bi ser qada şewatê dikeve. Dema me berê xwe da goristanê û em gihîştin wir, 10 mezel-gorên qurbaniyan xwe didin nîşandan û xembarî, hest û girî li wir xuya dibe. Du jin ango du dayikên laçik spî li ser gora Şêxmûs Demîr sekinîne û dengê lorandina wan digîhîje erşê esman.
Pîra Şêxmûs a derdora 70 salî li ser gora neviyê xwe ye û di nav hêsirên çavên xwe de dilorîne. Dayik ango jina din jî dayika Şêxmûs e ku bi rojane hêsiran dibarîne û ji ber xema lawê xwe bi êşek giran rû bi rû ye. Çavê wê ji girî sor bûne û merivan li ber lorandin û xembariya xwe mest û xembar dike.
‘ŞÊXMÛSÊ MINO…’
Me guh da pîrika Şêxmûs, ka çi dibêje û li ser neviyê xwe wiha dilorîne: “Minê tirba te vekira te derxista bibira Şêxmûsê mino/ Te malê min agir pêxist û şewitand Şêxmûsê mino/ Te pî û baskê min şikand Şêxmûsê mino/ Min te xwedî kir te serî li min bilind nekir Şêxmûsê mino/Keçê ne kurê we ye kekê min û bavê min e…”
Dayika Şêxmûs dilorîne û diavêje ber xesûya xwe û ev peyvên hestebar ji zimanê wê dirijin: “Bavê wî bû gur pê ket got hadê hadê/ Berê wî dawo ser motorê û danî çolê nava koza agir/ Pezê xwe da û hat malê / Ne got lawê min li ku kuderê yî û tenêyî…”
Li ser goran êşa neaşkirî heye. Her kes bi xem û êşa giran e. Me pirsa, “Şêxmûs kî bû? Kesek çawa bû?” ji dayika wî Nezehat Demîr kir û wê bersiv da û got ku pîrika wî ew mezin û xwedî kiribû û xwest pîrika wî behsa lawê wê bike.
ZÎREK Û DELALÎKÊ WAN
Pîrika wî Saadet Demîr di nav lehiya hêsirên çavê xwe de behsa neviyê xwe kir û wiha got: “Şêxmûsê min pir zîrek bû. Ew û bavê xwe ji bo xelaskirina şivanên gundê cîran çûn hawarê. Şêxmûs beriya eydê bi du rojan hat cem min. Rûyê min û destê min maçî kir. Şîr ji min xwest. Min şîr dayê û du qedeh şîr vexwar. Min pê henek kir û jê re got, ‘te şîrê me qedand, şîrê we pirtir e’. Wî jî ji min re got, ‘ez ji şîrê çêlekan hez nakim’. Min jê re got hinek were cem min rûnê. Hat cem min û min hembêz kir. Min jê pirsî got lawê min çibû, wî jî destê min maçî kir. Min ji keça xwe re got pere bidin wî, pereyê wî tune ye. Şêxmûsê min got, ‘ez bê xebera bavê xwe hatime’ û lêxist û çû. Ew bû hevdîtina me ya dawî.”
Li pey Şêxmûs lorandina dayik û pîrika wî man.
LORANDIN ANGO ZÊMARA BO ŞÊXMÛS
“De lo lo Şêxmûs lo lo Şêxmûs
Te dilê min heland cîgera min avêt nava kozê
Ez nemînim nemînim heya sibê ez nemînim
Ez pepûka serê çiya me
De rabe rabe mator li devê deriye, şofêrê diya te tune ye
Wey li minê li minê”
MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal