Sutpak û Kolanç bi girseyî hatin ziyaretkirin û pêşwazîkirin

RIHA - Sînan Sutpak ku piştî 31 salan tehliye bû, bi girseyî hate ziyaretkirin. Abdulazîz Kolanç ê piştî 31 salan tehliye bûyî jî bicoş hate pêşwazîkirin. 

Sînan Sutpak ku li Girtîgeha Tîpa T a Yozgatê dihat ragirtin û piştî 31 salan di 4’ê îlonê de hate tehliyekirin, bi girseyî hate ziyaretkirin. Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, parlamenter Omer Ocalan û Dîlan Kunt Ayan, Hevşaredara Curnê Reş Garîp Yeşîl, rêveberên Şaxa OHD’a Rihayê û KATDER’ê û gelek welatî di serdanê de cih girtin. 
 
Parlamenter Omer Ocalan li mala Sutpak a li Sêweregê axivî û wiha got: “Dewletê hesab nekir ku dê hevalên me rojekê ji zindanê derkevin. Cezayên giran da û heke bizaniya dê derkevin ew ê tevdîrên cuda bigirta. Salek berê komîsyonek ava kir û xwest astengiyê derxîne. Li gel ku cezayên derhiqûqî bi dawî bûne jî piştî 30 salan bernade û ‘poşmantiyê’ ferz dike. Hevalên me 32 sal in girtî ne. Divê her kes sedema vê ji xwe bipirse. Hevalên me ji bo jiyaneke birûmet têkoşiyan û di zindanê de ne. Hêvîdarim temamiya hevalên me tavilê bên berdan.” 
 
‘RÛMETA WÊ JI BEDELA WÊ MEZINTIR E’ 
 
Sînan Sutpak jî got ku bi saya têkoşîna li derve xwe li ser pêyan digirtin. Sutpak, wiha domand: “Heke ev enerjiya gel dida nebûya, ne pêkan bû em xwe li ser pêyan bigirin. Hinek girtiyên edlî nikarin xwe salekê li ser pêyan bigirin. Ev bedelekî gelek mezin e lê rûmeta wê ji bedela wê mezintir e.” 
 
KOLANÇ BICOŞ HATE PÊŞWAZÎKIRIN
 
Abdulazîz Kolanç jî piştî 31 salan di 6’ê îlonê de ji Girtîgeha Afyonkarahîsarê tehliye bû. Kolanç, li gundê Milê yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji hêla TUHAD-FED, DBP, DEM Partî, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan ve bicoş hate pêşwazîkirin. Piştre jî bi konvoyekê derbasî Cizîrê bû. Konvoy, li Taxa Misûriyê bi dahol û zirneyê hate pêşwazîkirin. Kolanç, li taxê ji hêla bi sedan kesan ve hate pêşwazîkirin û li vir kevokên spî firand. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen got ku niha li girtîgehan tecrîdeke giran heye û ev tişt anî ziman: “Şehadet hene. Bedelên giran tên dayin. Hevalê me Abdulazîz jî bedelekî giran da. Dîsa bi xêr hat.” 
 
'ME POŞMANTÎ QEBÛL NEKIR’
 
Kolanç jî wiha got: “Mirov bi berxwedanê mirov e. Heke li cihekî berxwedan tune be, di mirovên wê derê de kêmasî heye. Jiyana mirovan bi berxwedanê watedar dibe. Bi berxwedanê azad dibe. Bi saya berxwedanê mirov azad dibe. Hevalên me îro li zindanan li ber xwe didin. Gelek hevalên me li gel ku cezayê wan xelas bûye jî nayên berdan. Ji ber ku poşmantiyê ferz dikin. Me tu caran poşmantî qebûl nekir û dê nekin jî. Li aliyekî keyfxweş im û li hêlekê jî xemgîn im. Min gelek hevalên xwe li pey xwe hişt. Li girtîgehan zilmeke mezin heye. Hevalên me li dijî vê zilmê li ber xwe didin.” 
 
Di serdanê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Kolanç û şandeya pê re heta demekî dirêj govend gerandin.
 

Sernavên din

10/09/2024
09:07 Berdana girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketiye dirêj kirin
09:05 'Ji bo jin û zarok bikarin bijîn em mecbûr in têbikoşin'
09:02 Di kampanyaya ‘Tîrejên Rojê’ de hedef azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li NÇM’ê qeydên qursan dest pê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2024'AN
08:52 Îsraîlê êrişî konebajar kir: Herî kêm 40 kes hatin kuştin
08:51 ‘Ji her 3 xwendekaran yek jê birçî diçe dibistanê’
09/09/2024
22:27 Ji bo Narînê Guranê çalakî: Bila îfadeya Ensarîoglû bê girtin
17:34 Şaredariya Amedê wê 'Atolyeyên Wergerê' li dar bixe
17:16 Tecrîd şermezar kirin û azadiya Abdullah Ocalan xwestin
16:38 Lêpirsîna der barê Narînê de: Apê wê cenaze da min
16:22 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê îfade nedan dozger
16:22 Ji bo Narînê çalakî: We pergaleke ku nikare zarokekê bide jiyîn li vî tûrikî bi cih kir
16:02 Omer Ocalan: Em ê xwedî li zimanê xwe jî li Serokê xwe jî derkevin
15:59 DEM Partiyê têkildarî kuştina Narînê pêşniyazname da Meclisê
15:32 Navên cihên ji bo destpêkirina çalakiya Meşa Dirêj, diyar bûn
15:08 Polîsî gef li karkerên di çalakiyê de xwar: Zarokên we nikarin bixebitin
14:59 Hatîmogûllari: Ji bo edalet, nan û aştiyê em ê heta dawiyê têbikoşin
14:41 Sendîka û komeleyên ziman: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
14:01 Girteka dozgeriyê ya der barê otopsiya Narînê de derket holê
13:51 Emîne Şenyaşar 19 roj in li Meclisê li ‘edaletê’ digere
13:21 Hewldana definkirina Narînê ya li gundekî cuda encam negirt
13:06 Gundên Binarê Qendîlê bi balafirên şer hatin bombebarankirin
12:30 AKP’iyan di cenazeyê Narînê de wêneyê komî kişandin
11:53 Li Sûdanê di êrişek li bazarê de 21 kes mirin
11:53 Li Nîjeryayê qezaya tankerê: 48 kes mirin
11:51 Narîn Guran hate definkirin
11:03 Li Garê pevçûn derket: Serpelek hate kuştin
10:43 Dibistan vebûn: Nabe ku hûn zimanê dayikê yê gel weke zimanê hilbijarî bidin
10:42 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa 2 roj man
10:24 Cenazeyê Narîn Guranê ji ATK’ê hate wergirtin
10:19 Yilmaz Guney gotibû: Êş, zilm, xizanî, xwîn û girî ne qedera kurdan e
10:05 Du telgrafên nû: Enqere naxwaze dibistanên kurdî bên vekirin!
09:43 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna baranê
09:01 ‘Zarok bi zimanekî biyanî dest bi perwerdeyê dikin’
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2024'AN
08:50 7 binçavkiriyên ji bo Narînê çalakî li dar xistin hatin berdan
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Peymana qirkirinê’ derket
00:42 Wesayîta mamê Narînê ji gund hate derxistin
08/09/2024
23:59 Olûç: Ev desthilata ku di neçareseriyê de israr dike ye
23:45 Karûbarên otopsiyê yên Narînê temam bûn: Dê sibê were veşartin
23:31 Çawişên pispor bi wesayîtan li ciwanekî dan: Ciwan rakirin beşa lênerîna awarte
21:49 Li Pulurê wesayîta leşkerî qeza kir: 4 leşker mirin
21:40 Ji bo Narîn Guranê çalakî: Wezareta Karên Civakî û Malbatê çi karî dike?
21:25 Serokê Baroya Amedê Eren: Dibe ku faîlên Narînê li derve bin
20:13 Li Amedê meşa ji bo Narînê: Kujer Hîzbûllah, hevkar AKP
19:55 Panela ‘şer û çareseriyê’: Ocalan muzakeravanê sereke ye
18:28 MED-DER: Bila kurdî bibe zimanê fermî
17:53 Lêpirsîna Narîn Guranê: 21 kes hatin binçavkirin
16:32 Parêzer Ozdemîr: Divê têkildarî windakirina cenazeyê lêpirsîn bê destpêkirin
16:19 Rojnamegera girtî Serunaz Ehmed dest bi grevê kir
15:43 ARÎ-DER’ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:36 Sutpak û Kolanç bi girseyî hatin ziyaretkirin û pêşwazîkirin
15:26 Li Tekîrdagê hevdîtina ‘Nan û Edaletê’
15:02 ‘Divê îktîdar ji ber mirina Narînê hesabê bide’
14:11 Dê qetilkirina Narîn Guran bê protestokirin
13:43 Li Kobanê wesayîtek bi SÎHA’yan hedef hat girtin
13:42 Walîtiya Amedê: Guran piştî hatiye kuştin avêtine rûbarê gund
13:41 Di sempozyuma çandinî û xurekan de bal kişandin ser kooperatîfan
13:01 Tevî destûra walîtiyê jî leşkeran nehiştin biçin gundê xwe
13:01 'Tekane rêya aştiyê Îmrali ye’
12:27 Mînîbusa karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir
12:27 Cenazeyê Narîn Guran birin ATK’ê
11:46 Ketina gundê Narîn Guran lê hatibû qetilkirin hate qedexekirin
11:46 DEM Partî: Divê kesên Narîn qetil kirin hesabê bidin
11:37 Di doza Safîturk de serlêdana nû: Rapora pisporan tune hesibandin
10:32 Cenazeyê zarok Narîn Guran hate dîtin
10:22 Li girtiyê felcî cezayê 'te govend gerandiye' hat birîn
10:16 Uçar: Jehrkuja êrişan xwebirêxistinkirin e
Bayindir: Armanca me civakeke birêxistinkirî ye
10:11 Berxwedana Cizîrê vegot: Têkoşîn didome
10:02 Aykoç: Divê muxalefet di meseleya kurd de înîsyatîfê hilgire
09:56 Hewldana Edaletê ya Li Dijî Tecrîdê: Pêdivî bi rêbazên nû yên têkoşînê heye
09:48 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şopên tarî yên 12’ê Îlonê’ derçû
09:28 Ji bo Abdullah Ocalan dê li 50 navendan çalakî bên lidarxistin
09:19 Li Hewagê dema mehseran dest pê kir
09:15 Hesinkarê ermen wê bi zarokên xwe pîşeya xwe bide domandin
09:09 Dixwazin rêya gundê wan bê çêkirin
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2024’AN
07/09/2024
22:16 Berxwedana Şenyaşarê ya li meclîsê didome
22:14 Topçû piştî 30 salan hat berdan
19:04 Sempozyûma çandiniyê: Pergala Rojavayê li dijî dagirkeriyê modela hêviyê ye
16:47 DEM Partiyê serdana malbata Reşît Kîbar ê hate qetilkirin kir
16:37 Li Îranê 23 jin hatin qetilkirin
16:19 ‘Di çarçoveya mêtîngeriyê de polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê’ hatin nîqaşkirin
15:07 Banga berdana girtiyên nexweş Ruzgar, Yildiz û Kuday hat kirin
14:48 Di Tunela Kopê de hezaz çêbû: Karkerek mir
14:37 Bi Torosê û remza JÎTEM’ê gefxwarin!
14:25 Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn
14:00 'Felsefeya birêz Ocalan ji bo hemû gelan bû hêvî’
13:58 Malbatên windakiriyan ji bo Sîncar, Çelîk û Aygol daxwaza edaletê kirin
13:20 Narîn Guran a 8 salî 18 roj in nehatiye dîtin
13:10 Temellî: Hînterlanda kedxwariya kapîtalîzmê êdî Kurdistan e
13:03 Navenda Ciwanan a Rezanê vebû
12:01 Li Cizîrê şer derket: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
11:40 DBP dê komxebata ‘Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike’ li dar bixe
10:37 NY’ê ji Tirkiyeyê ji bo zarokên ku di deriyê sînor de hiştine parastin xwest
10:35 Klîba Egrîce ya bi mijara ‘Jin jiyan azadî’ hate weşandin
10:22 Li Bazarcixê bi pileya 5’an erdhej çêbû
10:18 Bertek nîşanî biryara der barê GOÇÎZDER'ê de dan: Ne biryareke hiqûqî ye, siyasî ye
10:00 Li dijî destkeftiyên kurdan peymana 'ewlehiyê'