Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin

  • rojane
  • 12:41 16 Cotmeh 2024
  • |
img
AMED - Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê têkildarî tundiya polîsan a li ser rojnamevanan di 13’ê cotmehê de li Amedê pêk hat daxuyaniyek hevpar dan û gotin: “Dest ji hedefnîşandan û astengkirina rojnamevanan berdin.” 
 
Platforma Saziyên Demokratîk 13’ê cotmehê li Amedê xwestin “Mitînga Azadiyê” li dar bixin. Polîsan mitîng qedexe û asteng kirin û tundî li rojnamevanan kirin û di heman demê de karên rojnamevanan asteng kirin. 8 rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê têkildarî tundiya li ser rojnamevanan daxuyaniyek hevpar belav kirin.
 
Daxuyaniya hevpar a bi sernavê “Em tundiya li dijî rojnamevanan qebûl nakin” ku ji aliyê rêxistinên rojnamevaniyê ve hat belavkirin wiha ye: 
 
“Mitînga ‘Azadiyê’ ku hate xwestin di 13’ê cotmehê de li Amedê bê lidarxistin ji aliyê walîtiyê ve hate qedexekirin. Tevî qedexeyê jî di serî de nûnerên partiyên siyasî gelek kes derketin kolanan hewl dan ber bi qada mitîngê ve bimeşin. Rojnamevanên li bajêr jî rojeva heyî şopandin. Hêzên ewlekariyê yên ku mudaxile li çalakiya civakî kirin, hewl dan rojnamevanên li qadê ku vê rewşê bikin nûçe asteng bikin. Di salên dawî de astengkirina ku hewl tê dayîn veguherînin rûtinekê gihişt asta tundiyê. Rojnamevan li erdê hatin dirêjkirin û tundî li wan hate kirin, hewl hate dayîn wan binçav bikin. 
 
TUNDÎ LI NÛÇEGIHANAN HAT KIRIN 
 
Polîsan tundî li hempîşeyên me Heval Onkol, Ceylan Şahînlî, Hêvîdar Onver û Sonay Odengît ên li kolanê nûçe dişopandin, kirin û nûçe çêkirina wan asteng kirin. 
 
Polîsan Heval Onkol derb kirin, gef lê xwarin û li qada lê dûr xistin û nehiştin ku dîmen û wêneyan bikişîne. Her wiha polîsan di nava rojê de gelek caran Ceylan Şahînlî asteng kirin, ji ber vê yekê Şahînliyê zehmetî kişand ku nûçeyê bişopîne. Polîsên ku bi ser Şahînlî ya dema komeke ciwanan ji aliyê polîsan ve dihate derbkirin dikişand ve çû û hewl da kameraya wê bişikîne, pişt re bi awayekî fizîkî jî hempîşeya me ji cihê bûyerê dûr xistine. Tundî û astengkirina polîsan a li dijî Şahînliyê heta ku bûyera li herêmê bi dawî bû berdewam kir. 
 
EM ROJNEMEVAN IN 
 
Di dema belavbûna çalakiyê de rojnameger Hêvîdar Onver û Sonay Odengît ên ku meşvan dişopandin jî rastî tundiya polîsan hatin. Polîsan hempîşeyên me li erdê dirêj kirin û tundî li wan kirin. Weke ku di dîmenan de jî xuya dike tevî hempîşeyên me dibêjin ‘em rojnamevan in’ jî demekî dirêj tundî li wan tê kirin û hewl tê dayîn ku wan binçav bikin. Rojnamevanên ku xwestin tiştên qewimîn qeyd bikin jî bi gotina ‘Çapemeniya çi’ hewl hate dayîn bên astengkirin û li ser berteka kesên derdorê tundiya li dijî her du rojnamevanan bi dawî bû. 
 
DEST JI HEDEFGIRTINA ROJNAMEVANAN BERDIN
 
Weke ku di Destûra bingehîn û peymanên navnetewî de jî cih digire, hawîrdora şer jî di nav de li dijî hemû aliyan destnedayîna rojnamevanan heye. Di vî warî de astengkirina rojnamevanên ji bo şopandina nûçeyê li qadê ne nayê qebûlkirin. Em weke rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ku di vî metnî de îmzeya wan heye bang dikin ku pêşî li astengkirin û êrişên ku di salên dawî de veguherîne rûtinê bên girtin. Dest ji hedefgirtina rojnamevanên ku ji bo mafê agahîwergirtinê yê gel karê xwe dikin berdin. Em ê li cem hemû rojnamevanên ku dema karê xwe dikin hewl tê dayîn bên astengkirin bin û bi wan re di nava piştevaniyê de bin.”
 
SAZIYÊN ÎMZEVAN 
 
Rêxistinên ku metna hevpar belav kirin e wiha ne: Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamya (MKG), Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA), DÎSK Basin Îş, Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS), Şaxa Haber Senê ya Amedê, Komeleya Rojnamevanên Jin û Komeleya Medya Xwecihî.
 
 

Sernavên din

21/11/2024
09:00 ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2024’AN
20/11/2024
16:43 Li Xelfetiyê hevşaredar hatin astengkirin
16:28 DEM Partiyê bertek nîşanî cezayan da: Hûn ê weke derbekar bên bîranîn
16:22 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Banga tevlibûna meşa Taksîmê hate kirin
15:49 Hatîmogûllari: Divê tecrîd rabe û Abdullah Ocalan biaxive
15:33 Ji TUAY-DER’ê ji bo girtiyan kampanyeyeke nû
15:25 Roja Mafên Zarokan: Polîtîkaya necezakirinê biterikînin, peymanên navneteweyî pêk bînin
14:15 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:07 Tezkereyên parêzbendiyan şandin Komîsyona Têkel a Meclisê
13:41 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Hevşaredarê Dêrsimê Konak
13:17 Li Hevşaredarê Colemêrgê Akiş 9 sal cezayê hefsê hate birîn
13:13 Nobeta li Xelfetiyê di roja 17’emîn de didome
13:07 Encama Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê diyar bû
13:04 DEM Partî li pêşiya wezaretê ye: Di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin
12:49 Tora Mafên Zarokan a Amedê hat damezrandin
12:21 Li Wanê civîna ‘seferberiya xwerêxistinkirinê’
12:17 Li Amedê otobûs bi rengê binevşî hatin xemilandin
12:03 Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê: Berxwedana me dê bidome
11:28 Ji 5 hezar û 216 serlêdanên binpêkirinan tenê 22 jê di cih de hatine lêkolînkirin
11:11 Daxwaza ji bo di qada tenduristiyê de xizmeta wergêr were dayin hate redkirin
10:53 Helîn Umît: Tiştekî ji PKK’ê re hatiye nîne
10:36 'Gelê kurd nîşan da ku kesek nikare îradeya wan manîpule bike’
10:13 Dozgeriyê ji bo talankirina daristanên Şirnexê got 'li gorî hiqûqê ye'
09:44 Pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi spanî hate weşandin
09:40 Hunermend Hozan Aydin krîza dil derbas kir
09:36 Hinceta cezayê dane rojnamegerên jin: Destûr negirtin, li hişyariyê guhdarî nekirin
09:26 Rojnameger Sonuk sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
09:25 Ji Qilebanê ber bi Mexmûrê ve çîroka têkoşînê
09:21 Serra Bûcak: Me pergala ku qeyûm hilweşand ji nû ve çalak kir
09:02 ‘Cezayên îdamê yên li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîziyê hatine birîn girêdayî pirsgirêka kurd in'
09:01 Înfaza wî hat şewitandin û ji bo dîroka berdana wî 'heta mirinê' hat nivîsandin
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2024’AN
19/11/2024
16:24 Di wesayîta çawişê pispor de 63 kîloyên tiryakê hatin girtin
16:19 Kekê Yuksekdag hate definkirin
16:15 Qeyûm şaredarî veguherand emniyetê
16:10 Şînên Bayar û Bozkurt bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:06 TJA'yê li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar xist
15:44 Dayikên Aştiyê li Meclisê axivîn: Nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye
15:33 ‘Çareserî ne li derve li hundir e’
15:15 Taloqkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hate protestokirin
14:45 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 36 zarokan hate binpêkirin
14:19 Li Dîlok û Agiriyê pêngava ‘seferberiya rêxistinbûnê’
13:42 Wêneyê muhîmeta di mala malbata Guranê de derketî holê
13:36 Şaredariya Cizîrê xeta ‘Alo Şîddet’ê vekir
13:33 Bakirhan: Firsendeke dîrokî heye, divê Ocalan biaxive û muzakere dest pê bikin
12:43 Tulay Hatîmogûllari: Felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bi saya berxwedanê li cîhanê belav bû
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:35 Ji bo dayika Aklîme Hanas bi lezgînî xwîn lazim e
11:26 Qedexeya derketine derveyî welat a 20 rojnamegeran ranekirin
10:39 Dema bi kurdî axivî telefon qut kirin: Qede ye!
10:16 Li Tatosê projeyên ji bo jinan
09:52 Mutlu Çîvîroglû: Dibe ku li Rojhilata Navîn ji bo kurdan firsendên nû çêbibin
09:25 Meteorolojiyê ji ber barînan bakurê Kurdistanê hişyar kir
09:02 'Dawiya dawî dê vîna vî gelî bi ser bikeve'
09:01 Parlamenterên arjantînî: Em azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan diparêzin
09:01 Ji ber 'silavdayînê' der barê parêzerê girtî de lêpirsîn
09:00 Rewşa xwedîkirina qazan nebaş e
09:00 ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2024’AN
18/11/2024
16:41 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin binçavkirin
16:37 Şîna Eser bi girseyî hate ziyaretkirin
16:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tayînkirina qeyûman hêsantir bike
15:40 Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê: Bila GGM bên girtin
15:02 Cîhan Oral ê 3 kes qetil kirî bû 8 meh hêj nehatiye girtin
14:43 Berxwedana Xelfetiyê di roja 15’an de didome
14:23 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin
14:07 Zubeyde Zumrut: Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîn bidome
13:31 Meclisa Jinan a DBP’ê rapora atolyeya ‘Şerê taybet’ eşkere kir
12:03 Ji bo Ahmet Ozer dê serî li AYM’ê bidin
11:58 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Esenyurtê de girtin
10:52 Kesên tev li mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ bûn: Muxatab Ocalan e
10:25 Şaredariya Peyasê dê 10 hezar şitlên darên fêkiyan belav bike
10:24 Jinên Wanî: Kolan biewle nînin, çima faîl nayên cezakirin?
09:58 Ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyarî hate kirin
09:46 Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 11 kes hatin kuştin
09:41 Sûlava Hewagê bi rengên payîzê xemilî
09:35 Li emniyetê gefa êrişa zayendî li binçavkiriyan xwarin
09:05 Xwebûn bi manşeta ‘Komara Qayûman’ derket
09:00 ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2024’AN
17/11/2024
16:55 Li Esenyurtê çalakiya 25’ê Mijdarê: Bûdçeya ne ji bo şer, ji bo jinan
16:48 Kampanyaya li dijî qeyûman: 376 kes û saziyan piştgirî dan
16:27 Piştî mitîngê meş hat lidarxistin
16:00 Hatîmogûllari: Heke hûn jidil bin, ji ewil deriyên Îmraliyê vekin
15:29 Ayla Akat Ata: Gel dixwaze dengê Abdullah Ocalan bibihîse
14:57 Bayindir: Çareserî Abdullah Ocalan, navnîşan Îmrali ye
14:39 Davutoglû û Ahmet Turk hevdîtin kir: Pirên guftûgoyê ne hilweşînin
13:49 Botaniyan astengî nas nekirin û ber bi Êlihê ve dimeşin
13:40 Li Êlihê mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ hat lidarxistin
13:31 Dayika Aklîme Hanas di qezaya trafîkê de birîndar bû
13:13 DEM Partiyê bertek nîşanî Tekîn de: Em ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê paşvegavê naavêjin
13:08 Jin ber bi qada mitînga ‘azadiyê’ ve dimeşin
13:01 Gel diherike qada mitîngê ya Êlihê
12:38 Partiyên DEVA û Pêşerojê ji bo çareseriyê çi difikirin?
12:13 Gelo Akşener dibe cîgira Erdogan?
12:00 Ji bo mitîngê bi rê ketin
11:44 Bi gotina ‘were vir walî’ bûbû rojev: Em ê têkoşînê bi ser bixin
11:16 Li Xurmatoyê teqîn
10:40 Rojnameger Karwan: Tirkiye ji PDK’ê hikûmeteke ji wê re xizmetê bike daxwaz dike
10:05 Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê ji bo çareseriyê bingeha pêwîst were amadekirin
09:19 Hejmara 90'emîn a Kovara Jinê derket
09:02 Schlotthauer: Divê Abdullah Ocalan were berdan