STENBOL - Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî ji bo serbestberdana girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak bang kirin. Parêzera wê Jiyan Kaya diyar kir ku ti bersiv ji daxwazên taloqkirina înfazê re nehatiye dayîn.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê, li gel Weqfa Lêkolîna Civak û Hiqûqê (TOHAV), têkildarî rewşa girtiya nexweş a giran Fatma Tokmak a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin civîneke çapemeniyê li dar xistin. Nûnerên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Piştgirî û Hevkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MATÛHAYDER) jî tevlî civîna li şaxê ÎHD'ê yê Stenbolê bûn. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Berdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Meral Nergîs Şahîn ve hat xwendin.
Meral Nergîs Şahîn bibîrxist ku Fatma Tokmak û kurê wê Azad di sala 1996’an de bi hev re hatine binçavkirin û girtin û wiha got: “Fatma Tokmak ligel ku Tirkî nizanibû di pêvajoya darizandinê ji mafê tercüman bêpar hatiye hiştin û bi tiliya xwe îfadeya zimanekî ku nizane mohr kiriye. Mîna gelek kesên din ên di Dadgehên Ewlekariya Dewletê yên wê demê de hatin darizandin Fatma Tokmak jî ji ber sûcekî ku nekiriye hate girtin. Ji ber kiryarên nehiqûqî yên ku wê jiyan kirin serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê da û DMmEyê îxlal dît lê ligel vê biryarê jî daxwazên wê yên ji bo jinûve darizandinê hatin redkirin û ew nehat berdan
Şahîn da zanîn ku Fatma Tokmak dema li girtîgehê nexweş ket û emeliyata dil derbas kir û wiha got: "Di sala 2006'an de ji ber pirsgirêkên dil hat berdan û darizandina wê bêyî girtî mayînde bû, dewam kir. Lê belê tevî pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê ku raporên tibî piştrast dikin jî, di sala 2010'an de dema cezayê wê ji aliyê Yargitayê ve hat erêkirin, ji nû ve hat girtin. Fatma Tokmak bi nexweşiyên jiyanî yên wekî nexweşiya dil a giran, astim û hîpertansiyonê têdikoşe. Ji bo taloqkirina cezayê wê gelek daxwaz hatin kirin, lê her carê bi hinceta raporên neyînî yên Saziya Tipa Edlî ev daxwaz hatin redkirin."
Şahîn diyar kir ku Tokmak heta niha pênc caran anjiyo bûye, ji bo dîsa emeliyat bûbe randevû nadin û bang li Wezareta Dadê kir ku ji bo parastina mafê jiyanê bang biavêje û serbest bê berdan.
Parêzera Fatma Tokmak Jiyan Kaya li ser hevdîtina ku duh li girtîgehê bi Fatma Tokmak re kiribû û rewşa wê ya niha agahî da û wiha got: "Fatma nikare bi nêrdewanan ve hilkişe. Ew di çûyîna hevdîtinan û çûyîna nexweşxaneyê de zehmetiyan dikişîne. Me dît ku laşê wê werimiye. Rewşa wê ber bi nebaşiyê ve diçe. Ji bo daxwaza me ya berdana wê me bersiveke erênî yan jî neyînî nestandiye. Divê di zûtirîn demê de serbest were berdan. Ji wê re hat gotin ku pêdivîya wê bi emeliyatê heye, lê belê dîrokeka emeliyatê nehatiye dîyarkirin."
Endamê OHD’ê Şukru Ozalp endamê ÇHD’ê Naîm Emînoglû û endamê TÎHV’ê Umît Bîçer û hevserokê MATUHAYDER’ê Mehmet Zekî Kiliç daxwaza serbest berdana Fatma Tokmak kirin.