Mukaddes Erdogdu Çelîk: Ji bilî Konfederalîzma Demokratîk tu çareserî nînin

  • rojane
  • 10:05 24 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Nivîskar Mukaddes Erdogdu diyar kir ku peyameke biçûk a ji Abdullah Ocalan jî di nava gel de rê li ber hesteke mezin vedike û wiha got: “Ne li Tirkiyeyê ne jî li Rojhilata Navîn ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ji bilî çareseriya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan, çareseriyên tu kesekî nînin.”

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin didome. Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk têkildarî nîqaşên ser tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd nirxand û got ku fikrên Abdullah Ocalan, çareserî ne. 
 
‘DEWLET TENGIJÎ YE’
 
Mukaddes Erdogdu Çelîk, diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan eleqeya xwe bi pirsgirêka kurd re heye û wiha got: “Li Tirkiyeyê gelek tişt guherîn lê nêzikatiya rejîmê ya li dijî pirsgirêka kurd qet neguherî. Ji axaftinên Devlet Bahçelî yên derheqê Abdullah Ocalan de em dibînin ku dewlet tengijî ye. Ji ber ku beriya axaftinên Bahçelî, Erdogan di dema serdanên navneteweyî de got ku dê şerê li Lubnanî belavî Tirkiyeyê bibe. Piştî van gotinan, Bahçelî têkildarî rakirina tecrîdê, mafê hêviyê û çareseriya pirsgirêka kurd çendek daxuyanî da. Gelê kurd ev gotin di demên berê de jî bihîstibûn lê divê mirov niha li sedema wan binêre.” 
 
‘TEVGERA SIYASÎ YA KURD LI GEL ÇARESERIYÊ YE’ 
 
Bi domdarî Mukaddes Erdogdu Çelîk bi bîr xist ku nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd di salên 90’î di serdema Turgut Ozal de dest pê kiribûn û ev tişt anî ziman: “Ozal di ferqê de bû ku hemû pirsgirêkên li Rojhilat girêdayî çareseriya pirsgirêka kurd in. Hêj wê demê got; ‘Em dikarin federasyonê jî nîqaş bikin.’ Tevgera siyasî ya kurd her tim li gel çareserî û aştiyê bû. Dema qala pirsgirêka kurd tê kirin, nêrîna ‘bila kurd dayika xwe nebîne’ esas tê girtin. Lewma pirsgirêka kurd mîna duh îro jî mijara diyarker e.” 
 
Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk
 
TESPÎTA ABDULLAH OCALAN A TÊKILDARÎ PERGALA NÛ 
 
Di berdewamê de Mukaddes Erdogdu Çelîk bal kişand ser tespîtên Abdullah Ocalan ên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û dîzayna nû ya cîhanê û got: “Abdullah Ocalan beriya were girtin ji bo pirsgirêka kurd tespîtên çareseriyê kir. Ji 1993’yan heta niha vebijêrkên çareseriyê datîne pêşiya dewletê. Bi taybet jî di tespîtên xwe yên têkildarî pergala nû ya cîhanê de dibêje; ‘Li Rojhilata Navîn dê tiştên ku Tirkiyeyê jî hedef bigirin biqewimin. Heke hûn bixwazin Tirkiye bimîne, wê demê divê hûn bi kurdan re têkiliyên nû yên dîrokî pêş bixin.” Ev gotinên xwe ji her serokwezîr û lijneyên wezîran re yek bi yek vegot. Lê cara ewil Turgut Ozal lê xwedî derket. Piştre jî bi awayekî fermî Bahçelî behs dike.” 
 
‘ÎKTÎDAR LI GEL AŞTIYEKE DEMOKRATÎK NÎNE’ 
 
Mukaddes Erdogdu Çelîk, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê her tim gefa “welat ji dest diçe” tê xwarin û ev tişt anî ziman: “Bi geşedanên Rojhilata Navîn re êdî bi hêsantir ev gotin di nava civakê de zindî kirin. Lewma têkildarî meseleya kurd daxuyanî dan. Derdorên faşîst jî bertekên zêde nîşan didin. Lê kêmasiyeke wiha ya muxalefetê çêbû; diviya bigotina ‘Ev daxwazên gelê kurd bûn. Madem hûn hatin vê astê, wê demê werin em rûnin û çareseriyê pêş bixin û em jî tev li bibin.’ Li şûna vê, gotin; ‘Tu çawa tiştekî wiha pêşkeşî kurdan û Ocalan dikî?’ Xuyaye ku gel ji hêla derûnî û civakî jî ve ji bo muxatabgirtina kurdan guncav nîne. Îktîdar li pey hesabên cuda ye. Li gel aştiyeke adilane nîne. Lê dizane ku mecbûr e hinek tiştan bike.” 
 
‘ŞER, ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD FERZ DIKE’ 
 
Mukaddes Erdogdu Çelîk, got ku şerê li Rojhilata Navîn çareseriya pirsgirêka kurd ferz dike û wiha pê de çû: “Ev 40 sal in şer didome û êdî çareserî xwe ferz dike. ‘Pêvajoya aştiyê ya’ 2013-15’an hêviyek çêkiribû. Îktîdar niha di ferqê de ye ku divê pirsgirêka kurd çareser bike. Lê dixwaze li gorî daxwaza xwe çareser bike. Dixwaze bi kurdên serî li ber wê tewandî re çareser bike. Dibêje bila têkiliya kurdan bi wan re bidomin lê daxwaza mafên xwe yên sereke neke. Dibêje bila bi kurdî biaxivin lê qala perwerdeya bi zimanê dayikê nekin.”
 
‘EV KAR NABE’
 
Mukaddes Erdogdu Çelîk, bi lêv kir ku di serdemeke wiha de qeyûm hatine tayînkirin û ev rewş wiha nirxand: “Ev ne tiştekî rasthatî ye. Li rexekî dibêjin bila Abdullah Ocalan li Meclisê biaxive, li rexa din qeyûman tayîn dikin. Mêrdîn, Êlih û Xelfetî bi taybet hatin hilbijartin. Li Êlihê polîtîkayên Hudapar a hîzbullahî di meriyetê de ne. Li Mêrdînê Ahmet Turk ê weke qasidê aştiyê tê naskirin hedef hat girtin. Heke li ser tirkperestiyê israr bikin dê ev kar nebe.” 
 
‘TEKANE ÇARESERÎ KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK E’ 
 
Mukaddes Erdogdu Çelîk, got: “Divê derfet bên afirandin ku Abdullah Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinan bike. Heta niha tenê Omer Ocalan çû hevdîtinê. Ev hevdîtin baş bû. Me dît bê ka gotinên aliyê tirk çiqas hev digirin. Di meseleya pirsgirêka kurd de hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn ji bilî çareseriya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan çareseriyên tu kesî nînin. Bila kesek hewl nede ji derveyî vê modêlê çareseriyekê pêş bixe.” 
 
‘PEYAMA WÎ HÊVÎ DA GEL’
 
Mukaddes Erdogdu Çelîk, anî ziman ku peyama Abdullah Ocalan hêviyeke mezin daye civakê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hevdîtinê de got; ‘Ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku pêvajoya pevçûn û tundiyê derbasî zemîneke hiqûqî û siyasî bikim.’ Vê peyama biçûk jî hêviyeke mezin da civakê. Îxtîmaleke çareseriyê jî dilê mirovan rehet kir. Lê mejiyeke ku dibêje, heke hêvî ji aliyê din re çêbibe wê demê xetere çêbûye heye. Îktîdar naxwaze Abdullah Ocalan ewqas bibandor be.” 
 
‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ HEWLDANA JINAN BÊ XURTKIRIN’ 
 
Mukaddes Erdogdu Çelîk, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo aştiyê divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire. Di van rojên 25’ê Mijdarê nêz dibe de hewceye têkoşîna jinan a ji bo aştiyê mezintir bibe. Di pêvajoya berê de jinan Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê ava kiribûn. Li gorî min divê dîsa bikeve meriyetê û bibêje; ‘Em aştiyê dixwazin, dê aştî bi xwe re demokrasiyê bîne lewma em teheyûla cîhaneke wekhev û azad dikin.’ Di vê pêvajoyê de hewcehî bi vê heye.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 
 

Sernavên din

28/11/2024
13:59 Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin
13:50 AYM’ê ji bo cezayê ji ber çalakiya 'Komploya 15’ê Sibatê’ hatiye dayin got ‘binpêkirin e’
12:43 Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:09 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê sibe dê bê lidarxistin
11:59 Navê wî li kolana lê hatibû qetilkirin hate kirin
11:52 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Li gundê Burmadereyê qeyûm hate tayînkirin
11:04 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:59 Hevşaredar Gulistan Sonuk: Dê têkoşîna me bidome
10:27 Parêzer Ortaç: Lihevkirina civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
10:23 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
09:35 Mûrat Karayilan: Dê nekarin ji vê rêbazê encam bigirin
09:18 Hewldanên li dijî Şengalê çi ne?
09:08 Zozan Bor a li midûriyeta polîsan hat tacizkirin: Kevalên min hê jî di binçavan de ne
09:07 Çareya ji bo şer, krîza avhewayê û koçberiyê: Civaka ekolojîk-komunal
09:06 'Li dijî qeyûman xurtkirina xeta têkoşînê divê'
09:04 Banga ji bo mitînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
09:00 ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2024’AN
27/11/2024
22:56 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin
22:53 Rêyên 98 gundên Amedê hatin vekirin
16:55 Bertek nîşanî qeyûm dan û ji civînê derketin
16:51 Doza Ahmet Gun ê hatibû qetilkirin hat taloqkirin
16:19 Binçavkirin li gelek bajaran hatin protestokirin
15:21 Ciwanên êrişên dewleta tirk kişandin ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin
14:48 Li Edeneyê qeyûm hatin protestokirin
14:35 Erdogan dîsa gef xwar
14:01 Ji binçavkiriyan 10 jê anîn Enqereyê
13:39 Rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em paşvegavê naavêjin
13:38 Helbestvan, akademîsyen û rojnameger 2 roj in binçavkirî ne
13:10 Li Peyasê loqenteya gel hate vekirin
13:10 'Jin, jiyan azadî' li Meclisê ye
13:09 Wezareta Dadê: Em daxwaznameya DEM’ê dinirxînin
12:54 Li Londonê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin
12:38 Li Dêrsimê qeyûm û binçavkirin hatin protestokirin
11:47 Kesên li Çanakkaleyê hatin binçavkirin hatin berdan
11:44 Gotûbêja Sabahat Tuncel ji hêla rektor ve hat betalkirin
11:30 Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kete meriyetê
10:58 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Hevalên me berdin
10:39 Li Şirnexê rêyên bajarokek û 7 gundan hatin girtin
10:38 Piştî erdheja li Bedlîsê hişyar hate kirin
10:27 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Ciwanên HDK’î: Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm û tecrîdê bidome
10:03 Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat
09:25 Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
09:12 Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
09:07 Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
09:03 Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
09:02 Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
09:01 Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
09:00 ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN
26/11/2024
21:52 Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
21:50 Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
16:45 Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
15:25 Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
15:18 Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
14:43 Li Agiriyê berf bariya
14:43 Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
14:04 Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
13:54 Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
13:45 DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin
13:43 Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
13:39 Ahmet Turk îdiaya hevdîtina bi Bahçelî re derewand
13:36 DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bide
13:01 Helbestvan û nivîskar jî hatin binçavkirin
12:45 Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin
12:42 Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:19 AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
11:03 MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
10:15 Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
09:40 Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
09:22 Li Amedê berfa ewil a îsal bariya
09:04 Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
09:03 Li bazaran dema deynkirinê
09:01 Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê
09:01 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
08:48 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin
25/11/2024
22:52 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
21:55 Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
21:49 Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
21:46 Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
17:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
16:40 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
16:29 Rêxistinên Elewiyan li Dêrsimê bang kirin: Em qeyûmê xespkar qebûl nakin
15:04 Li kampusa zanîngehê pankarta bi 3 zimanan pankarta 'Jin jiyan azadî' vekirin
14:59 Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çû serdana Sarigul
14:39 Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê de hêrsa li dijî qeyûm
14:30 'Tundî herî zêde li girtîgehan tê kirin'
13:54 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî: Koçer ji herêmê tên derxistin
13:47 Nifûsa Iraqê hat eşkerekirin
13:47 Cenazeyê zarokê winda bûbû di Çemê Zê de hate dîtin
13:46 ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaran banga tehliyeyê kir
13:33 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Dê jinên li ber xwe didin bi ser kevin
13:24 Hedefa ewil a qeyûman kurdî û navendên jinan bûn
12:59 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê herî kêm 114 jin hatin qetilkirin