NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Katolîkan Papa Francis di 88 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Dêra Katolîk ragihand ku yekemîn Papayê ne Ewropî Papayê 266'an piştî 10 salên ji reformên wêrek jiyana xwe ji dest da. Vatîkanê diyar kir ku rojek piştî derketina ji şaneşîna Bazîlîka Azîz Petrûs, Papa Francis di 21'ê Nîsanê roja Yekşemê de jiyana xwe ji dest da.
PAPA FRANCIS
Francis ku 17'ê Kanûna 1936'an li Buenos Airesê ji malbateke Îtalyayî ji dayik bû, di 22 saliya xwe de tev li nava terîqata Cîzvîtan bû ku dilnizmiyê diparêze. Weke Serpîskopos derfetên taybet qebûl nekir û jiyaneke sade tercîh kir.
Francis vîzyoneke navneteweyî pejirand ku bala xwe li ser mirovên ji nedîtî ve dihatin. Serdana Lampedeusa kir û koçber li Vatikanê kir mêvan, bi vî rengî mijara penaberiyê xist rojeva bingehîn a papatiyê. Di Îlona 2023'yan de di serdana li bajarê Marsilya yê Fransayê de ev daxuyanî dabû: "Em li asteke gihîştina hev a şaristaniyan e. Çanda mirovahiyê, xwişk û biratiyê wê cudahiyê biafirîne."
Françios ku bi helwesta xwe ya pêşverû jî dihate naskirin, sala 2015'an ansîklopediya “Laudato si” weşand ku banga parastina “mala me ya hevpar” dikir. Ev peyam sala 2023'yan nû kir û li hemberî zehmetiyên hawirdorê di mijara berpirsyariya kolektîf de israr kir.
Di sala 2015'an de li taxên dezavantaj ên Napoli bêedaletiya aboriyê şermezar kir û got, “Heke mehê 600 Euro bê qezenkirin, navê vê koletî ye, mêtingerî ye. Nebûna karekî bi dayina mûçeyan a bi duristî, rûmeta me ya mirovahiyê tine dike.”
Li gel pirsgirêkên xwe yên giran ên tenduristiyê jî Francis wezîfeya xwe dewam kiribû.