Halîde Turkoglû: Qedexekirina ‘Jin, jiyan, azadî’ nîşaneya tirsa wan e

  • jin
  • 11:55 24 Mijdar 2024
  • |
img

 AMED - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bertek nîşanî qedexekirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” da û got: “Ev qedexeye, nîşaneya tirsa wan e.” 

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, jinan xwestin li Pira Dehderî ya li navçeya Sûrê ya Amedê çalakiyê li dar bixin. Beriya çalakiyê, hat ragihandin ku dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hatiye qedexekirin. Hat ragihandin ku walîtiyê biryara qedexeyê daye lê derheqê qedexeyê de li er malpera fermî ya walîtiyê tu tiştek nehat parvekirin. Lê tevî biryarê jî jinan dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû têkildarî biryara qedexeyê axivî. 
 
‘ÎDIAYA JINAN A LI BER PERGALÊ RADIBE HEYE’ 
 
Halîde Turkoglû, da zanîn ku tevgera jinên kurd bi sala ye li qadan dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz dike û wiha got: “‘Jin, jiyan, azadî’, di şexsê jinê de avakirina jiyanê ye. Dema jiyanê ava dike, ne nasnameya mêr ferz dike lê li ser nasnameya jina azad ava dike, birêxistin dike. Li dijî jina zext li ser tê kirin, keda wê tê xwarin û bindest, nasnameya jina azad ava dike. Her roj jin tên qetilkirin. Em dixwazin ev jin bijîn. Ma dê ev jin bi polîtîkaya mêrê serdest a ev îktîdar ferz dike bijîn? Nexêr, dê kesên jiyanê diparêzin vê biryarê bidin. Azadiya em dixwazin, di nava xwe de pergala nirxan a jinan, nasnameyan, gelan û bindestan bi têkoşîna hezaran sala ye ava kiriye dihewîne. Lewma dibe ku ji sê peyvan pêk bê lê belê jin serî li ber pergala kapîtalîst radikin û hewl didin feraseta netewe dewletê û serdestiya mêr bi dawî bikin. Ev îdiaye salên dûvdirêj e ji hêla jinên kurd ve li Bakur, Rojava û Başûr teşe digire. ‘Jin, jiyan, azadî’ li Rojava felsefeya jinayê û bingeha peymana civakî ye. Hem polîtîkaya wê heye hem jî bi pratîkên xwe jiyana rojane birêxistin dike.” 
 
‘DIRÛŞMEKE ENTERNASYONEL E’
 
Bi domdarî Halîde Turkoglû diyar kir ku “Jin, jiyan, azadî” serhildaneke û wiha pê de çû: “Jineke kole ferz dikin û em li dijî vê serî hil didin. Êrişî azadî û destkeftiyên me dikin. Em li dijî vê serî hil didin. Qêrîna vê serhildanê nîşanî hemû cîhanê dide. Ne tenê dirûşmeke jinên kurd a li qadan e, êdî dirûşm û felsefeyeke enternasyonel e. Li gelek welatan jin vê dirûşmê berz dikin. Anku piştevaniyeke jinan a enternasyonel e. Di guherîna şoreşê de bi zimanê kurdî xwe nîşan da. Zimanê kurdî hatiye qedexekirin lê rastiyek heye ku hemû jinên cîhanê xwedî li ‘jin, jiyan, azadî’ derdikevin.” 
 
‘KODÊN FAŞÎST ACIZ DIKE’
 
Halîde Turkoglû, anî ziman ku rejîma faşîst a mollayên Îranê ev dirûşm qedexe kiriye, cezayên îdamê daye û îktîdarên heyî jî ji vê dirûşmê ditirsin. Halîde Turkoglû, bi domdarî wiha got: “Tevgerên jinan ên Tirkiyeyê, femînîstên Tirkiyeyê û di qada mafên mirovan de gelek kes vê dirûşmê berz dikin. Jin, bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ya ku tevgera jinên kurd afirandiye têdikoşin. Ya ku kodên faşîst a vî welatî aciz dike jî ev e. Ji ewil ji hêla hinek siyasetmedarên AKP-MHP’î ve hedef hate girtin. Dixwazin têkoşîn û piştevaniya hevpar a jinan tune bikin. Walîtiya Amedê jî duh bi destê daraz û hêzên ewlekariyê biryara qedexeyê da. Dixwazin têkoşîna jinan têk bibin û têkoşîna tevgera jinên kurd hedef bigirin. Êrişî ruhê têkoşînê dikin. Ev biryara qedexeyê nîşan dide ku ji têkoşîna jinên kurd û ya jinên enternasyonal ditirsin. Dixwazin jinên kurd bi tenê bihêlin. Lê jinan bersiveke zelal dan vê qedexeyê û gotin; Jin, jiyan, azadî.” 
 
Halîde Turkoglû, herî dawî ev tişt anî ziman: “Dê nekarin bi van qedexeyan paşvegavê bi jinan bidin avêtin. Berevajî vê, motîvasyona jinan zêdetir dibe. Dê  jin hêj bêhtir li kolan, Meclis û li her derê berz bikin. Ji bo guherîn û veguherîna vî welatî, divê bi rastî jî ‘Jin, jiyan, azadî’ were fêmkirin. Em hewl didin vê vebêjin û polîtîkaya vê dimeşînin. ‘Jin, jiyan, azadî’, pergala hevserokatiyê ye, nûnertiya wekhev e. Ji bo hilberîna jinê, li dijî tundiyê xweparastin û rêxistinbûn e. Jinan hebûna xwe di vê rastiyê de dîtiye û jin dê ji ber qedexeya walîtiyê dev ji dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bernedin. Hûn dê di meşa 25’ê Mijdarê de bibînin, em ê bênavber vê dirûşmê berz bikin. Mîna Peymana Stenbolê, mîna destkeftiyên jinan ên li Tirkiye û cîhanê, ‘jin, jiyan, azadî’ jî dengê jinan ê hevpar e. Kesek dev ji gotina ‘jin, jiyan azadî’ bernade.” 
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

28/11/2024
13:59 Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin
13:50 AYM’ê ji bo cezayê ji ber çalakiya 'Komploya 15’ê Sibatê’ hatiye dayin got ‘binpêkirin e’
12:43 Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:09 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê sibe dê bê lidarxistin
11:59 Navê wî li kolana lê hatibû qetilkirin hate kirin
11:52 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Li gundê Burmadereyê qeyûm hate tayînkirin
11:04 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:59 Hevşaredar Gulistan Sonuk: Dê têkoşîna me bidome
10:27 Parêzer Ortaç: Lihevkirina civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
10:23 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
09:35 Mûrat Karayilan: Dê nekarin ji vê rêbazê encam bigirin
09:18 Hewldanên li dijî Şengalê çi ne?
09:08 Zozan Bor a li midûriyeta polîsan hat tacizkirin: Kevalên min hê jî di binçavan de ne
09:07 Çareya ji bo şer, krîza avhewayê û koçberiyê: Civaka ekolojîk-komunal
09:06 'Li dijî qeyûman xurtkirina xeta têkoşînê divê'
09:04 Banga ji bo mitînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
09:00 ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2024’AN
27/11/2024
22:56 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin
22:53 Rêyên 98 gundên Amedê hatin vekirin
16:55 Bertek nîşanî qeyûm dan û ji civînê derketin
16:51 Doza Ahmet Gun ê hatibû qetilkirin hat taloqkirin
16:19 Binçavkirin li gelek bajaran hatin protestokirin
15:21 Ciwanên êrişên dewleta tirk kişandin ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin
14:48 Li Edeneyê qeyûm hatin protestokirin
14:35 Erdogan dîsa gef xwar
14:01 Ji binçavkiriyan 10 jê anîn Enqereyê
13:39 Rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em paşvegavê naavêjin
13:38 Helbestvan, akademîsyen û rojnameger 2 roj in binçavkirî ne
13:10 Li Peyasê loqenteya gel hate vekirin
13:10 'Jin, jiyan azadî' li Meclisê ye
13:09 Wezareta Dadê: Em daxwaznameya DEM’ê dinirxînin
12:54 Li Londonê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin
12:38 Li Dêrsimê qeyûm û binçavkirin hatin protestokirin
11:47 Kesên li Çanakkaleyê hatin binçavkirin hatin berdan
11:44 Gotûbêja Sabahat Tuncel ji hêla rektor ve hat betalkirin
11:30 Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kete meriyetê
10:58 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Hevalên me berdin
10:39 Li Şirnexê rêyên bajarokek û 7 gundan hatin girtin
10:38 Piştî erdheja li Bedlîsê hişyar hate kirin
10:27 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Ciwanên HDK’î: Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm û tecrîdê bidome
10:03 Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat
09:25 Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
09:12 Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
09:07 Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
09:03 Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
09:02 Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
09:01 Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
09:00 ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN
26/11/2024
21:52 Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
21:50 Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
16:45 Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
15:25 Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
15:18 Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
14:43 Li Agiriyê berf bariya
14:43 Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
14:04 Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
13:54 Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
13:45 DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin
13:43 Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
13:39 Ahmet Turk îdiaya hevdîtina bi Bahçelî re derewand
13:36 DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bide
13:01 Helbestvan û nivîskar jî hatin binçavkirin
12:45 Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin
12:42 Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:19 AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
11:03 MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
10:15 Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
09:40 Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
09:22 Li Amedê berfa ewil a îsal bariya
09:04 Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
09:03 Li bazaran dema deynkirinê
09:01 Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê
09:01 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
08:48 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin
25/11/2024
22:52 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
21:55 Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
21:49 Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
21:46 Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
17:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
16:40 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
16:29 Rêxistinên Elewiyan li Dêrsimê bang kirin: Em qeyûmê xespkar qebûl nakin
15:04 Li kampusa zanîngehê pankarta bi 3 zimanan pankarta 'Jin jiyan azadî' vekirin
14:59 Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çû serdana Sarigul
14:39 Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê de hêrsa li dijî qeyûm
14:30 'Tundî herî zêde li girtîgehan tê kirin'
13:54 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî: Koçer ji herêmê tên derxistin
13:47 Nifûsa Iraqê hat eşkerekirin
13:47 Cenazeyê zarokê winda bûbû di Çemê Zê de hate dîtin
13:46 ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaran banga tehliyeyê kir
13:33 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Dê jinên li ber xwe didin bi ser kevin
13:24 Hedefa ewil a qeyûman kurdî û navendên jinan bûn
12:59 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê herî kêm 114 jin hatin qetilkirin