NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter gundên Girê Spî û Kobanê topbaran kirin.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter şevê din gundên Şerka-Fewar û Şemsîn ên Girê Spî topbaran kirin.
Di heman demê de gundên Koperlik ê rojhilatê Kobanê û derdora Pira Qereqozaqê bi dijwarî topbaran kirin.
Têkildarî encamên topbaranê agahî nehatin bidestxistin.