Ji bo girtiyên nexweş banga hestiyariyê

  • rojane
  • 09:09 24 Kanûn 2024
  • |
img

ÊLIH - Apê Emîn Şahîn ku bertek nîşanî neberdana biraziyên xwe Emrah û Firat Nebîoglû yên ku yek ji wan li derve û yê din li girtîgehê felcî bûne dan û xwest ku parêzvanên mafên mirovan dengê wan ragihînin. 

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Tirkiyeyê di 1'ê Kanûna 2024'an de li 406 girtîgehên vekirî û girtî 378 hezar û 657 girtî û hikumxwar hene. Li gorî raporê 759 zarokên temenê wan di navbera 0-6 salî de bi dayikên xwe re li girtîgehan tên girtin û li gorî tesbîtên di Nîsana 2022’an de jî hezar û 517 nexweş ku 651 jê rewşa wan giran e, girtî ne. Li gorî daneyên saziyên mafên mirovan, heta 28'ê Mijdara 2024'an di 11 mehên destpêkê yên salê de 709 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane.
 
Girtiyên nexweş, extiyar û astengdar û nikarin bi tena serê xwe li girtîgehê bijîn, ji ber raporên Saziya Tiba Edlî ya "Dikare di girtîgehê de bimîne" û hincetên dozgeriyan ku dibêjin "ji bo civakê xetere ne" serbest nayên berdan. 
 
RAPORA NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE'
 
Yek ji girtiyên nexweş ên li girtîgehê Firat (24) û birayê wî yê mezin Emrah Nebîoglû (30) ye. Firat Nebioglu di sala 2015'an de li Êlihê hat girtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "bêyî endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye" bi giştî 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Firat Nebîoglûyê ku di zarokatiya xwe de 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, di girtîgehê de ji sedî 92 astengdar bû. Nebîoglûyê ku rapora wî ya astengdariyê heye, bi pirsgirêkên tenduristiyê yên wekî têkçûna gurçikan, kêmbûna dîtin û bihîstinê re jî têdikoşe. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" da Nebîoglûyê ku ji ber têkçûna gurçikan heftê 3 rojan di diyalîzê de dimîne. Lê belê Saziya Tiba Edlî (ATK) di 14'ê Adara 2022'an de der barê Nebîoglû de rapora "dikare di girtîgehê de bimîne " çêkir. Ji bo 7 serlêdanên ji bo neqla gurçika Nebîoglû hatin kirin bersiveke erênî nehat dayîn. Serlêdanên malbatê yên ji bo berdanê her tim tên redkirin.
 
Birayê Firat Nebîoglû yê mezin Emrah Nebîoglû di çalakiya şermezarkirina êrîişên DAIŞ'ê yên sala 2014'an ên li hemberî Kobanê de bi guleya ku ji serê xwe xwaribû bi giranî birîndar bû û felc bû.  Emrah Nebîoglû tevî ku felc bû jî di çarçoveya dozê de hat darizandin û di 5ê Sibata 2022'yan de hat girtin. Nebîoglu bi îdiaya "endamê rêxistinê" 7 sal û 3 meh cezayê girtîgehê xwar. Nebîoglûyê ku cezayê wî di merhaleya Dadgeha Bilind de ye, tevî felçbûna xwe jî bi îdiaya "gumana revê heye" nayê berdan. Nebîoglûyê ku ji aliyê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê ve ji sedî 94 rapora wî ya astengdariyê heye, nexweşînên wî yên din jî hene. Serlêdanên malbatê yên ji bo darizandina bi awayekî negirtî bê encam man.
 
'EM EDALETÊ DIXWAZIN' 
 
 
Apê her du birayan Emîn Şahîn bertek nîşanî vê rewşê da û got: "Du birayên ku nikarin pêdiviyên xwe jî bi cih bînin, dê çawa birevin." 
 
Şahîn da zanîn ku daxwazên wan ên neqla gurçikê nehatine qebûlkirin û wiha got: "Mirovekî felcî û birayê wî yê di diyalîzê de bi awayekî bêhiqûqî tên ragirtin. Tu serlêdaneke me nayê qebûlkirin. Hemû saziyên dewletê ji bo her du birayê di tabûtê de derên tevdigerin. Rewşa her duyan jî giran e. Bavêw an jiyana xwe ji dest da, dêya wan jî nexweş e nikare serdana wan bike. Dixwaze zarokên wê li cem wê bin. Ev zilm e." 
 
Şahîn bilêv kir ku ew doza edaletê dikin û bang li parêzvanên mafên mirovan kir ku dengê wan bidin bihîstin. 

Sernavên din

07/01/2025
14:24 Ji bo Prof. Dr. Ekîncî biryara beraet û tehliyeyê
13:48 Zeynep Celaliyan ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir
13:41 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 154’an
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya DEVA’yê dest pê kir
13:38 PDK û YNK ji bo hevdîtinên hikûmetê civiyan
13:30 Ji Ozgur Ozel pêşniyara ‘komîsyonê’
13:15 Li Erdîşê 3 rojnameger hatin binçavkirin
13:08 Rêveberên Baroya Stenbolê îfade dan: Lêpirsîn li dijî prosedurê ye
13:07 Şandeya ji bo wergirtina cenazeyê rojnamegeran çû: Tenê nahêlin em derbas bibin
12:54 DFG: Dayina cenazeyên rojnamegeran bi keyfî tê astengkirin
12:46 DBP’ê bertek nîşanî astengkirina cenazeyên rojnamegeran da
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd dê her kesî mezin bike
11:59 ÎHD: Bersiva serlêdana ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran nehate dayin
11:39 Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi Erdogan re hate Enqereyê
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:30 Parêzer dê li dijî necezakirina di doza Elçî de têkoşîna xwe bidomînin
11:06 Li dijî sewqkirina girtiyan bertek: Armanc tunekirina delîlan e
10:50 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel dest pê kir
10:44 Karasu: Rêber Apo dibêje ‘em pirsgirêkê dûrî şer çareser bikin’
10:19 Qeyûmê Êlihê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
10:17 Pekoz: Ocalan çareseriya demokratîk, hikûmet 'tasfiyeyê' esas digire
09:54 Berxwedana li dijî êrişan didome
09:53 Êş û têkoşîna edaletê ya 9 sal in didome
09:33 Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand
09:29 'Ne tenê muxalif, divê hemû derdor aştiya civakî xurt bikin'
09:21 Li Girtîgeha Kiriklarê girtî dîsa ji ber xurekan jehrî bûn
09:01 Nivîskar Îmrek: Aştî wekî nênûk û goşt e
09:01 Bavê Leyla Şaylemez: Heya komkujî eşkere nebe sûcdar Fransa ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:55 Li Çînê bi pileya 7.1 erdhej çêbû
08:47 Şandeya ku dixwaze cenazeyên rojnamevanan werbigire 16 saetin tê sekinandin
06/01/2025
16:24 10 baroyan daxuyanî dan: Biryara sînorkirinê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê rakin
15:59 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Partiya Saadetê re dest pê kir
15:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê bi dawî bû
15:31 Saliha Aydenîz: Divê Ocalan azad bibe ku aştî çêbibe
15:28 Nobeta li ser sînorê Kobanê didome: Dê piştgiriya me ya ji bo Kobanê bidome
14:52 Mûstafa Karatepe ku nexweşê penceşêrê ye piştî 30 salan hate berdan
14:47 Malbata Gulistan Doku bi dozger re hevdîtin kir
14:41 Xwendekar ji bo Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş meşiyan
14:05 Ekolojîst: Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dest pê kir
13:36 Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên wê yên hatine berevajîkirin daxuyanî da
13:22 Girtiyên jin ên hatin derbkirin sewqî girtîgehên cuda kirin
12:44 Ji bo edîtorê Rojnewsê Ehmed biryara tehliyeyê hate dayin
12:44 Ji 80 baroyan ji bo Tahîr Elçî daxuyanî
12:41 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hat bibîranîn
12:36 Onder: Piştî serdana Demîrtaş em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
12:18 Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin merasîma cenazeyê hat lidarxistin
12:13 Li Amedê nexşerêya ‘çareseriyê’: Divê zemîna qanûnî amade bikin û Ocalan azad bibe
12:06 'Ne Erdogan ne jî Bahçelî, baweriya me bi Abdullah Ocalan heye'
11:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir
11:31 Parêzer Tamur: Bi hedefgirtina rojnamegeran re Peymana Cinevê binpê kirin
11:02 DEM Partî ji bo nirxandina peyamên Ocalan civiya
10:55 Celal Firat: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Elewiyan referanseke
10:54 Remzî Kartal: Ji bo baweriyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
10:34 Abdullah Ocalan: Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:47 Serokê TOD-DER’ê Kan: Divê guh bidin peyamên Ocalan
09:30 Li Wanê rêyên 493 gundan hatin girtin
09:00 ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:47 Xwebûn bi manşeta ‘Nexşeya 2025’an diyar kir’ derket
05/01/2025
15:44 Emîne Şenyaşar li ser sînorê Kobanê bang kir: Bila ev zilm bi dawî bibe
15:27 Gurgîn Oktar piştî 30 salan hate berdan
14:54 Ekolojîst li ser sînorê Qamişloyê ne: Rojava modêla çareseriya Rojhilata Navîn e
14:24 'Em hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin’
13:50 DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne
13:48 Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be
13:07 Derket holê ku ‘Wezîrê dadê’ yê li Şamê kujer e
12:27 ‘Heke ji bo Gulistan Doku edalet pêk bihata niha Rojîn û Narîn dê bijiyan’
12:20 Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
12:16 Abdullah Ocalan: Divê Tirkiye bi Kurdan re yekitiya demokratîk esas bigire
11:37 Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê
11:24 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye
Keskîn Bayindir: Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome
11:01 Cengîz Aktar: Li Sûriyeyê her tişt dê li gorî daxwaza Enqereyê nebe
10:35 ‘Heta tecrîd ranebe çareserî nabe’
09:59 Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike
09:18 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jiyana me her tim şer bû’ derket
09:15 Aldar Xelîl: Çareseriya li Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratîk pêkan e
09:00 Li ANKA-DER'ê serdema qeydên nû dest pê dike
09:00 ROJEVA 5’Ê ÇILEYA 2025’AN
04/01/2025
16:49 'Şertê yekem ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e'
16:47 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê di çalakiyê de ne
15:55 'Rojava ji bo hemû cîhanê model e'
15:46 Jinên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn
14:58 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:36 Rapora 2024'an a DFG'ê: 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin
14:24 Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar diqewime
13:25 Ji bo birayên Efeoglû yên di binçavan de hatin windakirin doza edaletê kirin
13:07 Jinên li Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:32 Li Rojhilatê di 2024’an de 63 kolber hatine qetilkirin
10:58 Îranê di rojekê de 9 kes bi dar vekirin
10:54 Li Edeneyê karkerek jiyana xwe ji dest da
10:29 Li Dêrazorê 3 zarok ji ber mayinê birîndar bûn
09:30 Xwendekar dixwazin mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin
09:23 Rengê Xelfeliyê diguhere
09:04 Mexmûriyên ku di çalakiya nobedê de ne: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN
03/01/2025
18:25 Dayikên Aştiyê Baroya Stenbolê ziyaret kirin
16:20 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Israra di têkoşînê de dê bi xwe re serkeftinê bîne
15:54 Li gundên Minbicê pevçûnên dijwar hene
15:38 Nobeda li sînorê Qamişloyê: Ger hûn jidil bin hûn ê guh bidin vîna çareseriyê