TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da

  • jin
  • 14:01 30 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - TJA’yê têkildarî hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re daxuyaniyek da û wiha got: “Hevdîtina li Îmraliyê hatiye kirin, ji bo çareseriya demokratîk careke din hêza hêvî û îradeyê nîşan da.” 

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî hevdîtina Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder a di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kirî, daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Daxuyaniya TJA’yê wiha ye:
 
“Em vê îradeya ku tu carî ji îdeala çareseriya demokratîk û azadiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn tawîz nedaye û bi gotina 'Em ê bi hev re azad bibin' tevî ku bi awayekî tund/mutlaq tê girtin, bi hezkirin û rêzdarî silav dikin. Şert û mercên tecrîdê yên 26 salan.
 
Weke Tevgera Jinên Azad; Rêberê Gelan Birêz Abdullah yekane hêza çareseriyê ye ku wê me ji vê zilma ku bi şer, komkujî û qirkirina bi destê mêran li hemû gelan bi taybet jin, ciwan, zarok û komên baweriyan dimeşîne. Netew-dewletên serdest û di qonaxa xwe ya niha de ji bilî kaos, krîz û wêrankirinê tu encamek dernakeve. Ji Tirkiyeyê heta Filistînê; Ji Efxanistanê heta Îranê; rêya aştiyeke bi rûmet a li dijî şer, ji Sûriyeyê heta Rojava, bi siyaseta demokratîk dikare were vekirin, ev jî amaje kir.
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Em di wê baweriyê de ne ku çareseriya şeran bi têkoşîna hevpar û tifaqên ku hêzên demokrasiyê wê bi hêvî û wêrekiyê ava bikin, pêk were. Zîhniyeta ku li Rojhilata Navîn dibêje ‘yan mirin an jî teslîmiyet’ îflas kiriye. Çareserî wê li ser esasê siyaseta demokratîk, li ser rêya 3'yemîn ku temînata azadî û wekheviya jin û gelan e, pêk were. Yên ku wê vê zemînê ava bikin û biparêzin bêguman tevger û kesayetên civakî yên sosyalîst, şoreşger, demokrat, femînîst û antî-kapîtalîst ên li Tirkiyeyê ne, îtîfaqên me yên navneteweyî ne.
 
ÇARESERÎ BI HÊZA XWESER A JIN PÊK WERE 
 
Em ê ji şerên ku îmhaya herî mezin li jinan tê kirin, bi têkoşîna xwe ya azadiyê derkevin; ya rast ev e ku çareserî wê bi hêza xweser a me jin û gelên ku hewl didin di van şeran de bikevin zindanan pêk were. Weke TJA, têkoşîna ku em dibêjin şikandina tecrîda li ser civakê bi şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan ve girêdayî ye, parçeyek ji vê rastiyê ye. Civîna li Îmraliyê pêk hat careke din hêvî û hêza çareseriya demokratîk nîşan da. Bê şik berxwedana azadiyê ya jin û gelên ku ji bo rakirina tecrîdê têdikoşin, bi vê hêviyê tê xwarin û ji bo rakirina tecrîda mutleq wê têkoşîna xwe bidomînin. Em dizanin ku ev pêngav şefaf, pêbawer û li ser nirxên civakî ye; Îstîqrara ku wê veguhere aştiyeke bi rûmet, mayînde û çareseriya demokratîk jî wê bi berxwedanê pêk were.
 
Em ê di daxwaza xwe ya aştiyeke bi rûmet û çareseriya demokratîk de bi helwesteke bi rola xwe ya pêşengtiyê re israr bikin. Em bang li hemû jinan û raya giştî ya demokratîk dikin ku li ku dibin bila bibin, li vê rêya ku em ê bi hev re azad bibin, bibin yek.”

Sernavên din

08/01/2025
09:00 ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:48 Li Erziromê bi mezinahiya 4.5’ê erdhej çêbû
07/01/2025
20:06 DYE û YE ji bo Sûriyeyê bicivin
20:02 Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren hat binçavkirin
19:53 Malbatên ku li sînor tên sekinandin: Em cenazeyên xwe dixwazin
16:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Yenîden Refahê dest pê kir
15:42 TJA’yê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
15:39 Sirri Sureyya Onder: Dê Ahmet Turk jî di şandeya nû ya Îmraliyê de cih bigire
15:34 Berxwedana li ser sînor didome: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:21 Xwestin Tunela Yenîkopruyê bê vekirin
15:15 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bû 14 hezar û 469 TL
15:14 Şandeya KNK’ê bi PDK-Î’yê re civiya
14:54 MKG'ê rapora 2024’an eşkere kir: 8 rojnamegerên jin girtî ne
14:25 Xelkê Kobanê li ser sînor çalakî li dar xist: Kurdistan yek e
14:24 Ji bo Prof. Dr. Ekîncî biryara beraet û tehliyeyê
13:48 Zeynep Celaliyan ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir
13:41 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 154’an
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya DEVA’yê dest pê kir
13:38 PDK û YNK ji bo hevdîtinên hikûmetê civiyan
13:30 Ji Ozgur Ozel pêşniyara ‘komîsyonê’
13:15 Li Erdîşê 3 rojnameger hatin binçavkirin
13:08 Rêveberên Baroya Stenbolê îfade dan: Lêpirsîn li dijî prosedurê ye
13:07 Şandeya ji bo wergirtina cenazeyê rojnamegeran çû: Tenê nahêlin em derbas bibin
12:54 DFG: Dayina cenazeyên rojnamegeran bi keyfî tê astengkirin
12:46 DBP’ê bertek nîşanî astengkirina cenazeyên rojnamegeran da
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd dê her kesî mezin bike
11:59 ÎHD: Bersiva serlêdana ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran nehate dayin
11:39 Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi Erdogan re hate Enqereyê
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:30 Parêzer dê li dijî necezakirina di doza Elçî de têkoşîna xwe bidomînin
11:06 Li dijî sewqkirina girtiyan bertek: Armanc tunekirina delîlan e
10:50 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel dest pê kir
10:44 Karasu: Rêber Apo dibêje ‘em pirsgirêkê dûrî şer çareser bikin’
10:19 Qeyûmê Êlihê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
10:17 Pekoz: Ocalan çareseriya demokratîk, hikûmet 'tasfiyeyê' esas digire
09:54 Berxwedana li dijî êrişan didome
09:53 Êş û têkoşîna edaletê ya 9 sal in didome
09:33 Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand
09:29 'Ne tenê muxalif, divê hemû derdor aştiya civakî xurt bikin'
09:21 Li Girtîgeha Kiriklarê girtî dîsa ji ber xurekan jehrî bûn
09:01 Nivîskar Îmrek: Aştî wekî nênûk û goşt e
09:01 Bavê Leyla Şaylemez: Heya komkujî eşkere nebe sûcdar Fransa ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:55 Li Çînê bi pileya 7.1 erdhej çêbû
08:47 Şandeya ku dixwaze cenazeyên rojnamevanan werbigire 16 saetin tê sekinandin
06/01/2025
16:24 10 baroyan daxuyanî dan: Biryara sînorkirinê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê rakin
15:59 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Partiya Saadetê re dest pê kir
15:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê bi dawî bû
15:31 Saliha Aydenîz: Divê Ocalan azad bibe ku aştî çêbibe
15:28 Nobeta li ser sînorê Kobanê didome: Dê piştgiriya me ya ji bo Kobanê bidome
14:52 Mûstafa Karatepe ku nexweşê penceşêrê ye piştî 30 salan hate berdan
14:47 Malbata Gulistan Doku bi dozger re hevdîtin kir
14:41 Xwendekar ji bo Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş meşiyan
14:05 Ekolojîst: Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dest pê kir
13:36 Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên wê yên hatine berevajîkirin daxuyanî da
13:22 Girtiyên jin ên hatin derbkirin sewqî girtîgehên cuda kirin
12:44 Ji bo edîtorê Rojnewsê Ehmed biryara tehliyeyê hate dayin
12:44 Ji 80 baroyan ji bo Tahîr Elçî daxuyanî
12:41 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hat bibîranîn
12:36 Onder: Piştî serdana Demîrtaş em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
12:18 Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin merasîma cenazeyê hat lidarxistin
12:13 Li Amedê nexşerêya ‘çareseriyê’: Divê zemîna qanûnî amade bikin û Ocalan azad bibe
12:06 'Ne Erdogan ne jî Bahçelî, baweriya me bi Abdullah Ocalan heye'
11:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir
11:31 Parêzer Tamur: Bi hedefgirtina rojnamegeran re Peymana Cinevê binpê kirin
11:02 DEM Partî ji bo nirxandina peyamên Ocalan civiya
10:55 Celal Firat: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Elewiyan referanseke
10:54 Remzî Kartal: Ji bo baweriyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
10:34 Abdullah Ocalan: Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:47 Serokê TOD-DER’ê Kan: Divê guh bidin peyamên Ocalan
09:30 Li Wanê rêyên 493 gundan hatin girtin
09:00 ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:47 Xwebûn bi manşeta ‘Nexşeya 2025’an diyar kir’ derket
05/01/2025
15:44 Emîne Şenyaşar li ser sînorê Kobanê bang kir: Bila ev zilm bi dawî bibe
15:27 Gurgîn Oktar piştî 30 salan hate berdan
14:54 Ekolojîst li ser sînorê Qamişloyê ne: Rojava modêla çareseriya Rojhilata Navîn e
14:24 'Em hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin’
13:50 DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne
13:48 Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be
13:07 Derket holê ku ‘Wezîrê dadê’ yê li Şamê kujer e
12:27 ‘Heke ji bo Gulistan Doku edalet pêk bihata niha Rojîn û Narîn dê bijiyan’
12:20 Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
12:16 Abdullah Ocalan: Divê Tirkiye bi Kurdan re yekitiya demokratîk esas bigire
11:37 Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê
11:24 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye
Keskîn Bayindir: Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome
11:01 Cengîz Aktar: Li Sûriyeyê her tişt dê li gorî daxwaza Enqereyê nebe
10:35 ‘Heta tecrîd ranebe çareserî nabe’
09:59 Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike
09:18 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jiyana me her tim şer bû’ derket
09:15 Aldar Xelîl: Çareseriya li Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratîk pêkan e
09:00 Li ANKA-DER'ê serdema qeydên nû dest pê dike
09:00 ROJEVA 5’Ê ÇILEYA 2025’AN
04/01/2025
16:49 'Şertê yekem ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e'
16:47 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê di çalakiyê de ne
15:55 'Rojava ji bo hemû cîhanê model e'
15:46 Jinên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn
14:58 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:36 Rapora 2024'an a DFG'ê: 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin
14:24 Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar diqewime