Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin

img

NAVENDA NÛÇEYAN-  Rojnameger Baran Germiyanî diyar kir ku tevî gelek dem derbas bûye li Herêma Federal a Kurdistanê  hikûmet nehatiye avakirin û hêviya gel ew e ku hikûmeteke nû bê avakirin û pirsgirêkên weke şer û krîza aborî ya li herêmê çareser bibe. 

Li Herêma Federal a Kurdistanê di 20’ê cotmehê 2024'an de  hilbijartina parlamentoyê ango dengdan hat lidarxistin. Ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dawî bûn. Li gorî encamên sindoqên ku li Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce hatine danîn, PDK di rêza yekem de, YNK di rêza duyemîn û Nifşa Nû di rêza sêyem de hilbijartin qedand. Li gorî encaman PDK'ê 39 kursî, YNK'ê 23 kursî û Tevgera Nifşê Nû jî 15 kursî bidest xistine. PDK'ê li gorî hilbijartinên berê 6 kursî winda kir, YNK'ê 2 kursiyên parlamentoyê zêde kir. Li gorî van encaman tu partî nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike. 
 
Li Herêma Federal a Kurdistanê piştî hilbijartinan çavê hemû kesan li partiyanê ku wê hikumet di navbera kîjan partiyan de bê avakirin. Her wiha rûniştina yekemîn a parlamentoyê di 2'yê kanûna 2024'an de pêk hat.Ji bo avakirina hikûmeteke nû pêwîste ku PDK bi partiyekî re koalîsyonê bike. Lêbelê 2 meh derbas bûn hê di navbera partiyan de koalisyon çênêbûye. Der barê nevakirina hikûmetê de û ji bo vê xebatên ku tên meşandin de rojnameger Baran Germiyanî nirxandin kir. 
 
'PDK NAXWAZA DAXWAZÊN PARTIYAN PÊK BÎNE'
 
 
Rojanemeger Germiyanî, anî ziman ku ji bo avakirina hikûmeteke nû de ti hewldaneke PDK'ê nine û wiha axivî:" Piştî ragihandina encamên giştî yên hilbijartinan ji bo damizirandina hikûmeteke nû diviyabû partiyên siyasî dest serdana bikirana. Her çiqas  hin seredan hebûn jî PDK naxwaze ku daxwazên partiyên siyasî pêk bîne. PDK dixwaze hikûmetekî ava bike jî lê daxwazên partiyên ku ê r koalîsyonê bike jî qebûl nake. Hê heta niha jî hikûmetek nû nehatiye avakirin. Ji aliyekî din ve jî parlamentoya nû ya Herêma Kurdistanê nekariye rûniştina serokatiyê pêk bîne.Hemû aliyên siyasî dixwazin ku hikûmeta nû divê pir reng be, lê di rastiyê de ne wisa ye. Belkû hikûmet di navbera 2 aliyan de bê avakirin û heta niha jî beşek ji aliyên siyasî bang dikin ku bi tu awayî beşdarî hikûmetê nabin." 
 
'DÊ YNK Û PDK BI HEVRE AVA BIKIN'
 
Rojnameger Botan Germiyanî bi lêv kir ku hikûmeta ku bê avakirin tê payin ku di navbera PDK'ê û YNK'ê de bê avakirin û wiha got:" Helbet ji sala 1992'an ve ku hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin, YNK û PDK heta kabîneya nehemîn bi hev re di nav hikûmetê de bûn. Du kabîne jî aliyên siyasî yên din bi wan re bûn. Lewma zehmet e ku di kabîneya dehemîn de YNK û PDK bi hev re nebin. Berevajî, ew diyar e ku ew ê bi hev re biçin hikûmetê û postên girîng di navbera xwe de parve bikin û bi vî awayî li hev bikin, herçend niha gengeşeya wan li ser pênc postên serokatiyê ye." 
 
'ENCAMÊN HILBIJARTINÊ WEKE  SEXTEKARÎ DIBÎNIN'
 
Rojnameger Germiyanî, anî ziman ku di dema vekirina parlamentoyê de jî hin geşedan çêbûne û wiha domand:" Beşek ji aliyên siyasî ji niha ve ragihandine ku bi tu awayî beşdarî hikûmetê nabin. Her wiha Komela Dadgerî bi fermî ragihandiye ku ne tenê beşdarî hikûmetê dibe ku beşdarî parlamentoyê jî nekin. Ji ber ku encamên hilbijartinê wek sextekarî dibînin. Di rûniştina yekem a parlamentoyê de ku endamên parlamentoyê sonda yasayî xwarin, endamekî parlamentoyê yê Komela Dadgerî biryara partiya xwe şikand û lewma Komela Dadgerî ew ji nav refên xwe derxist."
 
ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ
 
Rojnameger Germiyanî bal kişand li ser qeyranên herêmê û ev tişt got:"Kabîneyên borî hemû gelek pirsgirêk û qeyranên cuda ji bo welatiyan anî. Bi taybetî di kabîneya nehemîn de ku wek kabîneyek têkçûyî tê binavkirin. Ji aliyekî ve nekarî bi qasî pêwîst meaşê meaşxwaran dabîn bike û tenê îsal meaşê du mehan nehatiye dayîn. Her wiha têkiliyên di navbera hikûmeta herêmê û Iraqê de di asteke xerab de ne. Ne tenê ev, dewleta dagirker a Tirkiyeyê bi kûrahiya 40 kîlometran ketiye nav axa Başûrê Kurdistanê. Tenê îsal 11 binge û baregehên nû ava kirine ku bi giştî dibe 75 binge û baregeh. Neh gund bi tevahî vala kirine û bi giştî 170 gund ji ber dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê vala bûne û metirsî li ser 602 gundên din jî heye. Zêdetirî 400 gund jî nehatine karîn ji ber bombardimanê were avakirin. Ji aliyekî din ve nêzîkî 72 hezar donim erd ji daristan û çêre û mêrgan şewitiye." 
 
'HIKÛMETA KU TÊ AVAKIRIN DIVÊ PIR RENG BE'
 
Rojnameger Botan Germiyanî, got ku heke hikûmeta ku tê avakirin pergala xwe de guhertinan çêneke dê xeteriyeke mezin jî bi xwe re bîne û got, "Bêguman gelek mijarên girîng hene ku divê hikûmeta nû bi lez were avakirin û hewl bide wan çareser bike ku bi çarenûsa gelê başûrê Kurdistanê ve girêdayî ne. Divê hikûmeta ku tê avakirin tenê malbata Barzanî biryardar nebe, divê ku hikûmeta ku tê avakirin pir reng be û li dijî gendelî, binpêkirina azadiyan û dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê bisekine."
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

08/01/2025
09:00 ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:48 Li Erziromê bi mezinahiya 4.5’ê erdhej çêbû
07/01/2025
20:06 DYE û YE ji bo Sûriyeyê bicivin
20:02 Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren hat binçavkirin
19:53 Malbatên ku li sînor tên sekinandin: Em cenazeyên xwe dixwazin
16:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Yenîden Refahê dest pê kir
15:42 TJA’yê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
15:39 Sirri Sureyya Onder: Dê Ahmet Turk jî di şandeya nû ya Îmraliyê de cih bigire
15:34 Berxwedana li ser sînor didome: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:21 Xwestin Tunela Yenîkopruyê bê vekirin
15:15 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bû 14 hezar û 469 TL
15:14 Şandeya KNK’ê bi PDK-Î’yê re civiya
14:54 MKG'ê rapora 2024’an eşkere kir: 8 rojnamegerên jin girtî ne
14:25 Xelkê Kobanê li ser sînor çalakî li dar xist: Kurdistan yek e
14:24 Ji bo Prof. Dr. Ekîncî biryara beraet û tehliyeyê
13:48 Zeynep Celaliyan ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir
13:41 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 154’an
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya DEVA’yê dest pê kir
13:38 PDK û YNK ji bo hevdîtinên hikûmetê civiyan
13:30 Ji Ozgur Ozel pêşniyara ‘komîsyonê’
13:15 Li Erdîşê 3 rojnameger hatin binçavkirin
13:08 Rêveberên Baroya Stenbolê îfade dan: Lêpirsîn li dijî prosedurê ye
13:07 Şandeya ji bo wergirtina cenazeyê rojnamegeran çû: Tenê nahêlin em derbas bibin
12:54 DFG: Dayina cenazeyên rojnamegeran bi keyfî tê astengkirin
12:46 DBP’ê bertek nîşanî astengkirina cenazeyên rojnamegeran da
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd dê her kesî mezin bike
11:59 ÎHD: Bersiva serlêdana ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran nehate dayin
11:39 Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi Erdogan re hate Enqereyê
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:30 Parêzer dê li dijî necezakirina di doza Elçî de têkoşîna xwe bidomînin
11:06 Li dijî sewqkirina girtiyan bertek: Armanc tunekirina delîlan e
10:50 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel dest pê kir
10:44 Karasu: Rêber Apo dibêje ‘em pirsgirêkê dûrî şer çareser bikin’
10:19 Qeyûmê Êlihê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
10:17 Pekoz: Ocalan çareseriya demokratîk, hikûmet 'tasfiyeyê' esas digire
09:54 Berxwedana li dijî êrişan didome
09:53 Êş û têkoşîna edaletê ya 9 sal in didome
09:33 Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand
09:29 'Ne tenê muxalif, divê hemû derdor aştiya civakî xurt bikin'
09:21 Li Girtîgeha Kiriklarê girtî dîsa ji ber xurekan jehrî bûn
09:01 Nivîskar Îmrek: Aştî wekî nênûk û goşt e
09:01 Bavê Leyla Şaylemez: Heya komkujî eşkere nebe sûcdar Fransa ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:55 Li Çînê bi pileya 7.1 erdhej çêbû
08:47 Şandeya ku dixwaze cenazeyên rojnamevanan werbigire 16 saetin tê sekinandin
06/01/2025
16:24 10 baroyan daxuyanî dan: Biryara sînorkirinê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê rakin
15:59 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Partiya Saadetê re dest pê kir
15:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê bi dawî bû
15:31 Saliha Aydenîz: Divê Ocalan azad bibe ku aştî çêbibe
15:28 Nobeta li ser sînorê Kobanê didome: Dê piştgiriya me ya ji bo Kobanê bidome
14:52 Mûstafa Karatepe ku nexweşê penceşêrê ye piştî 30 salan hate berdan
14:47 Malbata Gulistan Doku bi dozger re hevdîtin kir
14:41 Xwendekar ji bo Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş meşiyan
14:05 Ekolojîst: Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dest pê kir
13:36 Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên wê yên hatine berevajîkirin daxuyanî da
13:22 Girtiyên jin ên hatin derbkirin sewqî girtîgehên cuda kirin
12:44 Ji bo edîtorê Rojnewsê Ehmed biryara tehliyeyê hate dayin
12:44 Ji 80 baroyan ji bo Tahîr Elçî daxuyanî
12:41 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hat bibîranîn
12:36 Onder: Piştî serdana Demîrtaş em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
12:18 Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin merasîma cenazeyê hat lidarxistin
12:13 Li Amedê nexşerêya ‘çareseriyê’: Divê zemîna qanûnî amade bikin û Ocalan azad bibe
12:06 'Ne Erdogan ne jî Bahçelî, baweriya me bi Abdullah Ocalan heye'
11:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir
11:31 Parêzer Tamur: Bi hedefgirtina rojnamegeran re Peymana Cinevê binpê kirin
11:02 DEM Partî ji bo nirxandina peyamên Ocalan civiya
10:55 Celal Firat: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Elewiyan referanseke
10:54 Remzî Kartal: Ji bo baweriyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
10:34 Abdullah Ocalan: Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:47 Serokê TOD-DER’ê Kan: Divê guh bidin peyamên Ocalan
09:30 Li Wanê rêyên 493 gundan hatin girtin
09:00 ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:47 Xwebûn bi manşeta ‘Nexşeya 2025’an diyar kir’ derket
05/01/2025
15:44 Emîne Şenyaşar li ser sînorê Kobanê bang kir: Bila ev zilm bi dawî bibe
15:27 Gurgîn Oktar piştî 30 salan hate berdan
14:54 Ekolojîst li ser sînorê Qamişloyê ne: Rojava modêla çareseriya Rojhilata Navîn e
14:24 'Em hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin’
13:50 DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne
13:48 Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be
13:07 Derket holê ku ‘Wezîrê dadê’ yê li Şamê kujer e
12:27 ‘Heke ji bo Gulistan Doku edalet pêk bihata niha Rojîn û Narîn dê bijiyan’
12:20 Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
12:16 Abdullah Ocalan: Divê Tirkiye bi Kurdan re yekitiya demokratîk esas bigire
11:37 Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê
11:24 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye
Keskîn Bayindir: Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome
11:01 Cengîz Aktar: Li Sûriyeyê her tişt dê li gorî daxwaza Enqereyê nebe
10:35 ‘Heta tecrîd ranebe çareserî nabe’
09:59 Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike
09:18 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jiyana me her tim şer bû’ derket
09:15 Aldar Xelîl: Çareseriya li Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratîk pêkan e
09:00 Li ANKA-DER'ê serdema qeydên nû dest pê dike
09:00 ROJEVA 5’Ê ÇILEYA 2025’AN
04/01/2025
16:49 'Şertê yekem ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e'
16:47 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê di çalakiyê de ne
15:55 'Rojava ji bo hemû cîhanê model e'
15:46 Jinên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn
14:58 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:36 Rapora 2024'an a DFG'ê: 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin
14:24 Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar diqewime