'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'

MÊRDÎN – Çalakiya Nobedê ku li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê li hemberî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin didome. Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz di çalakiya nobedê de axivî û wiha got: "Bêyî azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan em nikarin bêjin 'gavek hatiye avêtin'. Divê êdî gavên berbiçav bên avêtin.”

Çalakiya Nobedê ya li ser sînorê Qamişlo û navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê li dijî êrîşên dewleta tirk yên li ser Bakura û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin di roja 20’emîn de didome. Di roja ewil ya sala nû de gelê Mêrdînê û heyeke ku ji Mûşê hatibû piştgirî dan çalakiyê. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Sumeyye Boz, Kamuran Tanhan û Bêrîtan Guneş, rêveberên DEM Partî yên Mûş û Mêrdînê jî amade bûn. Di çalakiyê de pankartên "Rojava rûmeta me ye", "Bi rihê seferberiyê em ê şoreşa Rojava biparêzin" û "Rojava rûmeta me ye" hatin vekirin û wêneyên rojnameger Cîhan Bilgin û Nazim Daşdan hatin hilgirtin. 
 
‘ROJAVA NE TENÊ YE’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mûşê Ahmet Tanriverdî di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne bi tenê ye. Tanriverdî wiha got: “Berxwedana Rojava wê heta dawiyê bidome. Her kes û bila gelê Rojava bizanibe ku ew ne bi tenê ne. Rojava rûmeta Rojhilata Navîn e. Çawa ku heta niha li ber xwe daye, em ê ji niha û pê ve jî li dijî êrîşan li ber xwe bidin. Bi zilm û zordariya li ser kurdan tu kes negihîşt encamekê. Ji vir em careke din berxwedanê silav dikin."
 
‘BÊYÎ OCALAN ÇARESERÎ NE MIMKUN E’
 
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz axivî û diyar kir ku bêyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çareserî ne mimkun e û wiha got: “Kedkarên Çapemeniya Azad ku rastiyê ji hemû cîhanê re radigihînin, ji aliyê SÎHA’yên Tirkiyeyê ve tên qetilkirin. Têkoşîna Cîhan û Nazim a heqîqetê wê bidome. Dixwazin li Rojava nasnameya kurd tune bikin. Çawa ku bi salan nikarin me bi hîle û şerên qirêj teslîm bigirin, ji niha û pê ve jî wê nikaribin serî bi me bidin tewandin. Ji ber ku dizanîbûn mifteya çareseriyê Îmralî ye bang li birêz Abdullah Ocalan kirin. Ew dizanin ku ev rê bêyî wî nayê meşandin. Ji ber vê yekê em banga xwe dubare dikin; divê demildest tecrîd bi dawî bibe. Ji ber ku hîna tecrîd didome. Em nikarin bibêjin ku bêyî misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan gav hatiye avêtin. Divê êdî gavên berbiçav bên avêtin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Niha dema demokratîkbûnê ye. Çareseriya pirsgirêka Kurd tê wateya demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn. Ji bo şer bi dawî bibin divê aştiyeke mayînde pêk were. Çawa ku dengê me ji vir diçe Qamişlo, dengê wê derê jî ji vir tê bihîstin. Ev deng dengê azadiyê ye.”
 
Piştî axaftinan meşa ku wê sibe ji Parka Aştiyê ya Nisêbînê heta sînorê Qamişlo bê lidarxistin hate bibîrxistin û banga xwedîderketina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li her kesî hate kirin. 
 
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
 
 
 

Sernavên din

08/01/2025
09:00 ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:48 Li Erziromê bi mezinahiya 4.5’ê erdhej çêbû
07/01/2025
20:06 DYE û YE ji bo Sûriyeyê bicivin
20:02 Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren hat binçavkirin
19:53 Malbatên ku li sînor tên sekinandin: Em cenazeyên xwe dixwazin
16:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Yenîden Refahê dest pê kir
15:42 TJA’yê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
15:39 Sirri Sureyya Onder: Dê Ahmet Turk jî di şandeya nû ya Îmraliyê de cih bigire
15:34 Berxwedana li ser sînor didome: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:21 Xwestin Tunela Yenîkopruyê bê vekirin
15:15 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bû 14 hezar û 469 TL
15:14 Şandeya KNK’ê bi PDK-Î’yê re civiya
14:54 MKG'ê rapora 2024’an eşkere kir: 8 rojnamegerên jin girtî ne
14:25 Xelkê Kobanê li ser sînor çalakî li dar xist: Kurdistan yek e
14:24 Ji bo Prof. Dr. Ekîncî biryara beraet û tehliyeyê
13:48 Zeynep Celaliyan ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir
13:41 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 154’an
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya DEVA’yê dest pê kir
13:38 PDK û YNK ji bo hevdîtinên hikûmetê civiyan
13:30 Ji Ozgur Ozel pêşniyara ‘komîsyonê’
13:15 Li Erdîşê 3 rojnameger hatin binçavkirin
13:08 Rêveberên Baroya Stenbolê îfade dan: Lêpirsîn li dijî prosedurê ye
13:07 Şandeya ji bo wergirtina cenazeyê rojnamegeran çû: Tenê nahêlin em derbas bibin
12:54 DFG: Dayina cenazeyên rojnamegeran bi keyfî tê astengkirin
12:46 DBP’ê bertek nîşanî astengkirina cenazeyên rojnamegeran da
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd dê her kesî mezin bike
11:59 ÎHD: Bersiva serlêdana ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran nehate dayin
11:39 Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi Erdogan re hate Enqereyê
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:30 Parêzer dê li dijî necezakirina di doza Elçî de têkoşîna xwe bidomînin
11:06 Li dijî sewqkirina girtiyan bertek: Armanc tunekirina delîlan e
10:50 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel dest pê kir
10:44 Karasu: Rêber Apo dibêje ‘em pirsgirêkê dûrî şer çareser bikin’
10:19 Qeyûmê Êlihê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
10:17 Pekoz: Ocalan çareseriya demokratîk, hikûmet 'tasfiyeyê' esas digire
09:54 Berxwedana li dijî êrişan didome
09:53 Êş û têkoşîna edaletê ya 9 sal in didome
09:33 Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand
09:29 'Ne tenê muxalif, divê hemû derdor aştiya civakî xurt bikin'
09:21 Li Girtîgeha Kiriklarê girtî dîsa ji ber xurekan jehrî bûn
09:01 Nivîskar Îmrek: Aştî wekî nênûk û goşt e
09:01 Bavê Leyla Şaylemez: Heya komkujî eşkere nebe sûcdar Fransa ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:55 Li Çînê bi pileya 7.1 erdhej çêbû
08:47 Şandeya ku dixwaze cenazeyên rojnamevanan werbigire 16 saetin tê sekinandin
06/01/2025
16:24 10 baroyan daxuyanî dan: Biryara sînorkirinê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê rakin
15:59 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Partiya Saadetê re dest pê kir
15:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê bi dawî bû
15:31 Saliha Aydenîz: Divê Ocalan azad bibe ku aştî çêbibe
15:28 Nobeta li ser sînorê Kobanê didome: Dê piştgiriya me ya ji bo Kobanê bidome
14:52 Mûstafa Karatepe ku nexweşê penceşêrê ye piştî 30 salan hate berdan
14:47 Malbata Gulistan Doku bi dozger re hevdîtin kir
14:41 Xwendekar ji bo Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş meşiyan
14:05 Ekolojîst: Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dest pê kir
13:36 Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên wê yên hatine berevajîkirin daxuyanî da
13:22 Girtiyên jin ên hatin derbkirin sewqî girtîgehên cuda kirin
12:44 Ji bo edîtorê Rojnewsê Ehmed biryara tehliyeyê hate dayin
12:44 Ji 80 baroyan ji bo Tahîr Elçî daxuyanî
12:41 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hat bibîranîn
12:36 Onder: Piştî serdana Demîrtaş em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
12:18 Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin merasîma cenazeyê hat lidarxistin
12:13 Li Amedê nexşerêya ‘çareseriyê’: Divê zemîna qanûnî amade bikin û Ocalan azad bibe
12:06 'Ne Erdogan ne jî Bahçelî, baweriya me bi Abdullah Ocalan heye'
11:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir
11:31 Parêzer Tamur: Bi hedefgirtina rojnamegeran re Peymana Cinevê binpê kirin
11:02 DEM Partî ji bo nirxandina peyamên Ocalan civiya
10:55 Celal Firat: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Elewiyan referanseke
10:54 Remzî Kartal: Ji bo baweriyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
10:34 Abdullah Ocalan: Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:47 Serokê TOD-DER’ê Kan: Divê guh bidin peyamên Ocalan
09:30 Li Wanê rêyên 493 gundan hatin girtin
09:00 ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:47 Xwebûn bi manşeta ‘Nexşeya 2025’an diyar kir’ derket
05/01/2025
15:44 Emîne Şenyaşar li ser sînorê Kobanê bang kir: Bila ev zilm bi dawî bibe
15:27 Gurgîn Oktar piştî 30 salan hate berdan
14:54 Ekolojîst li ser sînorê Qamişloyê ne: Rojava modêla çareseriya Rojhilata Navîn e
14:24 'Em hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin’
13:50 DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne
13:48 Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be
13:07 Derket holê ku ‘Wezîrê dadê’ yê li Şamê kujer e
12:27 ‘Heke ji bo Gulistan Doku edalet pêk bihata niha Rojîn û Narîn dê bijiyan’
12:20 Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
12:16 Abdullah Ocalan: Divê Tirkiye bi Kurdan re yekitiya demokratîk esas bigire
11:37 Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê
11:24 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye
Keskîn Bayindir: Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome
11:01 Cengîz Aktar: Li Sûriyeyê her tişt dê li gorî daxwaza Enqereyê nebe
10:35 ‘Heta tecrîd ranebe çareserî nabe’
09:59 Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike
09:18 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jiyana me her tim şer bû’ derket
09:15 Aldar Xelîl: Çareseriya li Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratîk pêkan e
09:00 Li ANKA-DER'ê serdema qeydên nû dest pê dike
09:00 ROJEVA 5’Ê ÇILEYA 2025’AN
04/01/2025
16:49 'Şertê yekem ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e'
16:47 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê di çalakiyê de ne
15:55 'Rojava ji bo hemû cîhanê model e'
15:46 Jinên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn
14:58 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:36 Rapora 2024'an a DFG'ê: 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin
14:24 Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar diqewime