Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil a ku şîrketa wan ji aliyê asayişê ve hat girtin got: "Ev êriş, li dijî reng, deng û azadiya jinê ye." 

Li Herêma Kurdistana Federe Asayîşa Silêmaniyeyê bi awayekî hemwext, bi ser navendên Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Şîrketa Gizingî Berbeyan, Rêxistina Niwêger û Rêxistina Merziye Asayişa Silêmaniyê bêyî nîşandana nivîseke fermî ya têkildarî biryara dadgehê bi ser navendan girtin û bêyî belgeyeke fermî hebe girtin. Bertekên li dijî girtina saziyên jinan berdewam dikin. 
 
Têkîldarî mijarê xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil axivî. 
 
'JI BO GIRTINÊ BELGEYEKE FERMÎ NEBÛ'
 
Tewar Adil diyar kir ku di tu pirsgirêkên wan ên yasayî nebûne û bi awayeke keyfî saziya wan hatiye girtin û wiha axivî: "Beyî ku agahî bidin me asayişa Silêmaniyê bi ser avahiya me girtin. Beyî ku belgeyeke fermî nîşanî me bidin gotin,'biryar ji me re hatiye ragihandin ku ev der bê girtin û hûn vî karî bi dawî bikin' lêbelê der barê vê biryarê de jî ti belgeyeke fermî nebû. Lê ji me re gotin,' belge tune ye û divê ku hûn cihê karê xwe bigirin' beriya ku asayiş bi ser avahiyê de bigire ti agahiyeke me nebû. Yan jî beriya niha ji aliyê hiqûqî de ti pirgirêkê me nebû ku em nekarîn karê xwe li Başûrê Kurdistanê bimeşînin. Me jî ji wan daxwaz kir ku belgeyeke fermî bînin ku weke ku ew dibêjin em karê xwe bisekînin. Tenê ji me re tişta ku gotin, ev ferman ji Iraqê hatiye û divê bê girtin. " 
 
'EV ÊRIŞ LI DIJÎ RENG Û DENGÊ JINÊ YE'
 
Tewar Adil anî ziman ku ji bo dengê jinan bibirin saziya wan hatiye girtin û got ku armanc ew e ku têkoşîna jina kurd a ku li cîhanê belav dibe pêşî lê bê girtin û got: "Li vê derê têkoşîna jinan a li hemberî dagirkeriyê û li hemberî hişmendiya  baviksalarî di asta herî jor de ye. Hemû cîhan jî behsa têkoşîna jin dike. Di nav heremeke serbixwe ango Başûrê Kurdistanê ku 33 salin hikûmete dikare bi hêsanî weşana prodûksiyoneke ku weşana jin dike bigire. Em vê helwestê şermezar dikin. Ev êriş li dijî rengê jin, dengê jin û azadiya jin e. Ji ber ku dizanin ku di cîhanê de jinên kurd ji bo azadiyê, demokrasî, wekheviyê tedikoşin. Lêbelê li devereke weke herêma Başûrê Kurdistanê girtina Prodûksiyoneke jin şerme û ev ji bo partiya desthilatdar cihê rûreşiyê ye. Helbet ev biryar ne tenê bi wan re sînordar kiriye, tiliya Iraqê jî tê de heye. Di sala 2024'an de li seranserî cîhanî jin li qadan bûn.Li hemberî hişmendiya desthilatdar a ku nasnameya jin û hebûna jin nas neke li qadan bûn. Ev biryara ku hatiye dayin em qebûl nakin û red dikin." 
 
'EV BIRYAREKE SIYASÎ YE'
 
Tewar Adil bi lêv kir ku ji bo Iraq û hikûmeta herêmê vê biryarê betal bikin dê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û got: "Hikûmeta Federal a Kurdistanê dibêje,' ev biryareke navendî ye' ji ber çi ev biryare hatiye girtin em jî nizanin. Tişteke rast ji bo me nehatiye gotin. Lêbelê li dijî vê biryarê em ê serlêdanên xwe yên hiqûqî bikin. Li ser vê biryarê lêkolînên me berdewam dikin. Em dixwazin ku bizanibin ku ragihandineke jin çima hate girtin. Ev biryare nayê qebûl kirin. Ji bo ku sedemê wê bizanibin û ev biryare bê betalkirin xebatên me didomin. Hin îddaya heye ku Iraq dibêje,'kargeha wan û karê wan ne fermî ye' lê belê em van gotinan qebûl nakin. Em kareke fermî dikin. Em vê biryarê weke biryareke siyasî dibînin. Dibe ku Iraqê bi dewletên cuda re danûstandin kiribin û ev biryare bi hevre derxistine. Ev biryara wan jî li Herêma Kurdistanê ji aliyê Asayişê ve têbicihkirin. Em vê wisa dinirxînin. Li dijî vê biryara ku hatiye dayin li vê derê saziyên jinan hemû bi bertek in. Divê ku hikûmeta Iraqê vê biryarê betal bike û rê veke ku rojnamegerên jin bikaribin karê xwe bikin." 
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

08/01/2025
09:00 ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:48 Li Erziromê bi mezinahiya 4.5’ê erdhej çêbû
07/01/2025
20:06 DYE û YE ji bo Sûriyeyê bicivin
20:02 Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren hat binçavkirin
19:53 Malbatên ku li sînor tên sekinandin: Em cenazeyên xwe dixwazin
16:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Yenîden Refahê dest pê kir
15:42 TJA’yê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
15:39 Sirri Sureyya Onder: Dê Ahmet Turk jî di şandeya nû ya Îmraliyê de cih bigire
15:34 Berxwedana li ser sînor didome: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:21 Xwestin Tunela Yenîkopruyê bê vekirin
15:15 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bû 14 hezar û 469 TL
15:14 Şandeya KNK’ê bi PDK-Î’yê re civiya
14:54 MKG'ê rapora 2024’an eşkere kir: 8 rojnamegerên jin girtî ne
14:25 Xelkê Kobanê li ser sînor çalakî li dar xist: Kurdistan yek e
14:24 Ji bo Prof. Dr. Ekîncî biryara beraet û tehliyeyê
13:48 Zeynep Celaliyan ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir
13:41 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 154’an
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya DEVA’yê dest pê kir
13:38 PDK û YNK ji bo hevdîtinên hikûmetê civiyan
13:30 Ji Ozgur Ozel pêşniyara ‘komîsyonê’
13:15 Li Erdîşê 3 rojnameger hatin binçavkirin
13:08 Rêveberên Baroya Stenbolê îfade dan: Lêpirsîn li dijî prosedurê ye
13:07 Şandeya ji bo wergirtina cenazeyê rojnamegeran çû: Tenê nahêlin em derbas bibin
12:54 DFG: Dayina cenazeyên rojnamegeran bi keyfî tê astengkirin
12:46 DBP’ê bertek nîşanî astengkirina cenazeyên rojnamegeran da
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd dê her kesî mezin bike
11:59 ÎHD: Bersiva serlêdana ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran nehate dayin
11:39 Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi Erdogan re hate Enqereyê
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:30 Parêzer dê li dijî necezakirina di doza Elçî de têkoşîna xwe bidomînin
11:06 Li dijî sewqkirina girtiyan bertek: Armanc tunekirina delîlan e
10:50 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel dest pê kir
10:44 Karasu: Rêber Apo dibêje ‘em pirsgirêkê dûrî şer çareser bikin’
10:19 Qeyûmê Êlihê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
10:17 Pekoz: Ocalan çareseriya demokratîk, hikûmet 'tasfiyeyê' esas digire
09:54 Berxwedana li dijî êrişan didome
09:53 Êş û têkoşîna edaletê ya 9 sal in didome
09:33 Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand
09:29 'Ne tenê muxalif, divê hemû derdor aştiya civakî xurt bikin'
09:21 Li Girtîgeha Kiriklarê girtî dîsa ji ber xurekan jehrî bûn
09:01 Nivîskar Îmrek: Aştî wekî nênûk û goşt e
09:01 Bavê Leyla Şaylemez: Heya komkujî eşkere nebe sûcdar Fransa ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:55 Li Çînê bi pileya 7.1 erdhej çêbû
08:47 Şandeya ku dixwaze cenazeyên rojnamevanan werbigire 16 saetin tê sekinandin
06/01/2025
16:24 10 baroyan daxuyanî dan: Biryara sînorkirinê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê rakin
15:59 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Partiya Saadetê re dest pê kir
15:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê bi dawî bû
15:31 Saliha Aydenîz: Divê Ocalan azad bibe ku aştî çêbibe
15:28 Nobeta li ser sînorê Kobanê didome: Dê piştgiriya me ya ji bo Kobanê bidome
14:52 Mûstafa Karatepe ku nexweşê penceşêrê ye piştî 30 salan hate berdan
14:47 Malbata Gulistan Doku bi dozger re hevdîtin kir
14:41 Xwendekar ji bo Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş meşiyan
14:05 Ekolojîst: Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dest pê kir
13:36 Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên wê yên hatine berevajîkirin daxuyanî da
13:22 Girtiyên jin ên hatin derbkirin sewqî girtîgehên cuda kirin
12:44 Ji bo edîtorê Rojnewsê Ehmed biryara tehliyeyê hate dayin
12:44 Ji 80 baroyan ji bo Tahîr Elçî daxuyanî
12:41 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hat bibîranîn
12:36 Onder: Piştî serdana Demîrtaş em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
12:18 Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin merasîma cenazeyê hat lidarxistin
12:13 Li Amedê nexşerêya ‘çareseriyê’: Divê zemîna qanûnî amade bikin û Ocalan azad bibe
12:06 'Ne Erdogan ne jî Bahçelî, baweriya me bi Abdullah Ocalan heye'
11:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir
11:31 Parêzer Tamur: Bi hedefgirtina rojnamegeran re Peymana Cinevê binpê kirin
11:02 DEM Partî ji bo nirxandina peyamên Ocalan civiya
10:55 Celal Firat: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Elewiyan referanseke
10:54 Remzî Kartal: Ji bo baweriyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
10:34 Abdullah Ocalan: Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:47 Serokê TOD-DER’ê Kan: Divê guh bidin peyamên Ocalan
09:30 Li Wanê rêyên 493 gundan hatin girtin
09:00 ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:47 Xwebûn bi manşeta ‘Nexşeya 2025’an diyar kir’ derket
05/01/2025
15:44 Emîne Şenyaşar li ser sînorê Kobanê bang kir: Bila ev zilm bi dawî bibe
15:27 Gurgîn Oktar piştî 30 salan hate berdan
14:54 Ekolojîst li ser sînorê Qamişloyê ne: Rojava modêla çareseriya Rojhilata Navîn e
14:24 'Em hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin’
13:50 DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne
13:48 Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be
13:07 Derket holê ku ‘Wezîrê dadê’ yê li Şamê kujer e
12:27 ‘Heke ji bo Gulistan Doku edalet pêk bihata niha Rojîn û Narîn dê bijiyan’
12:20 Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
12:16 Abdullah Ocalan: Divê Tirkiye bi Kurdan re yekitiya demokratîk esas bigire
11:37 Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê
11:24 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye
Keskîn Bayindir: Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome
11:01 Cengîz Aktar: Li Sûriyeyê her tişt dê li gorî daxwaza Enqereyê nebe
10:35 ‘Heta tecrîd ranebe çareserî nabe’
09:59 Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike
09:18 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jiyana me her tim şer bû’ derket
09:15 Aldar Xelîl: Çareseriya li Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratîk pêkan e
09:00 Li ANKA-DER'ê serdema qeydên nû dest pê dike
09:00 ROJEVA 5’Ê ÇILEYA 2025’AN
04/01/2025
16:49 'Şertê yekem ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e'
16:47 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê di çalakiyê de ne
15:55 'Rojava ji bo hemû cîhanê model e'
15:46 Jinên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn
14:58 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:36 Rapora 2024'an a DFG'ê: 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin
14:24 Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar diqewime