COLEMÊRG - Li Colemêrgê 6 sal berê dest bi çêkirina du tunelan hat kirin, lê hê jî nehatine vekirin. Rêxistinên sivîl ên bajêr bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Rêya mirinê ne çarenûsa gelê me ye."
Yekane rêya navbera navenda Colemêrgê û navçeyan ji ber şimitîna erd û zinaran gelek caran tê girtin. Li ser rêya di navbera navçeya Gever a Colemêrgê û Yenîkoprûyê de, 2 tunelên 8,5 kîlometre û 3 rêbendên 700 metreyî bi salan e dest bi çêkirina wan hatiye kirin, lê hê jî nehatine vekirin. Li gorî peymanê; tunelên ku çêkirina wan di sala 2019'an de dest pê kiribû, dihat plankirin ku di 15'ê Mijdara 2024'an de bên vekirin.
Dema berf û baran dibare li aliyê Depin, Yenîkoprû û Şapatanê zinar digindirin ser rêyan. Herî dawî li herêmê, di 31'ê Kanûnê de, zinarekî ku gindirî li wesayîta rêwiyan key û Ceyhûn Kirbaş ê 12 salî jiyana xwe ji dest da.
Rêxistinên sivîl ên Colemêrgê bang kirin ku ji bo qeza û mirin çênebin, divê demildest tunel bên vekirin.
‘RÊYA MIRINÊ'
Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Sîbel Çaprazê diyar kir ku rêyên heyî yek ji pirsgirêkên sereke yên Colemêrgê ne û got ku ji ber tim qeza lê çêdibin û nayê çareserkirin, di nava gel de wekî rêya mirinê tê binavkirin. Sîbel Çaprazê diyar kir ku çûnûhatin yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan e û got: “Nedayîna vî mafî bi awayekî herî pêbawer bi serê xwe binpêkirina mafan e. Ev binpêkirin bi salan e didome."
Serokê Yekîtiya Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Colemêrgê (HESOB) Muharrem Tekîn diyar kir ku li seranserê Tirkiyeyê rê, tunel û otoban bê pirsgirêk û di demeke kin de tên vekirin û got: “Dema mijar dibe Colemêrgê, rayedar û hikûmet xw eli ker û lalîtiyê datînin. Ji ber ku ev rê teng in, bi fetlonek in û tim hezaz çêdibe, gelek kes ji me mirine. Li gel hemû tiştên ku qewimîn jî li Colemêrgê di çûnûhatinê de tu pêşketin çênebûye. Li hemû rêyên Colemêrgê jî heman pirsgirêk hene. Em dixwazin ev rê êdî nebe 'rêya mirinê'. Em bang li rayedaran dikin ku di vî warî de çi hewce be bikin û tunelan vekin.
Serokê Odeya Ajokar û Esnafên Otombîlan a Geverê Selamî Durna diyar kir ku tevî hemû bangawaziyan jî rayedaran ji bo pirsgirêka rêya Colemêrgê tu tişt nekirine û got: "Hemû bang û daxwazên me bê encam man. Tunel û rêyên ku diviyabû 40 sal berê bihatana çêkirin, niha wekî xizmeteke sereke tên pêşkêşkirin. Lê tevî vê yekê jî nayê vekirin. Li ser rêya di navbera Artvîn û navçeyên wê de 115 tunel tên çêkirin. Çima bi salan li Colemêrgê du tunel nehatine qedandin? Ev helwest ji bo gelê herêmê û esnafan cihê aciziyê ye. Ji jiyana gelê me bi qîmettir tiştek nîne. Em bang dikin ku demildest ev tunel bên vekirin."
MA / Mazlum Engîndenîz