Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş: Êrişeke li ser îradeya gelê Kurd e

  • rojane
  • 11:17 28 Çile 2025
  • |

AMED - Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên rojnamegeriyê ceza lê hate birîn, wiha got: “Ev, êrişeke li dijî vîna gelê Kurd e. Vê dadgehê, careke din piştrast kir ku dijminatiyê li Kurdan dike.”

Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên di dema rojnamegeriyê de dihat darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin.  Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Sofya Alagaş hate birîn. Cezayê hatiye dayin li pêşiya Edliyeya Amedê hat protestokirin. 
 
‘DEREWEKE MEZIN E’ 
 
Sofya Alagaş a ku ewil di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku doz ji destpêkê ve ne hiqûqî ye. Sofya Alagaş, anî ziman ku doz dozeke ku rojnamegerên Kurd û vîna wan nas nake û wiha got: “Vê dadgehê careke din dijminatiya dewletê ya li hemberî Kurdan nîşan da. Ev doz hatiye lezkirin. Dosyayên winda bûn, lêpirsîn hebûn. Dosyayên ku divê bihata yekirin hebûn. Dadgehê dev ji van hemûyan berda, lez da dozê û biryara xwe da. Hûn ê rojnamegerê kurd nas nekin, guh nedin wan, lê hûn ê bibêjin 'Em ê bi hev re li vî welatî bijîn.' Ev wê çawa bibe? Em dereweke mezin e. Hûn hemû cîhanê dixwapînin. Ger hûn ê vîna gel paşguh bikin, bijartinê nekin. Her kesê ku dengê xwe da me îro hat cezakirin. Tu kê ceza dikî?  Hûn her tiştî diceribînin lê hûn bi ser nakevin. Em hene, em ê hebin. Bi vî awayî hûn ê bizanibin, divê hûn bizanin. Em li vî welatî bi hev re ne, hûn ê bizanibin. Çawa we hebûna me qebûl kir, hûn ê vîna me jî nas bikin. Em li vir in!"
 
‘BIRYAREKE SIYASÎ YE’
 
Piştre Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş axivî û diyar kir ku ev biryar siyasî ye. Sabahat Erdogan Saritaş bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Ev biryar biryara ji jor ve ye, lewma biryareke siyasî ye.  Di wan dosyayan de rastiyên vî welatî dihatin gotin. Ev biryar ne tenê ji bo hevserokatiya me, ji bo hemû Kurdan hatiye dayîn. Yên dibêjin werin bibin xuh û bira, bila van biryaran bînin bîra xwe û li ser bifikirin. Em wek gelê Kurd çawa dikarin ji we bawer bikin? Ew kurdên ku nayên naskirin bi dosyayên plastîk û biryarên ji jor ve tên naskirin. Evqanûna dijminatiyê ye. Di vê biryarê de me careke din dît ku saziyên vê dewletê ji aliyê dewletê ve hatine valakirin û rizandin. Em vê biryarê nas nakin. Em kesên ku gelê Kurd nas nakin em jî wan nas nakin. Yên ku darbeya siyasî kirin tu carî nekarîn vî gelî bixin nava tevgerê. Em vê biryara neqanûnî nas nakin. Ji ber ku hevşaredara me Hevşaredara Sêrtê ye ev biryar hat dayîn. Ger qanûn hebûya ev biryar nedihate dayîn. Eger hevşaredara me li dijî hemû bêhiqûqiyê nebûya hevşaredar ev biryar nedihat dayîn.."
 
‘BIRYAREKE LI DIJÎ ROJNAMEGERIYÊ YE’
 
Parêzer Veysel Ok jî anî ziman ku ger Sofiya nebûya Hevşareda ev doz bi vî rengî bi dawî nedibû. Veysel Ok ev biryar weke êrîşa li dijî rojnamegeriyê nirxand û diyar kir ku ev biryar ne hiqûqî ye. 
 
 

Sernavên din

02/02/2025
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?
14:55 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:46 Protestoya li Sêrtê didome: Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin
14:33 Zambak ê piştî 30 salan hate berdan: Ez serbilind im
14:30 Li Cizîrê perwerdeya ‘Zayenda civakî’
14:23 MSD’ê bi Balyozxneya Swêdê re hevdîtin kir
14:06 Gel tevî êrişan jî 22 roj in li Tişrînê li ber xwe dide
13:56 ESP’ê bertek nîşanî êrişan da: Em bi hev re têbikoşin
13:36 Li Akdenîzê qeyûm hat protestokirin: Hesabên biçûk bi welêt didin windakirin