AMED - Di çalakiya xizmên windayan ên li Amed, Êlih û Colemêrgê de çîrokên Cemal Kavak, Îzzet Seven û Kadîr Keremoglû yên di bin çavan de hatin windakirin hatin xwendin û li aqûbeta wan hat pirsîn.
Çalakiyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan a bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li Amed, Êlih û Colemêrgê berdewam kirin.
AMED
Xizmên Windakiriyan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 845emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê pêk hat. Malbatên windakiriyan û rêveberên ÎHDê tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan rakirin. Pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser, li erdê hat raxistin. Malbatên windakiriyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî û parazvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn.Di daxuyaniyê de ewilî Sekreterê Şaxa ÎHDa Amedê Omer Saman axivî.
Omer Saman bibîxist ku dewlet behsa aştiyê dike lê gotin û tiştê ku dikin ne wekî hev in û wiha got: “Îro dema em behsa aştiyê dikin, hevalê me Sirri Sûreya Onder tê bîra mirovan. Em hêvîdar in ku hevalê Sirri Sûreya Onder dê baş bibe û dîsa di nav me de be. Gelek kes destên xwe têxin bin kevir, yek ji wan Selçûk Kozagaçli bû, hat berdan lê hej 24 saat derbas nebûn hat girtin.”
SERPÊHATIYE CEMAL KAVAK
Pişt re endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHDa Amedê Firat Akdenîz çîroka Cemal Kavak xwend. Cema Kavak di Dadgeha Bacê ya Amedê de kar dikir. Cemal Kavak di 24ê Nîsana 1996an de dema ku diçe malê di rê de hin hevalên wî dîtine. Lê wê şevê Cemal Kavak ne çû mala xwe, malbat pişt re bihîst ku Cemal ne çûye malê û karê xwe. Malbata wî serî Serdozgeriya Komarê ya Amedê dide lê tu encaman bi dest naxe. Paşê malbat 26ê Nîsanê dibîhisê ku laşê mirovekî hatiye nexweşxaneyê, malbat diçê nexweşxaneyê dibîne ku Cemal Kavak hatiye kuştin. Tê diyar kirin ku Cemal Kavak navçeya Pîran ya Amedê kelaka li ser rêya Bismil û Amedê bi telê hatiye xeniqandin. Li ser wê rê 3-4 noxtayên polîs û leşkeran hene, kesek di nav wan noxteyan re derbas nebe nikare here cihê bûyerê. Lê mixabin gotin kes bûyer nedîtî ye.
TIRKIYE HAT MEHKÛMKIRIN
Parêzera malbatê serî li Dadgeha Amedê dide û gilî dike lê tu encam nayê girtin. Paşê parêzer di 4ê Tebaxa 1999an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. Dadgeh di 6ê Tîrmeha 2006an de biryar dide. Dadgeh dibêje ku di kuştina Cemal Kavak de lêpirsînek bibandore nehatiye kirin û dadgehê dewleta Tirk mehkûmî tazmînatê dike.”
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Cemal Kavak û hemû windakiriyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
ÊLIH
Li Êlihê jî xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê di hefteya 681'emîn de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hildan, xizmên windayan û gelek kes amade bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îzzet Seven ê di Nîsana 1998'an de li Êlihê hatibû windakirin hat pirsîn. Çîroka Seven ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Huseyîn Elçî ve wiha hat xwendin.
Elçî diyar kir ku Sevenê ku li Midûriyeta Herêmê ya TUPRAŞ'ê dixebitî, di Nîsana 1998'an de piştî ku nimêja nîvroyê kir û ji malê derket careke din venegeriya karê xwe. Elçî li ser îfadeyên hevsera Îzzet Seven ê windabûyî Emîne Sevenê ev tişt gotin: “Me digot qey ew çûye kar. Dema ku heta sibehê nehat malê me ji hevalên wî yên kar pirsî. Gotin ew nehatiye kar. Me agahî da xizmên xwe, lê kesî ew nedîtibû. Paşê me dest bi girî û qîrînê kir. Di 90’î de mirov her roj li nav kolanan dihatin kuştin an jî dihatin revandin. Me bi nivîskî serî li rayedaran da û îfadeyên me hatin girtin. Polîsan gotin ku hevjînê min ne li cem wan e. Gotin ‘Dibe ku ji aliyê rêxistina Hîzbullahê ve hatibe revandin.’ Sal derbas bûn, ez her tim giriyam û naliyam, çavên min li rê bû, me kesek û saziyek ku me jê nepirsî nema. Çalakiyên ku ji aliyê ÎHD'ê ve di bin navê 'Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin' ji bo me bûn çavkaniya ronahiyê. Dibe ku kesekî xwedî wijdan were û li ser hevjîna min û kesên wekî wî winda ne, agahiyekê bide. Em cardin bihêvî bûn."
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 171'emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin cem hev. Gelek kes tevlî çalakiya ku wêneyên windayan hatin hilgirtin bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Karsazê Geverê Kadîr Keremoglû ku di 14'ê Nîsana 1995'an de dema diçû mizgefta Wanê nimêjê bike hat revandin hat pirsin û hat xwestin ku kiryar bên dîtin û cezakirin.
Di çalakiya vê hefteyê de Tacdîn Keremoglû behsa çîroka kalê xwe Kadîr Keremoglû kir.