RIHA - Seher Mohammedî ya ku li Behra Egeyê birayekî wê û bavê wê jiyana xwe ji dest dan, diyar kir ku ji ber pêlên ku ewlekariya peravê çêkirine bota wan noq bûye û got: "Me dikir gazî û hewar. Me didîtin, lê reqs dikirin."
Dayik û keç yên ku dema dixwestin ji Tirkiyeyê herin Yewnanîstanê ji bota ku li peravên Behra Egeyê noq bû û 4 jê zarok 7 kesan jiyana xwe ji dest dan xelas bûn, serpêhatiyên xwe ji ajansa me re vegotin. Nerges Mahcebîn Mihemedî û keça wê Seher Mihemedî ku zarok û hevjînê xwe di keştiya noqbûyî de winda kirin, diyar kirin ku keştiya wan ji aliyê keştiyeke deryayî ya Fermandariya Ewlehiya Peravê ya Tirkiyeyê ve binav bûye.
ZAROKEK XWE Û HEVJÎNÊ XWE WINDA KIR
Nerges Mahcabin (45) a ku 3 zarokên wê hene û 7 sal berê hatibûn Karabûk a Tirkiyeyê diyar kir ku di 16'ê Çileyê de çûne navçeya Kuşadasiya Aydinê û xwestine ji wir bi awayekî neqanûnî derbasî Yewnanîstanê bibin. Nerges Mahcabin Mihemedî diyar kir ku bi hevjînê xwe Abbas Kaan Mihemedî (49) û 4 zarokên xwe re danê êvarê bi keştiyê re dest bi rêwîtiya xwe kirine û got ku keştiya ku 39 kes tê de bûn ji aliyê keştiyeke deryayî ya Fermandariya Ewlekariya Peravê ya Tirkiyeyê ve hatiye astengkirin. Nerges Mahcebin Mihemedî anî ziman ku di bûyerê de kurê wê Edrîs Mihemedî yê 2 salî û hevjîna wê jiyana xwe ji dest dane.
Nerges Mahcabin Mihemedî diyar kir ku di kêliya dawî de hatiye xelaskirin û ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Kuşadasiyê û hîn jî li wir tê dermankirin û got: "Em li qeyikê siwar bûn û her tişt normal dimeşiya. Di rê de tu pirsgirêk derneket. 5 deqe mabû em bigihên peravê, lê ewlehiya peravê rêya me birî. Pêlên mezin çêkirin û hewl dan me bixînin. Her tişt bi vî rengî dets pê kir. Bi pêla yekem re, gelek kes ji qeyikê ketin."
'REQS DIKIRIN'
Seher Mihemedî ya 18 salî ya ku bi dêya xwe û du xwişk û birayên xwe re ji keştiya noqbûyî xilas bû û ji bo îfadeyê ew birin kampê jî destnîşan kir ku wesayîta deryayî ya ewlekariya peravê ew asteng kirine û dora wan girtiye. Seher Mihemedî diyar kir ku ev pêvajo nêzî 50 deqîqeyan dom kiriye û wiha got: "Di vê demê de em ji bo alîkariyê diqîriyan. Wan em dîtin, lê li wir direqisîn. Min ji wan re got, 'Dema em li wir bûn, hûn direqisîn.' Du xwilk û biraymn min, ez û dêya xwe me bi çente girt û em wiha xelas bûn. Lê birayê min ê herî biçîk Edrîs û Bavê min jiyana xwe ji dest dan. Tevî birayê min Edrîs 4 zarok jiyana xwe ji dest da. Ew jî ji Afxanistanê bûn. Hê me cenazeyê xwe negirt em şandin Navneda Paşveşandinê ya Aydinê. Li wir îfadeya me girtin."
Seher Mihemedî diyar kir ku ew bi wergeriyê debara xwe dike.
Fermandariya Ewlekariya Peravê der barê bota ku 39 kes tê de bûn îdia kir ku ji bo rawestandinê bang kiriye lê guh li wan nehatiye kirin û got ku ji ber vê koçber di behrê de wer bûne.
MA / Ceylan Şahînlî