NAVENDA NÛÇEYAN - Civîna şandeya Îmraliyê ya bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re, bi dawî bû.
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî ku di 28’ê Kanûna 2024 û 22’ê Çileya 2025’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî serdanên xwe didomîne. Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtinan pêk bîne duh serdana Herêma Kurdistanê kir.
Di saet 10:00’an de şandeya Îmraliyê li navçeya Pîrman ya Hewlêrê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya. Li gorî agahiyan civîna bi Barzanî re saetek 45 kêliyan dewam kiriye û dawî bûye.
Piştî civînê ti daxuyaniyek nehate dayîn.
Di şandeyê de endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç cih digirin.
Tê payîn di çarçoveya hevdîtinan de, şandeya Îmraliyê bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê YNK’ê Bafil Talebanî re jî bicivin.