STENBOL - Ahmet Yaman ku 3 mehan bi Abdullah Ocalan re li Romayê ma, banga dîrokî nirxand û bi bîr xist ku "Rêber Ocalan gelek caran gotiye 'divê em xwe nû bikin, xwe pêş bixin."
"Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 27 sal in di bin şert û mercên tecrîdê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, di rojevê de ye. Ji gelek welatên cîhanê piştgirî ji bo bangê hatin.
Ahmet Yaman ku 3 mehan li Romayê bi Abdullah Ocalan re ma û niha jî Berdevkê Karên Derve yê Meclisa Kurd a Swîsreyê ye, der barê geşedanan de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Yaman anî ziman ku di serdemeke girîng a wekî pêvajoya komployê de 3 mehan li gel Abdullah Ocalan maye û got ku Abdullah Ocalan ji salên 90’î û vir ve ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi awayekî xurt dixebite. Yaman bi bîr xist ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya siyasî çûye Ewropayê û diyar kir ku di dema hevdîtina xwe ya li gel Ocalan de şahidiya vê yekê kiriye. Yaman got: “Rêber Ocalan bawer dikir ku divê çareserî pêk were. “Heta niha ji ber ku şert û merc ne guncaw bûn û civak û dewleta tirk ji çareseriyê re ne amade bûn, hewldanên çêbûbûn bi ser neketin."
‘METNEKE DÎROKÎ YE’
Yaman destnîşan kir ku banga dawî ya Abdullah Ocalan nîşana wê yekê ye ku ew çiqasî li ser mijarê hûr bûye û got: “Metnek bi nirxandina tecrubeyên berê, rewşa jeopolîtîk a wê demê, hevsengiyan, pirsgirêkên sosyolojîk, pêvajoyên dîrokî, nirxandina herêma me û hemû detayan hat amadekirin. Bi qasî ku ez wî nas dikim, nîşan dide ku ew çiqasî konsantre ye û bi kurtasî encamên ku ji serpêhatiyên berê an jî paradîgmayên berê derdixe, her tiştî yek bi yek hildiberîne û nivîsek wiha derxistiye holê. Giringiya vê yekê dê di rojên pêş de zelaltir bibe."
‘PARADÎGMAYA AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK'
Yaman diyar kir ku bang paradîgmaya civaka demokratîk û aştiyê ye û destnîşan kir ku mijara sereke demokratîkbûna civakan e. Yaman got: “Em Rêberekî ku bi tecrubeyên dîrokî vê dinirxîne dibînin. Eşkere kir ku pergal çawa hilweşiyane, sedemên krîzên wê serdemê û çawaniya derbaskirina wan. Em dibînin ku asta ku em gihîştine paradîgmaya avakirina civaka demokratîk û aştiyê ye. Di pêvajoyên bi vî rengî de demên bi fikar hebûn. Bertekên wekî îro jî di dema agirbesta yekem de derketin holê. Gelek kes birêz Ocalan bi 'xiyanetê' tawanbar kirin. Lê dema ku em lê dinêrin, pêşketina PKK'ê û civaka kurd di wan salan de dest pê kir. Ji ber vê yekê helwesta ku wê demê û îro hat pêşandan rast bû."
Yaman diyar kir ku ya ku wê pêvajoya heyî ji yên berê cuda bike avakirina aştiya civakî ye û got: “Taybetmendiya sereke ya vê pêvajoyê ew e ku civakên bi salan ji hev cuda bûne, xwe ji fikarên xwe rizgar dikin. Ji ber ku di civaka kurd û tirk de birînên kûr hene. Di pêvajoya çareseriyê ya borî de partiyên wekî MHP û CHP’ê bi tundî li dijî pêvajoyê derketin. Lê niha piştevanê herî mezin MHP ye. Ji ber vê yekê divê ev aloziya civakî ya berê ji holê rabe. Ji bo aştiya civakî pêş bikeve, divê beriya her tiştî xwedîderketin hebe."
Yaman anî ziman ku Abdullah Ocalan kesê ku herî baş sosyalîzma reel analîz kiriye ye û got ku partî û rêxistinên mezin ên salên 90'î û berê nekarîn xwe ji "dogmatîzmê" rizgar bikin û ji ber ku nekarîn analîzên baş bikin ketine rewşeke "marjînal". Yaman anî ziman ku sedema bingehîn a ku PKK'ê bi pêş xist ne "dogmatîk" bûye û got ku dogmatîzm bend e. Yaman diyar kir ku guherîn pir girîng e û wiha got: “Li cîhanê şert û merc diguherin, divê her hêz xwe biguherîne. PKK tevgereke nûjen e. Rêber Ocalan her tim xwe nû dike. Dema hat Ewropayê, tim ji min re digot, 'Divê em xwe nû bikin û pêş bixin.' Civak û rêxistina di bin bandora wê Rêbertiyê de jî dikevin pêvajoyeke pêşketinê. Metna îro bi guhertina salên 90’î, guhertina pêvajoyên çareseriyê yên piştî wê û tevkariya paradîgmaya konfederalîzma demokratîk derket holê. Di encama van guhertinan de em gihîştine vê derê. Tişta ku civaka kurd fikarên wê çênebe, ew bi xwe ye. Ji ber tiştên berê qewimîn, pêşbîniyên Rêber Ocalan û balkişandina wî ya li ser çareseriyê, civaka kurd gihandiye asta aştî û çareseriyê."
Yaman anî ziman ku divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin û her du alî hevdu rehet bikin û got: "Ji aliyê felsefî ve avêtina gavên ewledar ên ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk ji bo her du aliyan jî derbasdar e. Ev rewşek neyînî ye ku hê jî êriş û qeyûm hene. Lê dîrokeke wisa heye ku afirandina jîngeheke pêbaweriyê dê ne hêsan be. Lêbelê divê em dest ji vê yekê bernedin. Pêwist e zimanekî baldartir were bikaranîn û li ser bûyeran baldartir bê sekinandin. Girîng e hevdîtinên heyetê yên bi partiyên siyasî re û metna Rêbertî ji aliyê piraniya derdoran ve bi erênî were pêşwazîkirin. Kesên li kolanan jî pirsgirêka kurd dizanin û banga birêz Ocalan tînin ziman. Ji ber vê yekê divê pêvajo zindî bimîne. Birêz Bahçelî jî diyar dike ku ew li pişt pêvajoyê ne. PKK jî bersiveke erênî da. Vê yekê civaka Tirkiyeyê rehet kir. Destpêk her dem dijwar e. Pêwîst e pêşdarazî ji holê bên rakirin û zimanê aştiyê pêş bixin. Pêwîst e di vî warî de xebateke xurt bê kirin. Ya mayî bi xwezayî tê. Rêber Ocalan jî dibêje 'PKK'ê rola xwe lîst'. Piştî vê qonaxê tiştekî ku kurd ji dest bidin tune ye, lê gelek tiştên ku dikarin bi dest bixin hene. Ji ber vê yekê pêwîst e zimanê civaka demokratîk û aştiyê pêş bikeve."
Yaman anî ziman ku Abdullah Ocalan kesekî ku xwe feda dike ji bo mirovahiya cîhanê ye û wiha dewam kir: “Rêber Ocalan bêyî xema takekesî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan tevdigere û hewldanên mezin dike. Ez ji nêz ve şahidê vê yekê me. Di her warî de aştî û civaka demokratîk felsefeya wî ya bingehîn e."
MA / Omer Îbrahîmoglû