Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike

ENQERE -Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku divê demildest bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk were û got: “Êdî rêya Îmraliyê vekin."

 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ku hêj didome û geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê da. Ayşegul Dogan bal kişand ser çalakiyên li Stenbolê hatin destpêkirin û got: "Ji ber vê yekê em li kolan û qadan in. Ji ber gelek sedeman em nerazîbûna xwe dikin yek. Em daxwazên xwe yên wekhevî, azadî û edaletê bilind dikin."
 
Ayşegul Dogan got: "Civîna me ya Lijneya Rêveberiya Navendî bi nirxandina pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Yek ji mijarên me yên sereke jî ev bû. Pîrozbahiya Newrozê ya ku me di 11'ê Adarê de dabû destpêkirin, wê sibe li hinek cihan bidome. Em dikarin bibêjin ku ji duh ve temam bûye. Hefteya Newrozê bi pîrozbahiyê bi heybet doh bi dawî bû."
 
Ayşegul Dogan banga dîrokî ya 27'ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û destnîşan kir ku ev bang deriyekî nû vekir û anî ziman ku pîrozbahiyên Newrozê firsenda dîrokî xurtir kir û wiha domand: “Bi milyonan kes bi heybet  xwedî li aştî û civaka demokratîk derketin û gotin 'Em li vir in, em amade ne'. Yên dibêjin, 'Kurd çi dixwazin?' Bila li qadên Newrozê binêrin. Bila li qadên Newrozê yên ku ji 11’ê Adarê û vir ve bi hezaran, bi sed hezaran, bi milyonan li hev kom bûne û bi hev re govend gerandin binêrin. Ji kerema xwe bila li wan pîrozbahiyan binêrin. Yên ku pirsa ‘Di pirsgirêka Kurd de muxatab kî ye?' dikin, bila ew jî li qadên Newrozê binêrin.”
 
DIVÊ DAXWAZA DEMOKRASIYÊ BÊ DÎTIN
 
Ayşegul Dogan diyar kir ku ji qadên Newrozê heta Saraçhaneyê enerjî û potansiyela Tirkiyeyê hatin ba hev û wiha pêde çû: “Daxwaza hevpar a azadî, demokrasî û wekheviyê ji qadên Newrozê heta Saraçhaneyê bilind bû. Divê ev daxwaz baş bê bihîstin û neyê paşguhkirin. Divê bi komplo, lîstik û sabotajê vala neyê derxistin. Yên ku dixwazin vala derxin, wê li ber vîna gel têk biçin.”
 
HELWESTA ME ZELAL E, ALIYÊ ME DIYAR E
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan wiha got: "Divê ti kes li ser hilbijêrên DEM Partiyê û DEM Partiyê dijminatî û dijberiyê neke. Di vê mijarê de em bi awayekî zelal û jidil wan hişyar dikin. Divê ti kes DEM Partiyê, hilbijêrên DEM Partiyê, gelê Kurd û yên ku bi gelê Kurd re têdikoşin nekin dijminê xwe. Berê me ev yek îspat kiriye û niha ne hewceye ku em carek din îspat bikin. Em alîgirê azadiyê, hiqûq û wekheviyê ne. Em ji bo her kesî Tirkiyeke demokratîk dixwazin.
 
Haya me ji her tiştî heye û em dibînin. Weke partiyeke heta îro bedelên herî giran daye, em bêedaletî, newekhevî, neheqî û nebûna demokrasiyê çi ye ji her kesî bûhtir dizanin. Yên ku qadên Newrozê tijî dikin, herî baş dizanin. Ew qad wisa bi hêsanî nehat dagirtin. Ew govend wisa bi hêsanî nehat gerandin. Ger ev coş, ev vîn nebûya wê li Tirkiyeyê behsa wekhevî, demokrasî, azadî, maf, hiqûq û edaletê nehata kirin. Ev yek bi têkoşîna hevpar û vîna gel derket holê. Ji ber vê yekê yên ku zimandirêjiyê li govenda Newrozê dikin bila careke din bifikirin û li qadan binêrin.
 
LIHEVKIRINA BAJARAN KRÎMÎNALÎZE NEKIN
 
Wek keseke ku gelek caran li ser 'lihevhatina bajar' daxuyanî daye, ez dixwazim çend tiştan bi bîr bixim. Di pêvajoya hilbijartina 31’ê Adarê de me ragihandibû ku stratejiya me ya nû dê li şûna bide windakirin-bi ser bikeve, li ser serketinê bû. Min gotibû ku stratejiya me li ser serketinê ye û bi lihevkirina bajaran em ê bi ser bikevin. Me li vir ev biryara Desteya Rêveberiya Navendî gihandibû. Û me li vir gelek caran diyarkiribû ku 'lihevkirina bajar' lihevkirina herî berfireh e û ev tê wateya dengê bajêr li her derê bidin bihîstin. Bi gotineke din wê demokrasiya xwecihî ava bike. Bila êdî kes lihevkirina bajar a ku tê wateya demokrasiya xwecihî krîmînalîze neke.
 
Lihevhatina bajar stratejiyeke rewa ye û demokrasiya xwecihî îfade dike. Ji bo demokrasiya xwecihî gaveke xurt û bi biryar e. Yên ku ji lihevkirina bajaran ditirsin wê çawa demokrasiya Tirkiyeyê misoger bikin?”
 
JI AMEDÊ WÊ BIMEŞIN AMARAYÊ
 
Ayşegul Dogan bal kişand ser meşa Meclisa Ciwanên DEM Partiyê a dirûşma “Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin" di navbera 1-4'ê Nîsanê ji Amedê bimeşin Amarayê ev tişt got:
 
"Em weke DEM Partiyê ciwanên ku ji bo hêz bidin Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku muxatabê wê 85 mîlyon e, silav dikin. Rêya we û rêya me vekirî be. Em dizanin ku heta ku em bi hev re û bi pêşengiya jin û ciwanan têkoşîna demokrasî, azadî, wekhevî, aştî û vîna gel bimeşînin em ê bi ser bikevin.”
 
Ayşegul Dogan li ser pirsa gelo wê biçin Îmraliyê yan na wiha axivî:
 
"Hêviya me ew e ku em vê mijarê li paş bihêlin. Me gotibû pêwîste şert û mercên ku dengê Birêz Ocalan were bihîstin, gotina wî bigihêje her derê, karibe geşedanan bişopîne, nêrînên xwe bîne ziman û pêwendî pêre bê danîn bên misogerkirin. Peyama Newrozê gelekî zela bû. Bi sed hezaran kes  daxwaza azadiya birêz Ocalan kirin. Ev bang di heman demê de hesreta civakê ya aştî û demokrasiyê ye. vekirina vê rêyê pêkan e. Me dizanîbê xwedîderketineke wisa xurt heye. Me dizanîbû birêz Ocaşan navnîşana çareseriyê ye. Ji ber vê yekê me got tecrîdê rakin. Me gotibû her deqeya ku tecrîd dirêj dibe bandorê li ser jiyana me hemûyan dike. Êdî rêya Îmraliyê vekin. Rojnamevan, partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên ku dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin hene. Jin, ciwan, malbat û parêzer dixwazin hevdîtinê bikin. Divê her kes karibe hevdîtinê bikin. Bendewariya me ew e ku divê demildest birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.  Dibe ku piştî cejnê şandeya Îmraliyê hevdîtinê pêk bîne. Divê êdî ev rê bên vekirin."
 
Ayşegul Dogan der barê bernameya cejnê de jî got, “Serdanên me cejnê wê bidomin. Me bi AKP û MHP'ê re hevdîtin kir. Daxwaza MHP'ê jî ji bo cejnê heye. Wê di cejnê de serdana desthilatê bê kirin.”
 

Sernavên din

14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir
15:39 Li Îran û Rojhilat 15 jin hatin qetilkirin
15:33 Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike
14:40 Di doza ‘Vegerandina li Jiyanê’ de ji bo 194 leşkeran ceza hat xwestin
14:34 Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn hat destpêkirin