NAVENDA NÛÇEYAN - Daxwaza jinûvedarizandinê ya rojnameger Pexşan Ezîzî ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê biriye, cara duyemîn hate redkirin.
Parêzerê rojnamegera Kurd Pexşan Ezîzî ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê biriye, Mazyar Tatayî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku serlêdana wan a ji bo jinûvedarizandina Pexşan Ezîzî cara duyemîn hatiye redkirin.
Mazyar Tatayî, da zanîn ku dadgeha Îranê bêyî ku dosyaya Pexşan Ezîzî lêkolîn bike, parastina parêzeran weke “guncav nîne” nirxandine û daxwaza jinûvedarizandinê red kiriye.
ÇI BÛBÛ?
Rojnameger û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’yan de li Tehranê hate binçavkirin. Pexşan Ezîzî, di 11’ê Kanûna 2023’yan de bi îdiaya “Çalakiya çekdarî ya li dijî hikûmeta Îranê” hate girtin. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê di 23’yê Tîrmeha 2024’ê de cezayê darvekirinê da Pexşan Ezîzî. Biryar, di 8’ê Çileya 2025’ê de ji hêla Konseya Darazê ya Bilind a Îranê ve hate erêkirin.