STENBOL - Şaxa OHD’a Stenbolê têkildarî girtiyê nexweş Soydan Akay daxuyanî da û got ku divê bi lezgînî were berdan.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê têkildarî rewşa girtiyê nexweş Soydan Akay li avahiya şaxê daxuyanî da. Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) jî tev li daxuyaniyê bûn. Metna çapemeniyê ji hêla endama OHD’ê Destîna Yildiz ve hate xwendin.
Destîna Yildiz, diyar kir ku Akay tevî ku 30 salên xwe yên girtîgehê xelas kiriye jî 4 caran tehliyeya wî hatiye taloqkirin û got: “Akay, 32 sal in di girtîgehê de ye. Nexweşê penceşêrê ye û li gel ku cezayê muebbeda girankirî lê nehatiye birîn jî di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Her kêliya wî bi kamerayan tê kişandin lê dîsa jî Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta ‘ji rêxistinê veneqetiyaye’ tehliyeya wî taloq kir. Nexweşiyên cuda yên Akay hene. Hefteyek berê krîza dil derbas kir. Bi tenê tê ragirtin û beriya bi ser hişê xwe ve biçe pê li butona banga lezgîn kiriye. Bi vî awayî rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jê re hate gotin ku tansiyona wî rabûye. Akay, li ser telefonê ji malbata xwe re got ku xwe baş hîs nake. Li ser vê yekê malbata wî ji pergala e-nabizê rapora bijîşkî wergirt û nîşanî bijîşkên cuda da. Bi vê yekê re hîn bûn ku di esasê xwe de Soydan Akay krîza dil derbas kiriye. Heta der heqê rewşa wî ya tenduristiyê de jî agahiyên rast pê re nehatine parvekirin. Hewceye Akay ê bi awayekî derqanûnî di hucreya yekkesî de tê ragirtin, tavilê were berdan.”
‘ÊDÎ TEHLIYEYA WÎ BÛYE MECBÛRIYEK’
Di berdewamê de Destîna Yildiz anî ziman ku hewceye Akay were berdan û xala 2’yemîn a PMME’yê ya mafê jiyanê bi bîr xist. Destîna Yildiz, got ku dewlet mecbûr e mafê jiyanê yê Akay biparêze û tevdîran bigire. Destîna Yildiz, wiha domand: “Du sal berê Akay 30 salên xwe tije kir û diviyabû bihata berdan. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, êdî berdana Akay bûye mecbûriyek. Nexwe dê mafê wî yê jiyanê were binpêkirin. Em dixwazin ku ev îşkenceya il dijî Soydan Akay tavilê were bidawîkirin, bikare mafê xwe yê tedawiyê bi kar bîne û were berdan.”
‘DEV JI VÊ HIQÛQA DIJMINATIYÊ BERDIN’
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku diviyabû Akay beriya cezayê xwe temam bike bihata berdan lê tevî ku cezayê xwe temam kiriye jî nayê berdan. Gulseren Yolerî, got: “Bi vê boneyê li ser jiyana wî xetere çêbûye. Bi vê yekê re mudaxileyeke qesdî ya li dijî jiyana Akay tê kirin. Em careke din bang dikin ku dev ji vê hiqûqa dijminatiyê berdin.”
JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ BANGA AZADIYÊ
Endamê ÇHD’ê Ziya Engîn jî diyar kir ku Akya terkî mirinê tê kirin û got: “Bi neberdana Soydan Akay re terkî mirinê tê kirin. Em careke din ji bo Soydan Akay û hemû girtiyên nexweş daxwaza azadiyê dikin.”