Hinceta ‘Cezayê weazî’: Armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê bû

  • rojane
  • 12:05 7 Nîsan 2025
  • |
img
STENBOL - Di hinceta biryara cezayê li melayên Kurd hatiye birîn de gotina “rojî serhildaneke li dijî zilmê ye”, protestoya qeyûm û banga tevlibûna daxuyaniyan weke sûc hatin nîşandan û bi van hincetan îdiaya “armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê ye” hate kirin.  
 
Di sala 2021’ê de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” der heqê 23 melayên Kurd ku endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olî (DÎAYDER) ne û xutbe û weazên bi Kurdî didan, doz hate vekirin û ceza hate birîn. Hinceta biryara doza melayên Kurd hate aşkerakirin. 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê di dozê de ji bo 6 melayan biryara beraetê, ji bo 9’an bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê, ji bo 3’yan cezayê 7 sal û 6 mehan, ji bo 4’an bi îdiaya “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî dane rêxistinê” 2 sal cezayê hefsê birî. Dadgehê, hinceta biryara cezayê ku di 25’ê Cotmeha 2024’an de dabû, aşkera kir. Di biryarê de hate gotin ku Enver Karabey jiyana xwe ji dest daye lewma doza wî betal bûye, ji bo îdiaya der heqê Halîl Bulut, Hasan Karahan, Îbrahîm Yalin, Abdulhadî Oztekîn, Alî Demîr û Mehmet Nas bi sedema ku delîlên “pêbawer” nînin cuda cuda biryara beraetê da. 
 
Di biryarê de ji bo Sefa Mehmetoglû hate gotin ku di lêkolîna daneyên dijîtal de derketiye holê ku di amadekirina salnameya 2021’ê ya DÎAYDER’ê de haya wî ji hin rojên têkildarî Kurd û Kurdistanê hebû, wêneyê wî bi Serokê Civaka Îslamî ya Demokratîk (CÎK) Hafiz Ahmet Turhalli re heye, axaftina bi Turhalli re, pirtûkên Abdullah Ocalan li mala wî hatine dîtin û bi hinceta nivîsên wî yên di rojnameya Ozgur Gundemê de ceza hatiye dayin. Di biryara bihincet de her wiha cih da nirxandina di îdianameyê de ya têkildarî nivîsa Mehmetoglû ya li ser hesaba facebookê ya Kongeya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) hatibû parvekirin. Di biryara bihincet de nirxandina di îdianameyê de ku dibêje “Gotina ‘rojî serhildana li dijî hemû pergalane’ provaya çalakiyên bêîteatiya sivîl in” di cih de hat dîtin û îdiaya “Mehmetoglû bi van nivîsên xwe bi zanebûn û bi dilxwazî armanc kiriye ku îdeolojiya rêxistinê belav bike û alîkariyê bide rêxistinê” hat kirin. 
 
JI GOTINA ‘JI FILISTÎNÊ RE HÊSIR JI KURDAN RE ZILM’ CEZA DAN 
 
Mela Lutfu Buyukefe di weazekî xwe de digot “(...) ceameta biqîmet, li welatê em lê dijîn heke serokkomar aştîxwaz nebe, heke neheq be li pêşiya me jî rêyeke girîng vedibe. Ev rê dê li ser bingeha azadî, aştî, têkoşîn, yekitî û hevgirtinê be. Baweriya me ya di vê rêyê de cîhad e, taet e (...)” Di gotineke xwe ya din de jî Buyukefe digot; “Divê kesên ji bo Filistînê hêsiran dibarînin, li dijî zilma ser Kurdan bêdeng nemînin.” Ev her du weaz weke hinceta cezayê hatin nîşandan. Ji ber van gotinan hate îdiakirin ku Buyukefe sûcê “bi weazên xwe hewl da bandora rêxistinê ya li ser girseya oldar zêde bike, hewl da dilsoziya gel a bi rêxistinê re qut nebe û alîkarî daye armanc û îdeolojiya rêxistinê” kiriye. 
 
Di biryarê de hate îdiakirin ku Mehmet Înan bi alîkariya DÎAYDER'ê li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê weke mirîşo dest bi kar kiriye û ji ber beşdarbûna Înan a bernameyên TV’yan ên weşana bi Kurdî dikin, dayina aîdatê ya ji bo DÎAYDER’ê ku endamê wê ye, tevlibûna çalakî û xwepêşandanan, îdiayên “alîkarî daye rêxistinê” û “çalakiyên xizmetê ji îdeolojiya rêxistinê re dikin” hatin kirin. 
 
Di dema êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê de çûna mela Fevzî Bariş a li ser sînorê Kobanê û çalakiya rojiyê ya bi daxwaza sekinandina qedexeyên derketina kolanan û operasyonên di sala 2015’an de, di biryarê de weke “çalakî û xwepêşandanên di çarçoveya armancên rêxistinê de” hatin nirxandin û hate îdiakirin ku Bariş bi van çalakiyan “alîkarî daye rêxistinê”. 
 
LIHEVANÎNA MALBATAN KIRIN SÛC 
 
Di biryara bihincet de ji bo Tunç jî hate gotin ku “Li ser telefonê bi kesên têkiliya wan bi rêxistinê re heye re axiviye”, “wêneyê Mahsun Korkmaz li ser ekrana telefona wî hatiye dîtin”, “Alîkarî daye malbatên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane” û “Malbatên di navbera wan de neyarî hebû lihev aniye” û bi van sedeman îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate kirin. 
 
Di biryara bihincet de ji bo mela Alî Fuat Hatîp jî ji ber “Beşdarî bernameyên televîzyonê yên bi Kurdî bûye” û “Alîkarî daye malbatên tê îdiakirin têkiliya wan bi rêxistinê re heye” îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate kirin. 
 
TEVLIBÛNA DAXUYANIYA LI DIJÎ QEYÛM 
 
Tevlibûna mela Îbrahîm Şek a çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûsê li dijî êrişên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin, di dema qedexeya derketina kolanan de mayina wî ya li Farqîn a Amedê û şandina pereyan a ji xizmên xwe yên girtî re weke hinceta cezayê hate nîşandan. Di biryarê de her wiha weazên Şek ên li dijî DAIŞ’ê û tevlibûna wî ya daxuyaniya di 23’yê Îlona 2019’an a li dijî tayînkirina qeyûman weke sûc hate nîşandan. Di biryarê de hate îdiakirin ku bi van çalakiyan re Şek sûcê “endamtiya rêxistinê” kiriye. 
 
CIBE Û ŞAŞIK WEKE SÛC HATE DÎTIN 
 
Li Mala Nûr Mehhet Işik hebûna wêneyê kurê wî yê endamê PKK’ê Kasim Işik, endamtiya wî ya DÎAYDER'ê, tevlîbûna wî ya li xebatên Kongreya Îslama Demokratîk, xwendina mewlûdê, di axaftinên xwe de ji bo PKK'yiyan weke ‘gerîla’ pênasekirin, lixwekirina cibe û şaşikê û tevlîbûna li daxuyaniyên DÎAYDER'ê wek hinceta ‘endametiya rêxistinê’ hat dîtin. 
 
ENDAMTIYA DÎAYDER'Ê WEKE SÛC HATE DÎTIN!
 
Di biryara ku hat îdiakirin ku naveroka weazên Aydin Ayhan ‘siyasî’ ye û Ayhan beşdarî ‘rojiyên berxwedanê’ bûye, hat xwestin ku di dema qedexeyên derketina derve de xwestiye operasyon bên rawestandin û beşdarî daxuyanî û hevdîtinên komeleya ku endamê wê ye bûye û hat îdîakirin ku sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ kiriye.
 
Di biryarê de sedema cezayê ku ji bo Nasrî Tonguç ji bo ‘endametiya rêxistinê’ hatiye dayîn, weke îdîaya ‘bi telefonê bi kesên girêdayî rêxistinê re têkildar in’ hat nîşandan û tevlîbûna wî ya li daxuyaniya DÎAYDER’ê ya ‘Nedayîna cenazeyan li dijî Îslamê ye’ û ji bo protestokirina operasyonên li dijî siyasetmedarên di bin navê KCK'ê de hatine girtin û pêşkeşkirina daxwaznameya ‘Ez jî KCK'î me’ hat dayîn.
 
Di biryarê de endamtiya Nezîr Erdemcî ya DÎAYDER'ê, ‘hevdîtina wî ya bi kesên ku tê îdîakirin bi rêxistinê re ne’, di dema qedexeyên derketina derve de li navçeya Rezan a Amedê bû, Fahrettîn Ulgûn ê hesabgirê komeleyê bûye û endamtiya wî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) weke sedemên ‘endametiya rêxistinê’ hat nîşandan.
 
DAXWAZA AZADIYA OCALAN
 
Di biryarê de, Ekrem Baran, Mehmet Emîn Aslan û Riza Ogur ku ji ber ‘endamtiya rêxistinê’ 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, ji ber vê yekê der barê serokê komeleyê, rêveberî, daxuyaniyên çapemeniyê yên ku beşdar bibûn, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke ‘mîmarê aştiyê’ û daxwazên wan ên serbestberdanê û parastina wan ku ‘xwerêveberî’ li gorî Îslamê ye, wek hincet hat nîşandin. Di biryara bi sedem de, tevlîbûna Baran, Aslan û Ogur a daxuyaniya bi sernavê ‘Em li dijî qeyûm li cem gel in’ û di bernameyên televîzyonê de jî îdîaya ku ‘axaftinên rêxistinî kirine’ wek hinceta ceza hatin destnîşankirin. Di biryarê de hat îdîakirin ku  3 melayan ‘bi bikaranîna nasnameya xwe ya olî û bi bangkirina raya giştî û sempatîzaniyê hewl dane îdeolojiya rêxistinê bidin qebûlkirin’. 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

16:36 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:34 Li Qoserê bang li dewletê kirin: Gavên pratîk biavêjin
15:33 Halîde Turkoglu: Em ê pêvajoyê ji însafa hikûmetê re nehêlin
15:21 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Akay banga berdanê kir
14:50 Şîna Binevş Altay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:33 Artêşa Îsraîlê konê rojnamegeran bombebaran kir
14:29 Baroya Amedê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafê parastinê bidome
13:41 Iraq: Milîsên ku Îran piştgiriyê dide ji çekberdanê re amade ne
13:21 Daxuyaniya wezîr a têkildarî 'lêgerîna tazî': Li welatê me tiştek wisa nîn e
13:05 Êrişên ser Xezeyê didomin: 44 kes hatin qetilkirin
12:58 Îmamoglû ji bo Polat bertek nîşan da: Sedema vê nefretê çi ye?
12:53 Boykota li YTU’yê didome
12:26 Xwebûn bi manşeta ‘Encama bangê serkeftin e’ derket
12:05 Hinceta ‘Cezayê weazî’: Armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê bû
11:32 Sezaî Temellî ji îktîdarê re got: Cidî bin û gavan biavêjin
11:30 Daxwaza jinûvedarizandinê ya Pexşan Ezîzî cara duyemîn hate redkirin
10:47 Şara tê Tirkiyeyê
10:47 Mahîr Polat sewqî ATK’ê hate kirin
10:46 Ji girtiyê krîza dil derbas kirî re gotin ‘tansiyona te rabûye’ û şandin qawîşê
10:08 Kariane Westrheim: Pêşemerca pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:08 Norçîn bi rengên biharê xemilî
09:02 Birayê Mahsum Korkmaz: Em aştiyeke birûmet dixwazin
09:01 Girtiyê 31 salan: Bang li girtîgehê bi dil û can hat qebûlkirin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN
06/04/2025
16:38 Li Şirnexê çalakiya Adarokê hat lidarxistin
16:34 Ji bo Bulent Aydin şîn hate danîn
16:26 Çalakiya 4’ê Nîsanê: Aştiya Tirkiyeyê hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike
15:30 Ozgur Ozel dîsa bû serokê CHP’ê
14:45 Bîlançoya erdhejên Myanmarê her ku diçe girantir dibe
14:33 DEM Partiyê têkildarî ‘Rojnamegerên Hatine Kuştin’ daxuyanî da
14:21 Wezaretê li dijî biryara ku ‘polîsên talanker’ diparêze serî li îstînafê da
13:48 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
13:44 Polîsên rejîma Îranê îşkence li nivîskara jin kirin
13:21 Şerîfe Mihemedî ev 3 meh in nikare bi girtiyên din re danûstandinan bike
12:53 Ozel: Êdî rewatiya Erdogan nîne
12:20 Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin: Di 5 salan de 15 rojnameger hatin qetilkirin
12:09 Siyasetmedar Adams: Banga Ocalan ji bo avakirina civaka demokratîk firsend e
11:13 ‘Em dixwazin êdî 4’ê Nîsanê tevî Ocalan pîroz bikin’
10:29 Tulay Hatîmogûllari: Tecrîda li Îmraliyê didome
10:09 JINNEWS: Di Adarê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Hejmara 110’emîn a kovara Jinê derket
09:58 Dayika 2 zarokên xwe winda kirî: Aştî bi guftûgoyê pêkan e
09:38 Çîftçî yê 84 salî îcar rêwiyê Amarayê bû
09:22 Cara ewil MA parve dike: Di bin dêrê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2025’AN
05/04/2025
16:04 Hêzên Asayîşê ewlehiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewr girtin
15:55 Meşa Roja Parêzeran: Em li pîşeya xwe û hiqûqê xwedî derdikevin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Erdem, Kocaturk û Fîlîz banga serbestberdanê
14:50 Rojnameger Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
14:00 Dayikên Şemiyê bang li Erdogan kir: Berpirsyariya xwe bîne cih
13:58 Xizmên windayan: Ji bo aştiya civakî divê paşeroj bê rûhevkirin
13:11 Ciwanên enternasyonal ên meşiyan Amarayê: Ocalan rê li ber me vedike
12:50 Dozgeriyê îdîanameya Umît Ozdag amade kir
12:48 Maşîna karkeran li hev qelibî: 20 kes birîndar bû
12:42 Li Stenbolê mij
12:34 Li Xezayê êrîşa Îsraîlê: 11 Filistînî hatin kuştin
12:31 Rapora meha Adarê ya MKG'ê: Herî kêm 54 binpêkirinên mafan
12:01 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
12:00 Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' wê li Romayê bê nîqaşkirin
10:23 Wezaret: Li Stenbolê 455 kîlo tiryak hate desteserkirin
10:21 Şahînoz: Maliyeta 'Bûyera 19 'ê Adarê' wê mîna krîza sala 2001'ê be
09:49 Rojnameger Oznur Deger qala girtîgeha ku lê dimîne kir: Navenda zexta psîkolojîk
09:05 Pîrozbahiyên 4 'ê Nîsanê: Eger Ocalan azad bibe, civak jî wê azad bibe
09:03 Li Herêma Federal a Kurdistanê 6 meh in hikûmet nehatiye avakirin
09:00 ROJEVA 5 'Ê NÎSANA 2025
04/04/2025
19:20 Di rojbûna Abdullah Ocalan de dar hatin çandin
16:59 Li Wanê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
15:51 Rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê çêbû hat pîrozkirin
15:35 Ji bo Taş ê ku jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn
12:37 Li Egeyê bota koçberan noq bû: 9 kes mirin
12:21 Bi deh hezaran kes ber bi Amarayê ve meşiyan: Divê dewlet gav bavêje
11:47 Sozdar Avesta: Bi gotinê nabe, pratîk divê
10:49 Festîvala 4'ê Nîsanê di roja 2'yemîn de didome
10:07 Kurd Archive dê arşîva 30 salan a televîzyonên kurdî biweşîne
09:42 ‘Rojnamevan ji ber rastiya li qadê radigihînin dibin hedef'
09:13 Dozger xwest ji ber strana 'Şervano' ceza lê bê birîn
09:06 Ji bo 32 bajaran hişyariya baranê
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2025'AN
03/04/2025
16:55 HDK'ê bertek nîşanî binçavkirinên ji ber ‘boykotê’ da
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê hesab ji kiryarên komkujiyên li dijî elewiyan bê pirsîn
15:11 Li Xelfetiyê Festîvala 4'ê Nîsanê
13:11 Tarik Taş hat veşartin
12:28 Meşvanên Amarayê Mûstafa Dag bibîr anîn
12:11 Li Xelfetiyê coşa festîvalê zû dest pê kir
11:43 Meşa ciwanan di roja 3'yemîn de ye: 33 rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn
11:15 Sabîha Aslan a ku piştî 6 salan çû Îmraliyê: Tenduristiya wan û moralê wan baş bû
10:05 20 meh cezayê qedxekirina 'hevdîtinê' li girtiyan hat birîn
09:38 Ayşe Çelîkbîlek: Divê 'Mafê Hêviyê' pêk bê
09:11 Li quntarên Çiyayê Cîloyê dîmenên mizgîniya biharê
09:07 Li Colemêrgê li madenê cinayet
09:03 Li Stenbolê 16 kes hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2025'AN
02/04/2025
16:46 Ji bo Werîşe Muradî kampanyaya hastagê
16:17 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bîranîn
16:12 Rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
15:45 Ciwan bi coş hatin pêşwazîkirin: Roja li Amarayê hilat li Îmraliyê bilind dibe
15:16 160 malbat ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê
15:01 Serokkomarê Iraqê Reşîd û Bafil Talabanî civiyan
14:39 Îsraîlê ji bejahiyê ve dest bi êrişan kir: 16 filistînî hatin qetilkirin
14:11 YE’yê civînên bi Tirkiyeyê re betal kirin