* Ji malbata Sariçîçek a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silavên xwe jê re şand Seher Sariçîçekê diyar kir ku silavên Abdullah Ocalan wergirtine, lê dixwazin azadiyê û wî bibînin.
* Hevserokê DBP'ê yê Wanê Parêzer Cemal Demîr anî ziman ku divê her kes piştgiriyê bide banga Abdullah Ocalan û got: "Ji bo birêz Ocalan pêvajoyê bi awayekî saxlem bimeşîne, divê şert û mercên pêwîst bên dabînkirin."
* Dayika Rahşan Demîrel Emîne Demîrelê xwest piştî banga Abdullah Ocalan dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne û got: "Ya ku wê me qaneh bike meclis e. Çi bibe, wê li meclisê bibe. Divê bi lez di meclisê de komîsyonek bê avakirin."
* Amediyan diyar kirin ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û got: "Divê azad bibe û fikrên xwe bi awayekî azad bîne ziman."
* Pirtûka “Berfa Sor” a nivîskar Mehmet Dîcle hate desteserkirin û der heqê wî de jî lêpirsîn hate destpêkirin. Dîcle, got: “Di nêzikatiya dewletê ya li dijî zimanê me de tu guhertin nînin.”
* Rewşa tenduristiyê ya endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder dê were şopandin.
* Danişîna ewil a rojnameger Welat Ekin ku girtî tê darizandin, dê li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)
* TOHAV dê têkildarî “Mafê hêviyê” li avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê daxuyaniyê bide. (12.00)
* Civaka Êzidî dê li Mêrdîn û Şirnexê Cejna Çarşema Sor pîroz bike. (13.00)
* Danişîna doza Hevşaredarê Artukluyê Mehmet Alî Amak û 4 siyasetmedarên din dê li Mêrdînê bê lidarxistin. (14.30)