SÊRT - Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam, Şîmel Çam çû serdana bavê xwe. Şîmel Çam, got ku bavê wê bi alîkariya hevalên xwe hatiye hevdîtinê, rewşa wî nebaş bû û divê demildest were berdan.
Mehmet Emîn Çam (73) ku di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, li Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê ya Êlihê tê ragirtin. Çam, di 16’ê Nîsanê de krîza dil derbas kir û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê hate tedawîkirin. Piştre di 22’yê Nîsanê de dîsa birin girtîgehê.
Keça Çam, Şîmel Çam çû girtîgehê serdana bavê xwe û têkildarî hevdîtinê axivî. Şîmel Çam, diyar kir ku rewşa bavê wê hêj giran e û got: “Bi alîkariya hevalên xwe hate cihê hevdîtinê. Min rewşa wî jê pirsî û got ku cihê anjiyoyê hêj reş û şîn e. Tedawiya wî baş nehate kirin lewma ev reş û şîniye hêj neçûye. Divê di bin kontrolê de bûya lê şandin girtîgehê.”
'DIVÊ DEMILDEST WERE TEHLIYEKIRIN’
Şîmel Çam, da zanîn ku roj bi roj hafizeya bavê wê diçe lewma nikare biaxive û axaftina xwe wiha qedand: “Got ku êşên wî hene. 3 demarên serê bavê min girtî ne. Ku ew demar dikarin rê li ber vekin ku xwîn biçin ser mejiyê wî. Di dilê wî de jî du demar girtî ne û xetereyeke mezin in. Jixwe aliyê wî yê çepê felc e. Tevî vê jî 6 rojan di hucreya yekkesî de hate ragirtin. Me serî li gelek cihan da. Em li benda tehliyekirina wî ne. Divê demildest were tehliyekirin. Bes e êdî bila ev zilm bi dawî bibe. Rewşa bavê min xerab bû. Dîsa rewşa Sirri Sureyya Onder pirsî. Ji bo girtiyên nexweş banga hestiyariyê kir.”
MA / Fethî Balaman