NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên kedê yên kuli Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê didomînin, hemû karker vexwendin qadan.
Li Eskîşehîrê amadekariyên 1'ê Gulanê Cejna Karkeran a ji aliyê hêzên ked û demokrasiyê ve dewam dikin. Navnîşana mitînga li bajêr wekî salên berê Qada Odunpazari hat diyarkirin. Serokê Yekîtiya Peyamnêrên Eskîşehîrê Gokay Başar got: "Em wekî peyamnêran jî dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. 1'ê Gulanê ew roj e ku hemû kedkar li hev kom dibin û daxwazên xwe tînin ziman. Em ê jî cihê xwe di nava vê têkoşîna mafdar de bigirin."
Başar diyar kir ku gelek ji esnafên peyamnêr li ser kaxizê wekî "hevkarê karsaziyê" xuya dikin û ji ber vê yekê nikarin bibin endamên sendîkayan û got: "Em karker in. Em kesên ku her roj herî kêm 12-15 saetan li qadan dixebitin. Li Eskîşehîrê me bi feraseta sendîkayî komeleyek ava kir û em li vir bi esnafan re têkoşîna hevpar didin. Em hewl didin ku şert, dahat û mafên karkerên xwe yên sîgorteyê baştir bikin. Ew ji kîsê xwe heqê gazê, motorsîkletê û xwarinên xwe didin."
Başar destnîşan kir ku sermaye bi propagandaya "pêkhateyên esnafan gelek qezenc dikin" xwestiye ku daxwaza karê kureyê zêde bike û ji ber vê çendê gelek kesên ku bi salan e karê kuryetiyê dikin, bêkar mane. Başar got: "Weke komele me hewl da ku ji her endam, heval û hevkarên xwe re kar peyda bikin. Piştî demekê ev yek gelekî bû tiştekî westdar. Ji ber ku Yemeksepetî, Trendyol û Getir dikarin vî karî bikin, me biryar da ku em li Eskîşehîrê li herêmê dest bi lêkolîneke bi vî rengî bikin. Armanca me ya li vir ew e ku derbeyekê li sermayê bixin."
BANGAWAZÎ
Başar ku ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê bang li peyamnêran (kûrye) kir û wiha dewam kir: "Li gorî daneyên ne fermî li Tirkiyeyê her roj hema bêje kuryek dimire. Em karekî gelekî xeternak dikin. Em dixwazin şert û mercên jiyanê yên peyamnêran baş bibin û ji ber vê em her kesî vedixwînin 1'ê Gulanê Cejna Karkeran."
LI KONYAYÊ AMADEKARIYÊN 1'Ê GULANê
Li bajarê Konya yê ku 1'ê Gulanê tê pîrozkirin jî amadekarî didomin. 1'ê Gulanê wê saet di 11.300'an de li Qada Bajêr a Kiliçarslanê bi dirûşmeya "Em ê ji bo nan, aştî, demokrasî û edaletê bi ser bikevin" bê pîrozkirin.
Serokê Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê Ozgur Konukçu bal kişand ser zehmetiyên aborî yên karker û kedkaran û destnîşan kir ku ew ê di 1'ê Gulanê de daxwazên xwe bînin ziman. Konukçu got: "Li welatê me di salên dawî de gel bi xizaniyê re têdikoşe. Ji bilî vê mijarên aştî, demokrasî û edaletê hene. Em ê di 1'ê Gulanê de qadan tije bikin û pirsgirêkên gelê xwe bînin ziman."
Konukçu da zanîn ku ew mamoste ye û çenteyên xwarinê yên xwendekaran vala ne û wiha got: "Karker di karên giran de wekî kedeke erzan, bê ewlekariya kar tên bikaranîn. Xwendekar jî bêyî ku li pêşiya siberojekê bibînin dest bi karê part-time dikin. Gelên vî welatî birçî mane."
Konukçu bang li hemû kedkar û kedkaran kir ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê û wiha got: "Pirsgirêka azadî û daxwazên aborî bi hev ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê em ê di 1'ê Gulanê de jî van daxwazan biqîrin. Em bang li hemû gelê xwe yên piştgiriyê didin kedê dikin ku li qadan biqîrin."