RIHA - Li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê ji ber zexta lêgerîna nava dev ku 7 meh in didome, tedawiya girtiyan tê astengkirin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê jî bi hincetên cuda tehliyeyên girtiyan asteng dike.
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê bi girtiyan re hevdîtin kirin û gotin ku ji ber zexta lêgerîna nava dev qebûl nakin, nayên tedawîkirin. Ev rewş jî bi taybet jî bandoreke giran li girtiyên nexweşiyên wan giran dike û derman jî nayên dayin. Her wiha rêveberiya girtîgehê cezayên disiplînê dide girtiyên vê zextê red dikin.
Hat zanîn ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê, bi hincetên cuda tehliyeyên girtiyên bi navên Adnan Çelebî, Mehmet Sayilgan, Ferît Şahîn, Kamûran Taş û Aydin Degîrmencî jî asteng kiriye.
Malbatên girtiyan, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn û bertek nîşandan.
CEZAYÊN DISIPLÎNÊ
Rifat Oguz ku kurê li ser kezeba kurê wî yê girtî Suat Oguz kîst heye, diyar kir ku ji ber cezayên disiplînê nikarin bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin. Oguz, da zanîn ku ew li Êlihê dijîn û ragirtina kurê wan a li Tokatê jî encama polîtîkayên taybet in. Oguz, got: “Suat, ev 13 sal in girtî ye. Belasebeb nebirine girtîgeheke ewqas dûr. Dixwazin me bidin zorê û me jî ceza bikin. Rêyên diçin girtîgehê jî gelek xerab in. Çendek roj berê hindik mabû me di van rêyan de qeza bikira. Rê bi berfê girtî bûn. Dixwazin wan ji me dûr bixin. Lê belê Suat bibin Amerîkayê jî em ê dîsa biçin cem wî û piştgiriyê bidin wî.”
Bi domdarî Oguz bertek nîşanî cezayê hevdîtinê da û wiha pê de çû: “Nexweşiya kezebê ya Suat heye. Dermanên birapor bi kar tîne. Lê belê ji ber ku sewqî nexweşxaneyê nayê klirin, bi meha ye nikare dermanên xwe bigire. Ji ber ku bêyî muayeneya bijîşkan ev derman nayên dayin. Lê ji ber ku zexta lêgerîna nava dev weke sepaneke rûmetşikandinê dibînin, qebûl nakin û dibêjin dê bi tu awayî qebûl nekin.”
TEHLIYEYA WÎ 3 CARAN HATE ASTENGKIRIN
Hasîne Çelebî ku kurê wê Adnan Çelebî 30 sal in girtî ye û diviyabû di 12’ê Îlona 2024’an de bihata tehliyekirin lê 2 caran ji bo 3 mehan û carekê jî ji bo 6 mehan hatiye taloqkirin jî ev tişt anî ziman: “Poşmantiyê li zarokên me ferz dikin. Li kesekî 30 salan girtî ye çima vê ferz dikin? Ev 30 sal in em li çaverêya wî ne. Gelek nexweşiyên wî hene lê ji ber ku lêgerîna nava dev qebûl nake, nabin nexweşxaneyê û tedawî nakin. Nava devê wan vedikin û lêgerînê ferz dikin. Ew jî dibêjin ‘ev tişta tê kirin binpêkirina rûmetê ye û em teqez qebûl nakin’ û naçin nexweşxaneyê.”
ÇAVÊ WÎ JI SEDÎ 80 NABÎN
Malbata Mehmet Sayilgan a li Mûşê dijî jî got ku binpêkirinên mafan tên kirin. bavê Sayilgan, Ramazan Sayilgan da zanîn ku diviyabû kurê wî di 25’ê Adarê de bihata berdan û got: “Mehmet, di Tîrmeha 2016’an de li navçeya Payîzava ya Wanê hate girtin. 9 sal cezayê hefsê dan lê bi hincetên cuda tê ragirtin. Her du çavên wî jî ji sedî 80 nabînin. Dema li Wanê dihat ragirtin biribûn nexweşxaneyê lê dema tedawiya wî didomiya hate sirgunkirin. Ji bo biçe nexweşxaneya taybet daxwazname daye rêveberiya girtîgehê lê bi hinceta ‘heta bi temamî kor nebî em naşînin’ red kirine. Niha jî ji ber zexta lêgerîna tazî nikare biçe nexweşxaneyê.”
7 MEH IN NAYÊ TEDAWÎKIRIN
Endamê Navenda Giştî ya OHD’ê Mehmet Alî Aslan da zanîn ku piştî serlêdanên girtî û malbatên wan, çûne serdana girtîgehê û ev agahî parve kir: “Girtiyên me pê re hevdîtin kirin, gotin ku pirsgirêka herî mezin di mijara mafê tenduristiyê de dijîn. Girtiyên lêgerîna nava dev red dikin, naşînin nexweşxaneyê. Leşker vê lêgerînê dikin. Di her hatin û çûna nexweşxaneyê de vê sepanê ferz dikin. Der heqê girtiyên vê sepanê red dikin de jî lêpirsîna disiplînê didin destpêkirin. Girtî, ev 7 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Ev jî rewşa girtiyan girantir dike. Em ê li dijî van binpêkirinên mafan, hewldanên xwe yên hiqûqî bidomînin.”
Têkildarî mijarê em jî li rêveberiya girtîgehê geriyan. Daxwaza me ya hevdîtinê, bi hinceta “Divê hûn ji Wezareta Dadê destûrê bixwazin, agahîdayina me li dijî mewzûatê ye” hate redkirin.
MA / Ceylan Şahînlî