NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Hura Nîkbext a li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, ji bo protestokirina bêdengiya li dijî cezayê darvekirinê dest bi greva birçîbûnê kir.
Girtiya siyasî Hura Nîkbext a li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, li dijî zêdebûna cezayê darvekirinê ji girtîgehê peyamek belav kir. Hura Nîkbext ragihand ku li dijî bêdengiya welatiyan a li hemberî zêdebûna derxistin, erêkirin û pêkanîna cezayên darvekirinê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Girtiya siyasî Hura Nîkbext tekezî kir ku heta ku helwesteke cidî li dijî cezayên darvekirinê neyê girtin, dê dev ji çalakiya xwe bernede.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gorî rêxistinên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY), sala borî rejîma Îranê hezar girtiyên Kurd û Îranî bi darve kir. Her ku diçe ev hejmara darvekirinan li rojhilatê Kurdistan û Îranê jî zêde dibe. Li gel van metirsiya darvekirinê hîna li ser Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî berdewame.