ÎZMÎR - Li Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê hefsê hate birîn.
Danişîna doza Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan ku bi îdiayên “Alîkarî daye rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” tê darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê hat lidarxistin. Dadgehê bi îdiaya “alîakrî daye rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê hefsê da Altan. Ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara beraetê û ji bo îdiaya “propagandaya rêxistinê” jî salek û 3 meh cezayê hefsê hate birîn û ev ceza hate taloqkirin.