STENBOL - Muzîkjen Endam Huner ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku niha li beşa lênihêrîna awarte tê tedawîkirin, bi navê “Li Ber Xwe Bide Sirri (Diren Sırrı) stranek amade kir.
Tedawiya endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder a li beşa lênihêrîna awarte ya Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya li Şîşlî ya Stenbolê di roja 14’emîn de didome. Metirsiya li ser jiyana Onder hêj didome. Her roj bi sedan hezkiriyên Onder diçin nexweşxaneyê û piştevaniyê didin. Li hêla din endamê Yekitiya Xwediyên Berhemên Musîkî ya Tirkiyeyê (MESAM) muzîkjen Endam Huner, ji bo Onder stranek amade kir.
Huner, bi navê “Li Ber Xwe Bide Sirri (Diren Sırrı)” stran amade kir û got ku ji ber rewşa Onder xew bi çavên wî nakeve.
Huner, got: “Besteyên stranê min di şeva 20’ê Nîsanê saet di 4’an de nivîsand. Min hestên xwe bi vî awayî vegotin. Onder, li Tirkiyeyê nûnertiya aştiyê dike. Sirri Sureyya Onder dilê xwe, hemû hebûna xwe ji bo aştiyê feda kir. Mirovekî baş e, siyasetmedarekî baş e. Dema bûbû namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê min ji bo wî berhemek amade kiribû. Ji hilbijartinên 7’ê Hezîranê heta niha jî min hewl da têkildarî her hilbijartinê û geşedanên rojane tiştekî bikim. Hêviyeke aştiyê heye. Sirri Sureyya Onder ji bo aştiyê kesayetekî girîng e. Min hemû hestên xwe di stranê de nivîsand. Xwedê êşa wî nîşanî me nede. Tekane daxwaza min ew e ku baş bibe û dîsa vegere.”
GOTINÊN HELBESTÊ
Gotinên helbestê yên bi Tirkî ya strana “Diren Sırrı” wiha ne:
“Diren Sırrı diren Sırrı
Sendedir barış'ın Sırrı
Dualarımız senle
Şifa versin yüce tanrı
Uyan Sırrı Süreyya
Seni çok özledik be ya
Hadi kalk bir espri yap
Şen olsun bütün dünya
Kenetlendik hep beraber
Bekliyoruz iyi haber
Geçecek bu acı günler
Güven bize sayın Önder
Uyan torun dede görsün
Bilirim yaralı göğsün
Umutlar bir bir yeşersin
Ülkemize barış gelsin
Barış incitmez kimseyi
Getirir huzur neşeyi
Açar gonca menekşeyi
Renklendirir tüm ülkeyi
Ser verdin sen sır vermedin
Rahat bir gün görmedin
Direndin hep barış için
Asla sözünden dönmedin
Pes etme ha Sırrı sakın
Ülkemize barış yakın
Yoruldu koca yüreğin
Ödenmez ki senin hakkın
Pes etmek yok Sırrı Başkan
Bekliyor meclis ve divan
Namerde kalmasın meydan
Sen şifa ver ey yaradan.”
MA / Melîk Çelîk