NAVENDA NÛÇEYAN - Sendîka û rêxistinên girseyî yên demokratîk ku amadekariyên xwe yên 1’ê Gulanê didomînin, bang li her kesî kirin ku sibe tev li çalakiyên 1’ê Gulanê bibin.
Karker û kedkar dê sibe bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li geke bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li qadan bin. Amadekariyên kedkaran didomin û di çalakî û xwepêşandanên îro de banga tevlibûna mitîngê hate kirin.
AMED
Pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya Amedê dê sibe li Qada Stasyonê bê lidarxistin. Şaxa SES’ê ya Amedê têkildarî mijarê daxuyanî da. Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz diyar kir ku ew 1’ê Gulanê bi krîza aborî, xizanî, polîtîkayên zextê û bêedaletiyan pêşwazî dikin. Karagoz, got ku mafên herî bingehîn ên mirovan jî tên binpêkirin. Karagoz, bi domdarî got ku çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk bi xwedîderketina kedkaran pêkan e. Karagoz, da zanîn ku çareserkirina pirsgirêka Kurd dê bike ku pariyê nanê kedkaran jî mezin bibe. Karagoz, banga tevlibûna mitîngê li her kesî kir.
Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Mehmet Nûr Ulus jî da zanîn ku dê sibe saet di 12.00’ê de ji pêşiya Ofîsa Mehsûlên Axê ya Ofîsê ber bi qada mitîngê ve bi kortejan bimeşin. Ulus, got ku dê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz û endamê Konseya Navendî ya TBB’ê Mehmet Şerîf Demîr jî tev li bibin. Ulus, got ku dê hunermend Helîm Omerî û Kasim Taşdogan derkevin ser dikê.
RIHA
Komîsyona Kedê ya Baroya Rihayê jî bi komxebata “Ber bi 1’ê Gulanê ve pirsgirêkên kedkaran û pêşniyarên çareseriyê” li dar xist. Komxebat, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya hat lidarxistin. Gelek kes beşdarî komxebata ji 3 rûniştinan pêk dihat bûn. Komxebat, bi pêşkeşiya parêzer Zeynep Kurt a têkildarî pêşketina 1’ê Gulanê dest pê kir. Piştre jî têkildarî 1’ê Gulanê sînevîzyonek hate nîşandan. Di rûniştina ewil a komxebatê de parêzer Cemal Polat got ku salên domdirêje li dijî sendîkayan dijminatî tê kirin û di mijara “Mafên sendîkayî û rêxistinbûna karkeran” de agahî dan. Di rûniştina duyemîn de jî parêzer Berken Ozîpek di mijara “Karkerên çandiniyê yên demsalî” agahî da. Di rûniştina dawî ya komxebatê de jî Serokê Komîsyona Kedê ya Baroya Rihayê Îbrahîm Halîl Şansal bi serenavê “Mercên xebatê û mafên ewlehiya civakî” agahî da.
Komxebat, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.
Encama komxebatê dê weke rapor bê amadekirin û bi raya giştî re bê parvekirin.
EDENE
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî têkildarî pîrozbahiya 1’ê Gulanê ku dê li Qada Stasyonê bê lidarxistin, li Parka Înonuyê belavok belav kir. Partiyiyan banga tevlibûna mitîngê kirin û herî dawî bi welatiyan re govend gerandin.