STENBOL - Di mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê de manîfestoya hevpar a DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê hate xwendin û wiha hate gotin: “Tirkiyeke azad pêkan e. Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e.”
Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoy a Stenbolê didome. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna ked û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayin, serokên giştî yên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê derketin ser dikê û girse silav kirin.
Piştre jî “manîfestoya” odeyên pîşeyî û sendîkayên pêşengtiya mitîngê kirine hate xwendin. “Manîfesto”, ji hêla Zuhal Kaynak û Huseyîn Tosun ve hate xwendin.
Di metnê de wiha hate gotin: “Tirkiyeyeke azad pêkan e. Lê ku em bibin yek, bi hev re têbikoşin.” Hate destnîşankirin ku sîstemeke bi edalet bi têkoşîneke rêxistinbûyî dikare bê avakirin.
‘SERWERIYA KARKER Û KEDKARAN PÊKAN E’
Di manîfestoyê de hate ragihandin ku demokrasiyeke rasteqîn dikare pêk were ku ked neyê xwarin, mafên sendîkayî bên naskirin, jin û teqawît di ewlehiyê de bin û gel xwedî gotin û biryarê be. Bi domdarî wiha hate gotin: “Em ji qadên 1'ê Gulanê careke din îlan dikin ku cîhaneke bi serweriya gel, karker û kedkaran pêkan e, ne bi serweriya zordaran.” Hat destnîşankirin ku sermayeya çavkaniyên welêt ne ji bo rantxur, şer, tesfiyekirina hevrikên siyasî lê ji bo 86 milyon mirovî ji bo jiyaneke mirovahe dikare bê bikaranîn, cîhaneke bi vî rengî pêkan e.
‘EM TÊKOŞÎNA HEVPAR BIMEŞÎNIN’
Manîfestoya hevpar bi vî rengî bi dawî bû: “Em bibin yek, têkoşîna hevpar bimeşînin ev têrê dike. Tenê em zanibin ku em bi tenê nînin, rizgariya me bi hev re dibe. Em bi hev re bimeşin, hêza têkoşînê ya yekbûyî nîşan bidin. Li qadên 1'ê Gulana 2025'an bi milyonan mirov ji bo xwe, zarokên xwe û paşeroja welatê xwe soz didin; piştî ku em ji vê qadê çûn, em li ku dixebitin, li ku dimînin, li ku têkoşînê dimeşînin em ê xwe bi rêxistin bikin. Em ê zanibin ku hêza me ji yekitiya me ye û em ê xwe bi rêxistin bikin. Em ê bi rêxistiniyê bi ser bikevin, bi yekbûnê bi ser bikevin, bi têkoşîna yekbûyî ya gel bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin. Dema ku em bi ser ketin wê demokrasî bi ser bikeve, edalet bi ser bikeve, aştî bi ser bikeve, xwişk û biratî bi ser bikeve, ked bi ser bikeve, ev welat, ev gel wê bi ser bikevin. Rizgarî bi tenê nabe, ya bi hev re ya jî ti ji me."
Mitîng bi axaftinan berdewam kir.