RIHA - Pispora welidîna jinan Ebrû Kîrazoglû Yildirim têkildarî qedexekirina sezeryanê got: “Nabe ku zîhniyeta nêrza tehekûmeke wiha li ser bedena jinan ava bike. Ev, biryara nexweş û bijîşkan e.”
Wezareta Tenduristiyê di 19’ê Nîsanê de bi “Rêziknameya têkildarî saziyên tenduristiyê yên taybet ên teşhîs û tedawî li ser pêyan tê kirin” re li navendên tipê sezeryana plankirî qedexe kir. Di serî de jin, civakê bertek nîşanî vê biryara wezaretê da.
BIRYARA BIJÎŞK Û NEXWEŞ E
Pispora welidîna jinan Op. Dr. Ebrû Kîrazoglû Yildirim cudahiya di navbera welidandina vajînal û sezeryanê de vegot û ev tişt anî ziman: “Dema di navbera welidandina vajînal û sezeryanê de biryar tê dayin, divê di navbera nexweş û bijîşk de têkiliyek hebe. Tercîhên nexweşxan girîng e. Gelo nexweş ji welidînê çi fêm dike? Divê ev yek were zanîn. Hewceye nexweş di pêvajoya welidandina vajînal de, beriya ducaniyê were perwerdekirin. Ji bo welidîneke bitendurist, nabe ku welidîneke li gorî qedexe û zextan were kirin. Nabe ku zîhniyeta nêrza vê tehekûmê li ser bedena jinan bike. Ev, biryara nexweş û bijîşkan e.”
Bi domdarî Ebrû Kîrazoglû Yildirim anî ziman ku nayê qebûlkirin ku îktîdar mudaxileyî şêweya welidînê ya jinan bike û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê hejmara welidandinê kêm dibe. Otorîteya siyasî jî vê rewşê girêdayî sezeryanê dike. Lê wisa nîne. Xelk, di mijara cîbickirina pêwîstiyên xwe yên sereke yên weke cihê hewînê, xwarin, vexwawin û pêdiviyên tenduristiyê de zehmetiyan dikişîne. Ev jî dike ku hejmara anîna zarokan kêm bibe.”
'ÊRIŞ ZÊDE DIBIN’
Akademîsyen Duygu Altinoluk jî diyar kir ku ev rewş pirsgirêkeke civakî ye û wiha got: “Nayê qebûlkirin ku zilam û îktîdar li ser jana welidînê biaxivin. Ji jor heta jêr bi temamî bi hêmayên patriyarkal, mekanîzmayên biryarê cîbicî dikin. Her çend li Tirkiyeyê tevgerên jinan li dijî vê rewşê gotina xwe bikin û bertekên xwe nîşan bidin jî, ev êrişên ser bedena jinê bênavber didomin. Her tim hewl didin li ser bedena jinê mekanîzmayeke kontrolê pêş bixin. Bi taybet jî di serdemên ku mijarên weke ‘sala malbatê’ tên nîqaşkirin de dewlet ji bo teşeyekê bide polîtîkayên xwe yên nifûsê, bedena jinê weke amûrekê dibîne.”
'HEWCEYE BERTEK CIVAKÎ BIBIN’
Duygu Altinoluk, axaftina xwe wiha qedand: “Berteka jinan a li dijî vê polîtîkaya îktîdarê ne şexsî ne. Her wiha tê wateya berxwedaneke kolektîf û pêvajoya veguherînê. Divê bersiva jinan ew be ku li ser beden û jiyana xwe, xwedî maf û gotin bin û vê îradeyê bi biryar nîşan bidin. Divê were teşhîrkirin bê ka gotinên civakî, olî, çandî yan jî siyasî jinan çawa ‘mehkûmî dayiktiyê’ dikin. Bêdengnemayin û yekkirina dengan dê bandora civakî zêde bikin. Li dijî feraseta ku ayiktiyê pîroz û tekane vebijêrk nîşan didin, divê were nîşandan ku jinîtî û tecrubeyên mirovahiyê hene. Dayiktî ne ‘mecbûriyeteke’, divê weke tercîheke azad were vegotin.”