STENBOL - Şîna ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder hatiye danîn di roja duyemîn de bi serdanan didome.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da û di 4’ê Gulanê de hate definkirin. Ji bo Onder, li Eywana Konseran a Cemal Reşît Rey a li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê hatiye danîn, di roja duyemîn de didome.
Malbata Onder, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û gelek partiyî kesên tên serdanê pêşwazî dikin.