DÊRSIM - Şaxa ÎHD’a Dêrsimê aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin pirsî û ev bang li Tirkiyeyê kir: “Peymana Navneteweyî ya li Dijî Windakirinên Bi Darê Zorê ya Neteweyên Yekbûyî îmze bike.”
Şaxê Dersimê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di çarçoveya 17-31'ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirinên di Dema Binçavkirinê de ya Navneteweyî li Qada Seyîd Riza daxuyanî da.
Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên mirovên di binê çavan de hatin windakirin, hate hildan.
Hevserokê Şaxê Dersimê yê ÎHD'ê Ozgur Ateş daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya Hefteya Windakiriyan. Hevserok Nûrşat Yeşîl jî ji bo aşkerakirina aqûbeta Hatûn, Yeter, Elîf Işik, Gulîzar, keça wê Dîlek Serîn a 3 salî yên li gundê Vartînîkê sala 1994'an winda bûn û Gulistan Dokû ya ku ji sala 2020'î û heta niha agahî jê nayên girtin, bang kir.
Nûrşat Yeşîl xwest, aqûbeta kesên hatin windakirin bê aşkerakirin, faîl bêne darizandin, windakirin weke sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin, dawî li bêcezahiştinê bê anîn, Tirkiye Peymana Navneteweyî ya li Dijî Windakirinên Bi Darê Zorê ya Neteweyên Yekbûyî îmze bike û qedexeya li Qada Galatasarayê bê rakirin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.