EDENE - Li girtîgehên Edene û Osmaniyeyê hinek girtiyên nexweş nikarin bimeşin û hinek jî li ber mirinê ne. Ji bo hinek girtiyan rapora 'nikarin li girtîgehê bimînin' hatiye dayîn lê tevî nexweşiyên xwe jî nayên dermankirin û nayên berdan.
Li Tirkiye û Kurdistanê pirsgirêka girtiyên nexweş berdewam dike. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan, li girtîgehan herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene ku rewşa 335 ji wan giran e. Gelek caran hat gotin ku eger mevzûata heyî bi awayekî bêalî were bicihanîn, bêyî sererastkirineke qanûnî dê gelek girtî serbest bên berdan. Di mijara girtiyên nexweş heta niha tu gav nehatiye avêtin. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê, mirina hezar û 26 kesên di navbera salên 2023-2024'an de li girtîgehan tevî gelek girtiyên li ber mirinê ne û ev jî rewşê radixe ber çavan.
Girtîgehên li Herêma Akdenizê ango li girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2'emîn a Osmaniyeyê, Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler Edeneyê, Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Hejmar 1'emîn a Sulucayê girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû hatine hiştin. Li gorî raporên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Edene ya Akdenizê (AATUHAY-DER), tedawiya girtiyên nexweş ên li van her sê girtîgehan tê astengkirin, girtî ji ber ku lêgerînên hundirê dev re rûbirû dimînin biçîk tên xistin û girtî veguhastina nexweşxaneyê red dikin. Li gorî daneyên komeleyê, hin ji girtiyên nexweş ên li van girtîgehan tên ragirtin ku tedawiya wan tê astengkirin, çavê hinekan girtiyan nabîne û hinek girtî jî nikarin bimeşin. Her wiha li gorî daneyên komeleyê hin girtiyên ku rapora 'nikarin li girtîgehê bimînin' standine jî hê li girtîgehê têne hiştin.
NAYÊN TEDAWÎKIRIN
Yek ji girtiyên nexweşên giran ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tên ragirtin Kemal Ozelmalİ ye. Ozelmelİ ku ji ber têkçûna gurçikê û sendroma Wernîcke-Korsakoffê nexweş e, gelek caran nobet derbas dike û hesta xwe ya tehmê bi temamî winda kiriye. Di dema pandemiyê de pêşî li tedawiya wî hate girtin û di mejiyê wî de gilok çêbûne. Li gel ku fikrên ku nîşan didin dibe ku nexweşiya MS'ê be jî Ozelmelî ji ber ku lêgerîna hundirê dev qebûl nekiriye tedawiya wî tê astengkirin.
Girtiyekî din ê li heman girtîgehê jî Mehmet Ozen e ku nexweşê dil e û bi kursiyeke bi teker dijî. Di heman girtîgehê de Ramazan Doganay ê 71 salî jî heye ku nexweşiya şîzofrenî, KOAH, astim û her wiha nexweşiyên dil û gurçikê pê re heye. Doganay ku gelek nexweşiyên wî hene, di heman demê de yek ji girtiyên nexweş e ku li bendê ye di nava şert û mercên guncaw de bê dermankirin.
LIGEL RAPORÊ NAYÊN TEHLIYEKIRIN
Rewşa Celal Ercan ê li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'emîn a Sûlûcayê tê ragirtin, ji bo helwesta li dijî girtiyên nexweş mînakeke berbiçav e. Ercan ê 74 salî bi pirsgirêkên bîr, dîtin û bihîstinê re rû bi rû ye û nikare ti pêwîstiyên xwe bi awayekî serbixwe bi cih bîne. Beriya niha jî girtiyên din piştgirî didan Ercan, lê niha bi tena serê xwe di girtîgehê de tê ragirtin. Tevî ku Saziya Tipa Edlî rapora 'nikare li girtîgehê bimîne' da jî nayê berdan.
Kendal Barut ê ku di heman girtîgehê de ye û çavên wî nabînin. Fevzî Arslan ê ku piştî xwîneriya mejî hafizaya xwe winda kir. Umît Çakir ê ku ji ber nehate emeliyatkirin nikare pêdiviyên xwe yên tiwaletê bi cih bîne. Tevî nexweşiyên giran jî ev nexweşên girtî tên tedawîkirin an jî ji ber binpêkirinên mafan ên di dema veguhastina wan a nexweşxaneyê de tên astengkirin.
Li girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2'emîn a Osmaniyeyê jî heman pirsgirêk hene. Ji sedî 45'ê damarên dilê girtiyê nexweş Ahmet Oguz xitimîne. Kasim Balta ji ber temenê xwe yê mezin bi şarapnela pekiyaye dilê wî jiyana xwe didomîne. Bahoz Cîn bi yek gurcikê hewl dide bijî.
Rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên civakî yên sivîl , gelek caran bang li Wezareta Dadê dikin ku girtiyên nexweş ên li van girtîgehan tên ragirtin serbest bên berdan da ku karibin tedawî bibin.