NAVENDA NÛÇEYAN - Hîndekarê Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Thomas Jeffrey Miley got, "Ji bo pêvajoya aştiyê bigihêje encamê divê ji bo azadiya Ocalan pêşketinek hebe."
Dengvedana 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara PKK'ê ya bêçekbûyîn û bêçalakîtiyê ya li gorî vê bangê, dewam dikin. Pisporê Sosyolojiya Siyasî yê Zanîngeha Cambrîdge û nûnerê "Kampanya Aştiyê ya li Kurdistanê" Dr. Thomas Jeffrey Mîley diyar kir ku fikra Abdullah Ocalan a konfederalîzma demokratîk ji aliyê mirovan ve balkêş tê dîtin. Mîley Kenyaya ku Ocalan di çarçoveya komploya navneteweyî de hatibû revandin ziyaret kir, anî ziman ku girîngiya Kenyayê ya ji bo Ocalan a paşeroj, roja me ya îro û peşerojê heye. Mîley, têkildarî serdana xwe ya li Kenyayê ji Medya Haberê re axivî.
Mîley bal kişan ku Kenya di çarçoveya komploya li dijî Abdullah Ocalan de xwedî paşeroj, îro û pêşerojê ye û wiha axivî: "Paşeroj bêguman bi dîlgirtina Ocalan a li Naîrobî ve girêdayî ye. Îro bi taybetî di nav tevgera edaleta civakî de ku li cihên ne fermî yên li derdora Naîrobî derdikevin holê, gel eleqeyek mezin nîşanî fikra Ocalan a konfederalîzma demokratîk dide. Li dijî dewletê, azadiya zayendî û mayîndebûna ekolojîk ji bo demokrasiya radîkal xwe bi rêxistin dikin. Yanî hema hema bi xeta konfederal a demokratîk xwe bi rêxistin dikin û fikrên Ocalan pir balkêş dibînin."
Mîley anî ziman ku li Kenyayê atmosfera siyasî bi taybetî li eniya mûxalefetê nerm e û destnîşan kir ku mirov ji bo avakirina siberojê xwe bi rêxistin dikin û di vê dema pêş de ramanên Ocalan roleke girîng dilîze û wiha got: "Cihekî gelekî balkêş e û derdoreke ku bi rastî jî ramanên Ocalan lê geş in. Wekî min anî ziman, di vir de dîrokek têkildarî dîlgirtina Ocalan jî heye."
'HEWL DIDIN FIKRÊN OCALAN HÎN BIBIN'
Mîley ê ku diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan li Kenyayê kok vedaye, destnîşan kir ku mirov dibêjin êdî pêdiviya wan bi demokrasiyeke hê xweser heye. Mîley diyar kir ku mirov ji ber vê fikra Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan balkêş dibînin û wiha axivî: "Di vê çarçoveyê de hewl didin fikrên Ocalan bi kûrahî hîn bibin. Bi domdarî dipirsin, 'Konfederalîzma Demokratîk çawa tê avakirin?' Ev yek 'tevgereke tevgeran' a li nava navendên edaleta civakî û tevgera edaleta civakî ya berfirehtir e. Gelek endamên vê tevgerê bi cudacuda yên çepa Marksîst re têkildar in, lê ciwan her ku diçe bi fikrên Ocalan û rexneyên wî yên marksîzmê re eleqedar dibin. Ji ber ku di wê baweriyê de ne ku konfederalîzma demokratîk dikare di nava şert û mercên xwe de bi cih were anîn."
BANGÊN OCALAN ÊN JI BO AŞTIYÊ
Mîley ku 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Abdullah Ocalan a di 27 'ê Sibatê de hat kirin nirxand û diyar kir ku "Ocalan ji sala 1993'an û vir ve banga aştiyê dike" û destnîşan kir ku ev daxuyanî dikare bibe sedem ku faşîzma li Tirkiyeyê bêbandor bike û wiha got: "Dikare hinceta êrîşên li dijî gelê Kurd ji holê rake û zemînê ji alternatîfeke demokratîk, aştiyane re amade bike. Ji ber vê yekê ez vê gotinê weke pêşketineke gelekî erênî dibînim. Lê belê wek min got, ne tiştekî nû ye."
PÊŞVEÇÛNA BER BI AZADIYÊ
Mîley gotina parêzerê Nelson Mandela Dadger Essa Moussa ya "Tenê mirovên azad dikarin muzakere bikin" bi bîr xist û azadiya Abdullah Ocalan weke parçeyekî ji hev nediyar ê pêvajoya aştiyê dinirxîne û wiha got: "Şert û mercan hinekî nerm kirine. Niha destûr tê dayin ku hîn bêhtir mirov biçin serdana wî. Lê belê hê jî di nava şert û mercên ne însanî de tê ragirtin. Ji bo pêvajoya aştiyê bi dawî bibe, divê ji bo azadiya Ocalan pêşketinek bibe. Pêwîste dewleta Tirk jî gavên pêwîst biavêje û nîşan bide ku ew amade ye ji bo aştiyê gavan biavêje."
'ALIYÊ KU DIVÊ GAVÊ BIAVÊJE DEWLETA TIRK E'
Mîley anî ziman ku nêrîna Abdullah Ocalan li ser bingeha avakirina civaka konfederal a demokratîk a li nava Komara Tirkiyeyê ye û wiha axivî: "Divê dewleta Tirk vê firsenda dîrokî ya ku di çarçoveya banga aştiyê ya Ocalan de li ber wan radibe, pêk bîne. Eger ev firsend ji dest bê girtin, dibe ku em bi serdemeke nû ya pevçûnê re rû bi rû bimînin ku wê nifşekî dewam bike. Lê belê di vê kêliyê de PKK'ê bi rengekî yekalî ber bi çareseriyê ve gav avêt. Tevî vê yekê, aliyê ku ji bo aştiyeke mayînde û tê xwestin gavê biavêje, dewleta Tirk e."
'DIVÊ YE BI BERPIRSYARIYEKE EXLAQÎ ZEXTÊ BIKE'
Mîley da zanîn ku Yekitiya Ewropa (YE) bi têrkerî desteka xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê nîşan nedaye û got, "Belê, wan dem bi dem gotin ku ew pêvajoyê erênî dibînin, lê bi giştî gelekî hurmetê nîşanî perspektîfa dewleta Tirk didin. Meyla wan heye ku vê mijarê weke têkiliyeke navxweyî ya Tirkiyeyê bibînin. Ya rast, ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane divê bi berpirsyariyeke exlaqî zextê bikin. Lê belê ev yek ji ber berjewendiyên xwe yên vegerok ên li ser avahiya leşkerî ya li Tirkiyeyê, qels dimîne."
Mîley ku li Îngilîstanê li ser polîtîkayên Rojhilata Navîn gelek lêkolîn kir, bi bîr xist ku Îngilîstan aştî û demokrasiyê diparêze û wiha dewam kir: "Qedexeyên li dîasporaya Kurd ên di çarçoveya qanûnên têkoşîna li dijî terorê yên li Îngilîstanê de dikarin bên rakirin. Ev yek wê bibe gaveke girîng. Lê ya girîngtir jî, divê dev ji dîtina azadiya Ocalan an jî rakirina şaredaran wekî karên navxweyî yên Tirkiyeyê berdin, wekî ku niha dikin, helwesteke demokratîk a hevgirtî nîşan bidin. Divê rola Îngilîstanê piştgirîdayîna pêvajoya aştiyê be. Divê piştgiriyê bide nasandina siyasî ya gelê Kurd. Divê bi taybetî piştgiriya hebûna hêzên Kurd li Rojava û tevkariyên wan ên li pêvajoya aştiya demokratîk a li herêmê bike. Û bi giştî divê hurmetê nîşanî mafên Kurdan bide."
'KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK JI BO SIBEROJÊ RÊYEK E'
Herî dawî Mîley diyar kir ku divê mirov eleqeya ku ramanên Abdullah Ocalan li Naîrobî û Afrîkayê ji nêz ve nas bikin û wiha got: "Ez mirovan vedixwînim ku bifikirin konfederalîzma demokratîk ne tenê vîzyoneke bi Kurdan re sînordar e, ji bo paşeroja mirovahiyê rêyeke derbasdar pêşkêş dike. Geşedanên li Afrîkayê nîşana wê ye ku ev siberoj ji niha ve dest bi teşegirtinê kiriye.''